Netanyahu ji bo qedandina agirbestê dilxwaz e

A.Rahman Çelîk

Xetereya xerabûna agirbesta Xezayê mezin dibe.

Piştî Trump, Netanyahû jî gef li Hamasê xwar.

Netanyahû got, eger rehîne neyên radestkirin wê agirbestê bi dawî bikin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahu jî da ser rêya Trump û gefa bidawîkirina agirbestê xwar.

Serokê şerxwaz wiha axivî:

“Eger hêsîrên hatibûn plankirin serbest bernedin, em ê agirbestê bi dawî bikin û êrîşên xedar pêk bînin.”

Donald Trump jî du roj berê piştî gefa li Hamasê, pêşniyazî Îsraîlê kiribû ku agirbestê bidawî bikin.

Hamasê bi hinceta Îsraîlê şertên agirbestê binpê dike, pevguhertina hêsîran dabû sekinandin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di mijara kontrola Amerîkayê ya li ser Xezayê israr dike.

Li ser pirsên rojnamevanan Trump wiha axivî:

“Li Xezayê tiştekî bê kirîn tuneye. Em ê wê derê dewir bigirin û têxin bin erkdariya Amerîkayê.”

Kralê Urdinê dengê xwe nekir

Kralê Urdinê Evdilayê 2. di hevdîtina bi Trump re nexwest li ser vê meseleyê biaxive.

Di heman meseleyê de Şêwirmendê Ewlekariyê yê berê yê dema Trump John Bolton jî axivî.

John Bolton helwesta Serokê Amerîkayê rexne kir, got:

“Felsefeyeke Donald Trump tuneye, daxuyaniyên wî ji bo Amerîkayê stratekjiyeke mezin a ewlekariyê pêk nayînin. Şêwaza wî Amerîkayê wê hin zêdetir ji hedefên wê dûr bixe.”

YE dixwaze li herêmê rol bigire

Li aliyê din, Yekîtiya Ewrûpayê jî dixwaze rola xwe ya li Rojhilata Navîn zêde bike.

Parlamentoya Ewrûpayê li bajarê Strasburgê yê Fransayê rûniştina Rojhilata Navîn li dar xist.

Di dema rûniştinê de rexneyên ku roleke bi bandor pêk nayîne li Yekîtiyê hat kirin û biryar hat dayîn ku rola YEyê li Rojhilata Navîn bê xurtkirin.

Foto: Benyamin Netanyahu/Peyama Kurd 

 

 

 

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Trump û Putin ji bo Ukraynayê dicivin

A.Rahman Çelîk  Lîderên Amerîka û Rûsyayê wê ji bo Ukraynayê hevdîtinekê bikin. Donald Trump xebera …