Home / infowelat.com (Sayfa 3)

infowelat.com

Li Brîtanyayê kampanyaya ji bo Rojava

Komeleya Aboriya Piştgiriyê ya li Brîtanyayê, bi mebesta desteka ji bo Rojava, li ser înternetê kampanyayek da destpêkirin. Bi mebesta danasîna naverok û armanca vê kampanyaya watedar, vîdyoyeke kurt hat weşandin.  Kesên xêrxwaz bi riya malpera komeleyê https://www.crowdfunder.co.uk/water-for-rojava dikarin bi dayina ji 1 euroyî heta 300 euroyî tevlî vê kampanyayê …

Read More »

Testên atomê Polînezyayê wêran kirin

Polînezya ku ji gelek giravên biçûk pêk tê, herêmeke fireh a li rojavayê Okyanûsa Pasîfîkê ye. Ji 100î zêdetir giravên li vê herêma okyanûsê bi navê Polînezyaya Fransayê di bin rêvebiriya Parîsê de ye. Moetai Brotherson Lêbelê dewleta fransî, bi testên çekên nukleer, bi dehan salan aramiya li van giravên …

Read More »

Li Amazonê 10 hezar sal berê çandinî hatiye kirin

Heta roja îro, Rojhilata Navîn û Çîn wekî deverên ku destpêkê Çandinî lê hatiye kirin dihatin naskirin. Lê di encama vekolînên li Amazonê derket holê, li vê herêmê jî çandinî di demeke pir kevn de hatiye kirin. Komek lêkolîneran li herêma Amazonê ya li Bolîvyayê vekolîn dikirin, bi keşfa xwe …

Read More »

Xizaniya li Afganîstanê kûrtir dibe

Lîmon çavkaniya vîtamîna C’ye û ji bo pêşîgirtina li sermayê, zivistanê pir zêde tê bikaranîn. Lê krîza koronayê bandorê li buhayê lîmonê jî kiriye û gelek aliyên Afganîstanê kîloyek lîmon bi 5 dolarî tê firotin. Herwiha, arvan jî wekî gelek pêdiviyên din ên bingehîn, di piyaseyê de bihayê wî ji …

Read More »

Li Bijagosê serdestiya mêr didome

Gîne Bîssaû welatekî li rojavayê Afrîkayê ye. Komegiravên Bîjagos jî ku ji 88 giravên pêk tên, bi ser vî welatî ve ye. Bîjagos, ji ber cihêrengiya xwe ya xwezayî, di 1996’an de ji aliyê UNESCO’yê ve wekî mîrateyeke xwezayî hatiye qebûlkirin. Wekî li herêmên din ên Gîne Bîssaûyê, li civaka …

Read More »

Xweciyên li Brezîlyayê bi qirbûnê re rû bi rû ne

Rêvebiriya rastgir a Bolsonaro ku bûye alavek kêrhatî ya sîstema neolîberalîzmê,  ji bo pêşîgirtina li şewbê tevdîrên pêwîst  nagire. Gelê xwecî yên li Brezîlyayê koma herî jar e ku wê zirarê ji ber vê xemsariya mezin bibîne. Pisporên tenduristiyê li ser vê meseleyê li zengila xetereyê didin û didin zanîn, …

Read More »

Pandemî sîstema Anglo-Amerîkan têk bir

Di 5’ê Gulanê de Brîtanya li Ewrûpayê bû welatê yekemîn ku herî zêde welatiyên wê ji ber vîrusa koronayê mirin. Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin 30 hezarî derbas kir û bi vî awayî, Brîtanyayê Îtalya ya ku li ewrûpayê di rêza pêşî de bû,  li dûv xwe hişt. Dewletên …

Read More »

Korsîka doza mafên tenduristiyê dike

Korsîka giraveke li rojavayê Derya Spî ya bi ser Fransayê ve ye. Welatiyên li giravê ji bo otonomiyeke berfireh, demeke dirêj e li dijî Fransayê têkoşînê dimeşînin. Siyaseta neteweparêz a Korsîkayê, bi manîfestoyeke xweseriyeke xurt beşdarê hilbijartinên herêmî yên 2017’an de bûbûn û di meclîsa Korsîkayê de piraniya kursiyan bi …

Read More »

Enternasyonalîzma Kubayê ya ji bo tenduristiyê

Kuba demek dirêj e bi gelek welatan re bernameyeke hevkariya tenduristiyê dimeşîne. Lê cara pêşî, bi desteka xwe ya ji bo Îtalyayê ya ji bo têkoşîna li dijî vîrusa koronayê  doktor û hemşîreyan Kuba ewqas zehf dibin mijara rojava cîhanê. Helbet Kuba ne tenê çûbû hawara Îtalyayê lê beriya vê …

Read More »

Neandertal 50 hezar sal berê benê qeneb hilberandine

Bêrîvan Ayaz Neandertal hêlim hilberandine, gewher çêkirine, xwe bi pirçan xemilandine, agirê xwe dadane û li ser dîwarên şikeftan resim xêz kirine.  Mirovahî ji kengê ve hilberîne zane ? Bi qasî ku dihat zanîn dîroka şaristaniyê herî zêde digîhîje 15 hezar sal beriya niha. Lê ji dema Neandertalan ku beriya …

Read More »

Max Haiven: Piştî Coronayê venegerin jiyana normal

Doktor Haiven dibêje daxwaza vegera jiyana normal bi kêrî kapîtalîzmê tê û bang li mirovahiyê dike ku normaliya berê ku bi destê sîstema kapîtalîst hatiye damezrandin, qebûl neke. Doktor Max Haiven  ku li Zanîngeha Anîşînabe Akî ya li Kanadayê akademîsyene, dibêje bi riya krîza koronayê, mirovahî piştî demeke dirêj ji …

Read More »

Afrîkiyên li Meksîkayê: Venasîn pêk hat lê xizanî hîn didome

Afro-meksîkî ji dema dagirkirina Meksîkayê ya ji aliyê Îspanyolan ve li vî welatî dijîn. Kolonyalîstên Îspanyol, piraniya wan ji sedsala 15. û vir anîne Meksîkayê û ew wekî kole xebitandine. Ew bi hêviya azadiyê, bi rengekî aktîf beşdarî şerê rizgariya Meksîkayê bûne. Mixabin, piştî serxwebûnê jî cudaxwaziya li hember wan …

Read More »

Vîetnam mîlîtarîzma amerîkî têk bir

Wê rojê li bajarê Saygon tevgereke awarte ya hewayî hebû. Helîkopterên ku vala dihatin, mişt ji mirovan tije bi hewayê diketin. Bi sedan xebatkarên seferetxaneya amerîkî û bi hezaran kesên ji hukumeta başûrê Vîetnamê re xebitîbûn ji ber şoreşê direviyan. Hêzên Artêşa Gel a Vîetnamê ya di bin rêvebiriya Ho …

Read More »

Dayikên Plaza de Mayo tirsa ji faşîzmê têk birin

Ew, her hefte bi fotografên kur û keçên xwe yên hatibûn windakirin, li meydaneke paytexta Arjantînê Bûenos Aîresê rûniştin. Ev çalakiya çend dayikan a bi israr, di demeke kurt de veguherî tevgereke mafên mirovan a li dijî rejîma mîlîtarîst. Ji ber meydana çalakî dihat lidarxistin, navê dayînên Plaza de Mayo, …

Read More »

Asûriyên li Xabûrê li ber tunebûnê ne

Asûriyên li Bakurêrojhilatê Suriyeyê yek ji gelên qedîm ên li  herêmê ne. Civaka asûrî ya li vê herêma li bakurê Mezopotamyayê di 2015’an de rastî êrişa DAÎŞ’ê hat. Enstîtuya Polîtîkaya Asûrî ya li Amerîkayê di derbarê rewşa dawî ya asûriyan a li Rojava raporek weşand û bale kişand ser encamên …

Read More »

Wekhevî cara ewilî li Xerabreşkê bi dawî bû

Mezopotamya bi şûnwarên şaristaniyên li ser wê hatine damezrandin wekî muzeyeke servekirî ya dîrokê ye. Cara pêşiyê di serdema neolîtîk de li ser vê axê şoreşa çandiniyê û kedîkirina sewalan dest pê kiriye Xerabreşka li Bakurê Kurdistanê ku li Cihanî wekî Gobeklîtepe tê naskirin, bi berhemên xwe yên zêdetirî 10 …

Read More »

Federaliya alman ji jakobeniya fransî serkeftîtir e

Ji bilî plûralîzma di warê biryara siyasî de, li Almanyayê derfetên xizmetên tenduristiyê jî di nava eyaletan de bi denge û wekhev hatine parvekirin. Tora enstîtuyên lêkolînên zanistî û zanîngeh di dewsa ku li çend navendên mezin kom bibin, li her aliyê welêt belav bûne. Li cîhanê belavbûna korona di …

Read More »

Li Îtalyayê sebeba krîza coronayê sîstema neo-lîberal e

Hukumetên Îtalyayê bi salan butçeya tenduristiyê kêm kirin û di encamê de her ku çû hejmara nexweşxane, doktor û hemşîreyan kêm bû. Ev qada di destê dewletê de, ji bo cî ji şîrketên taybet re vebe hat bisînorkirin û veguherî qadeke bazirganiyê. Îtalya li gorî aboriya kapîtalîst, ji aliyê zengîniyê …

Read More »

Arjantîn modela siyasî nîqaş dike

Serokê Arjantînê Alberto Fernandez ragihand, pêdiviya welatê wî bi pêşdebirina federalîzmê heye. Fernandez diyar kir, bi modela heyî ya federal ew nikarin bi krîza koronayê re bi awayekî kêrhatî têkoşînê bikin. Alberto Fernandez Li gorî serokê Arjantînê, piraniya hebûna welêt li paytext Bûenos Aîresê tê xerckirin û di encama vê …

Read More »