Ewrûpa tedbîrên li dijî Îsraîlê taloq kirin

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo biryarê derbarê tedbîrên xwe yên li dijî Îsraîlê kom bû.

Wezîrên Karên Derve yên 27 welatên Yekîtiyê wê tedbîrên li dij Îsraîlê hatibana girtin, taloq kirin.

Wezîrên Karên Derve yên Yekîtiya Ewrûpayê li ser mijara alîkariya Xezayê hatin gel hev.

Di encama civîna ku 27 wezîr beşdar bûn de, tedbîrên li dij Îsraîlê wê bên ragirtin hatin taloqkirin.

Wezîran dan zanîn, wê peymana bi Îsraîlê re hatiye îmzekirin, ji nêzîk ve bişopînin.

Herweha, di civîna Konseya Têkîliyên Derve de, lîsteya ji 10 xalên tedbîrên ji bo êrişkarîya  Îsraîlê ya li Xezayê bidin sekinandin jî taloq kirin.

Şefa Polîtîkaya Derve Kaja Kallasê piştî civînê daxuyanî da, got: “Yekîtiya Ewrûpayê ji bo kiryarên li Xezayê wê Îsraîlê ceze neke.”

Yekîtiya Ewrûpayê hefteya borî bi Îsraîlê re li hev kiribûn ku alîkariya Xezayê zêde bikin, rewşa belavkirina xurekan baştir  û hin nuqteyên derbasbûna sînor vekin.

Li alîyekî din, taloqkirina tedbîrên Îsraîlê li Filîstînê bû sedema nerazîbûnan.

Wezîra Karên Derve ya Filîstînê Varsen Aghabekianê bertek nîşan da sekna Yekitîya Ewrpayê wekî rewşeke şokê û şaşmayînê pênase kir.

Varsen Aghabekianê ji Yekîtiya Ewrûpayê daxwaz kir ku qaîde û nirxên xwe binpê neke û li dijî Îsraîlê tedbîran pêk bîne.

Infowelat

——————————————————–

Foto: Ala Yekitîya Ewrûpayê 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Bi xatirê te Kobanê

Cemîl Denlî  Ji çavxezala çiyayê Efrînê û Lehengên şerrê Kobaniyê re Cihê kozika min Mêrava …