Îsraîlê êriş bir ser Şamê

Îsraîl di 16yê tîrmehê de biryargeha artêşa rejîma Şamê bombebaran kir.

Îsraîl ji bo bombebaranê êrişên hêzên rejîma Şamê yên li dijî durzîyan sebeb nîşan da.

Êrişên li dijî durzîyan helwesta Îsraîlê ya li dijî rejîma li Şamê tundtir dike.

Îsraîlê di 16yê tîrmehê de biryargeha artêşa rejîma Şamê bombebaran kir.

Dîmenên bomberana giran di bi lez ji alîyê medyaya herêmî ê ya navneteweyî ve hatin weşandin.

Îsraîl ji bo bombebaranê êrişên hêzên rejîma Şamê yên li dijî durzîyan sebeb nîşan da.

Bi êrişê re paralel, Îsraîlê ji hikumeta HTŞê daxwaz kir, ji bajarê Suweydayê ya vekişe.

Bajarê Suweydayê navenda herî mezin a durzîyên li Sûrîyeyê ye.

Çend roj berê li bedewîyên ereb li Parêzgeha Siwêdayê êriş biribûn ser durzîyan.

Piştî van êrişan, hêzên îslamîst ên HTŞê ketibûn bajarê Siwêdayê û li dijî durzîyan dest bi zilmê kiribûn.

Dîmenên zilm û zora li dijî durzîyên sivîl li cîhanê rastî bertekan hatibûn.

Tê ragihandin, di encama êrişên hêzên paramîlîter ên îslamîs de heta niha 250 durzî hatine kuştin.

Herwiha, di encama berxwedana durzîyan de li derdora 140 hêzên bi ser HTŞê ve û çekdarên bedewî hatin kuştin.

HTŞê bi dûv êrişa Îsraîlê ragihand, wê artêşa xwe ji Siwêdayê vekişîne.

Infowelat

———————————————

Foto: Balafirên şer ên Îsraîlê 

Pevçûnên durzî û ereban berdewam in

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …