Kurd çekan dişewitînin lê teslîm nakin

Teslîmîyet û radestkirina çekan ji alîyê civakê ve wekî bûyerên herî rûreş hatine qebûlkirin. Loma jî di dewsa radestkirina çekan de şewitandina wan, peyameke binirx e ku vê sekna neteweyî temsîl bike. Bi vê merasîmê, gerîlayên kurd vê peyamê dan cîhanê: Kurd çekan dişewitînin lê radestî dagirkerên xwe nakin.

Duh merasîma çekberdanê ya krîtîk a komeke gerîlayên HPGê hat lidarxistin. 30 gerîlayên kurd ku nîvê wan jin bûn, çekên xwe şewitandin. Medyaya herêmî û ya cîhanê eleqeyeke zêde nîşanî merasîmê da û meseleya kurd li cîhanê bû rojev. Hemû rojname, kanalên televîzyonê û platformên din ên mezin ên cîhanê bi berfirehî bi rêya merasîma çekberdanê cî dan prosesa çareserkirina kurd a li Tirkîyeyê.

Kurd ketin rojeva cîhanê

Yekemîn encama vê merasîma ku bi kampanyayeke medyayê hat meşandin ev e, fîltre û dorpêça medyaya cîhanê ya ji bo tevgera kurd hilweşîyan. Berevajîya dezenformasyona dewleta tirk û dewletên destek didan wê, îmaje kurd a aştîxwaz ku di têkoşîna demokratîk de israr dike, derket pêş. Ev yek, çeka krîmînalîzekirinê ya dewletê ku çeka wê ya herî kêrhatî ye, ji destên wê digire.

Beşdarîya di asta bilind de

Encameke din ev e, Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Besê Hozat bi çend şexsîyetên payebilind ên tevgerê tevlî merasîma çekberdanê bûn. Ev beşdarîya di asta bilind de wekî peyameke cidî ya tevgera kurd a ji bo veguherîna ber bi têkoşîna demokratîk dikare bê xwendin. Loma jî herçiqas merasîm bi peyva “sembolîk” bê pênasekirin jî, beşdarîya revebir û fermandarên kurd merasîmê dike bûyereke giring a di vê qonaxa krîtîk de.

Çima çek hatin şewitandin?

Nuqteyeke din a giring ku divê em li ser bisekinin, şewitandina çekane. Çima çek hatin şewitandin lê nehatin teslîmkirin? Çek di seranserê dîroka kurdan de xwedî nirxeke mezin in û wekî alava domandina hebûnê hatine bikaranîn. Şervanîya kurdan ji alîyê gelên cîran bigire heta dîrokzanên dema antîk û ji wir jî heta mîsyoner, seyah û lêkolînerên di sedsalên dawî de herdem hatîye vegotin. Îxanet ne tê de, kurd di gelek bûyerên giring ên dîrokî de heta dawîyê di berxwe dane. Teslîmîyet û radestkirina çekan ji alîyê civakê ve wekî bûyerên herî rûreş hatine qebûlkirin. Loma jî di dewsa radestkirina çekan de şewitandina wan, peyameke binirx e ku vê sekna neteweyî temsîl bike. Bi vê merasîmê, gerîlayên kurd vê peyamê dan cîhanê: Kurd çekan dişewitînin lê radestî dagirkerên xwe nakin.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …