Trump ragihand, Putin amade ye ji bo şerê li Ukraynayê bi dawî bibe. Li gorî plana aştiyê ya Trump, Ukrayna nikare bibe endamê NATOyê. Herwiha, erdên dagirkirî yên Ukraynayê wê ji Rusyayê re bimîne. Trump dîsa bi kiryareke xwe rojeva dîplomasîyê tevlîhev kir. Serokê Amerîkayê ji bo bidawîkirina Şerê Ukraynayê …
Bêtir »Netanyahu ji bo qedandina agirbestê dilxwaz e
A.Rahman Çelîk Xetereya xerabûna agirbesta Xezayê mezin dibe. Piştî Trump, Netanyahû jî gef li Hamasê xwar. Netanyahû got, eger rehîne neyên radestkirin wê agirbestê bi dawî bikin. Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî da ser rêya Trump û gefa bidawîkirina agirbestê xwar. Serokê şerxwaz wiha axivî: “Eger hêsîrên hatibûn plankirin serbest …
Bêtir »Denmarkî henekên xwe bi Trump kirin
Denmarkî bi rêbazeke afirîner bersiva gefa Trump a ji bo Greenlandê dan. Bi daxwaznameyeke qerfî ya online, denmarkî dixwazin Kalîfornîyayê bikirin. Heta niha 200,000 denmarkî vê belgeya qerfî îmze kirin. Gotinên Trumpê bi hêza xwe pir bawere, gelek caran dibe sebeba qerf û henekan. Denmarkî bi rêbazeke afirîner henekê xwe …
Bêtir »Google dilê Trump û yê Meksîkayê xweş kir
Google ji bo bikarhênerên li Amerîkayê navê Kendava Meksîkayê guherand. Lê Google ji bo bikarhênerên xwe yên meksîkî navê Kendava Meksîkayê neguherand. Bi vî awayî, Googleê hem dijberîya Trump nekir hem jî dilê meksîkîyan xweş kir. Encamên polîtîkayên Trump gav bi gav di her qadê de bandora xwe nîşan dide. …
Bêtir »Trump ji bo Ukraynayê bi Putin re axivî
A.Rahman Çelîk Trump ji bo aştiya Rûsya û Ûkraynayê zend û bendan badide. Serokê Amerîkayê bi telefonê bi Vladimir Putin re axivî. Paşê hat ragihandin, heyeteke Amerîkayê bi armanca gotûbêja detayên plana aştîyê vê hefteyê biçe Ewrûpayê. Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn dawiya hefteyê bi rêya …
Bêtir »Amerîka baca ji bo pola ji % 25 zêde kir
Trump baca ji bo pola û alumînyûmê ji % 25 zêde kir. Biryara zêdekirina baca polayê wê herî zêde li ser Kanadayê bandorê bike. Lîderê amerîkî yê karsaz şerê bazirganîyê li hember welatên din kûr dike. Trump vê carê baca bazirganîyê ya pola zêde kir. Bi biryara dawî, wê tarîfeya …
Bêtir »Greenland hilbijartineke krîtîk li dar dixe
Parlamentoya Greenlandê biryar da, di 11ê adarê de hilbijartin bên lidarxistin. Wisa xuya dike, wê hilbijartin meseleya serxwebûna Greenlandê careke din derxe pêş. Rapirsîyên dawî nîşan didin, bi tenê ji % 28ê niştecîyên Greenlandê serxwebûnê naxwazin. Greenland wê di 11ê adarê de hilbijartinan li dar bixe. Parlamentoya Greenlandê bi dengdanekê …
Bêtir »Trump ambargo danî ser ICCyê
Trump bi biryarekeji nişkave, ambargo danî ser Dadgeha Sûc a Navneteweyî (ICC). Sebeba hêrsa Trump a li hemberê ICCyê biryara dadgehê ya li hemberê Netanyahu ye. ICC serokê Îsraîlê bi jenosîdê sûcdar kiribû û biryara girtina wî dabû. Donald Trumpê ku her kiryarê wî li cîhanê dibe sebeba nîqaşê, bela …
Bêtir »NY: Nabe Xeza bê valakirin
Neteweyên Yekbûyî got, nabe Amerîka Xezayê dewr bigire û filistînîyan ji vir veder bike. Îsraîl bersiv da û Neteweyên Yekbûyî bi cudakarî û dijberiya Îsraîlê sûcdar kir. Bertekên li dijî plana Trump a valakirina Xezayê zêde dibin. Piştî welatên ereb, Neteweyên Yekbûyî jî nerazîbûn nîşan da. Neteweyên Yekbûyî li dijî …
Bêtir »Trump dixwaze Amerîka Xezayê dewr bigire
Serokê Amerîkayê bi fikrên xwe yên derveyî adedî careke din ket rojeva cîhanê. Trump vê carê dixwaze filîstîniyên Xezayê bişîne welatên din. Trump ligel vê jî dixwaze Xeza radestî Amerîkayê bê kirin. Donald Trump piştî hevdîtina bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re fikra vederkirina filistînîyên Xezayê dûbare kir. Trump hem …
Bêtir »Çîn bi tarîfeyan bersivê da Amerîkayê
Çînê li hemberê Googleê lêpirsîn da destpêkirin. Pekîn tarîfeyên ji bo komir, LNG, petrola xam û hin berhemên Amerîkayê zêde kirin. Çînê di şerê bazirganîyê ya bi Amerîkayê re ket nava hereketê. Rêveberîya Pekînê li hemberê Googleê dest bi lêpirsînê kir. Ji bilî vê, Çînê tarîfeyên ji bo komir, LNG, …
Bêtir »Amerîka tarîfeyên Kanada û Meksîkayê taloq kirin
Amerîkayê di şerê bazirganîyê yê bi Kanada û Meksîkayê re paş ve gav avêt. Biryarên zêdekirina tarîfeyan heta 30 rojan hat taloqkirin. Serokê Amerîkayê Donald Trump di meseleya zêdekirina tarîfeyan de paş de gav avêt. Washingtonê ragihand, biryara zêdekirina tarîfeyan heta mehekê hatîye sekinandin. Berîya vê, Kanada û Meksîka soza …
Bêtir »Trump şerê bazirganîyê da destpêkirin
Trump di 1ê sibatê de tarîfeyên ji bo berhemên Kanada, Meksîka û Çinê dikevin Amerîkayê zêde kirin. Baca bazirganîyê ya herî zêde bi % 25an li hemberê Kanada û Meksîkayê hat ragihandin. Berhemên ji Çînê rastî tarîfeya ji % 10an hatin. Her sê welat biryar dan heman tarîfeyan li hemberê …
Bêtir »“Serdema zêrîn a Trump” û fikarên cîhanê
A.Rahman Çelîk Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump di destpêka deshilata xwe de hin peyam dan cîhanê. Trump biryarên ji qada enerjiyê heta gelemşeya koçberiyê, ji îstihdamê heta qadên teknolojiyê bi lez xistin meriyetê. Serokê Amerîkayê Donald Trump di destpêka wezîfeya xwe de ragihand ku “serdema zêrîn a Amerîkayê” dest …
Bêtir »Kopenhag Greenlandê diparêze
Hikumeta Kopenhagê ji bo pêşîya Trump bigire, pakêteke parastina Greenlandê ragihand. Mesrefên wê di çarçoveya pakêtê de bên kirin 2 mîlyar dolar in. Trump ev çendekî ye dibêje, ji bo berjewendîyên Amerîkayê ew dixwazin Greenlandê kontrol bikin. Denmark ji bo girava Greenlandê ji gefên dagirkirinê yên Trump rizgar bike, di …
Bêtir »Kolombîya peymana stûxwarîyê qebûl kir
Kolombîyayê di meseleya koçberan de li ber Amerîkayê stû xwar kir. Amerîkayê ragihand, Kolombîya hemû şertên wan qebûl kirine. Xebera ji Washingtonê belav bû, ji bo hikumeta Kolombîyayê bû sebeba şermê. Zext û zora Trump gav bi gav ji bo Amerîkayê encaman bi xwe re tîne. Kolombîyayê di meseleya koçberan …
Bêtir »Trump ji bo şerê Ukraynayê OPECê sûcdar kir
Donald Trump bi vîdyoyê tevlî Forûma Aborîyê ya Cîhanê bû. Serokê amerîkî welatên petrole hildiberînin bi berpirsîya berdewambûna şerê Ukraynayê sûcdar kir. Trump kengî û li ku derê biaxive, rasterast rojevê dîyar dike. Serokê nû yê Amerîkayê duh bi rêya vîdyoyê tevlî Forûma Aborîyê ya Cîhanê bû. Trump di axaftina …
Bêtir »Çawa 80 leşker girava 2.1 milyon km² diparêzin?
Meseleya Greenlandê ya bi saya Trump ket rojevê, sar nabe. Pirsa ‘ka bi 80 leşkeran Denmark dikare Greenlandê biparêze?’ tê kirin. Denmark ji ber van nîqaşan, soza zêdekirina tedbîrên parastinê da. Meseleya statuya Greendlandê bi hefteyane di qada dîplomasîyê de tê nîqaşkirin. Niha pirs ev e, Denmark dikare Greenlandê biparêze? …
Bêtir »Trump gefa ambargoyê li Putin xwar
Trump bi ambargoya aborîyê gef li Rûsyayê xwar: Serokê Amerîkayê di parvekirina xwe de wiha nivîsî: “Tu rêyeke din tune li ber min, encax ez dikarim bac, tarîfe û ambargoyan deynim ser bazirganîya Rûsyayê ya Amerîkayê û hin welatên din re.” Trumpê ku serokê herî nîqaşbar ê dîroka Amerîkayê ye, …
Bêtir »Trump Greenlandê ji bo Arktîkê dixwaze
Arktîk ku yek ji herêma herî aram a cîhanê ye bi lez tê mîlîtarîzekirin. Trump dixwaze bi rêya kontrola Greenlandê li herêmê hebûna xwe ya leşkerî xurt bike. Rûsya bi hêzên xwe yên deryayî û baregehên xwe yên li herêmê welatê herî xurt e. Meseleya Greenlandê bi saya gotinên nû …
Bêtir »Zelensky ji ber Trump pozîsyona xwe nerm dike
Tirsa ji Trump Zelensky neçar kir qala aştîyê bike. Zelensky li ser aştîyê axivî û got, “pêdivî bi 200,000 hêza aştîya ya ewrûpî heye.” Serokatîya Trump ji roja xwe ya ewil bandorê li çaralîyê cîhanê dike. Şerê Rûsya-Ukraynayê yek ji meseleyên bingehîn e ku Trump difikire bilez midaxale bike. Sekna …
Bêtir »
Infowelat Enformasyon Ji Bo Welat