A.Rahman Çelîk
Trump ji bo aştiya Rûsya û Ûkraynayê zend û bendan badide.
Serokê Amerîkayê bi telefonê bi Vladimir Putin re axivî.
Paşê hat ragihandin, heyeteke Amerîkayê bi armanca gotûbêja detayên plana aştîyê vê hefteyê biçe Ewrûpayê.
Serokê Amerîkayê Donald Trump û serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn dawiya hefteyê bi rêya telefonê li ser bidawîkirina şerê Ûkraynayê axivîn.
Trump ji rojnameya New York Postê re got, Vladimir Pûtîn jî naxwaze mirov bimirin.
Trump îddia dike ku ew di hilbijartinên 2022yan bihatana ser kar wê şerê Ûkraynayê hîç pêk nehatiba.
Nûçe dibêje, cigirê serok James David Vance wê di Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê de bi erokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky re hevdîtinê pêk bîne.
Li alîyekî din, sedemên çima serokê Amerîkayê dixwaze Rûsya û Ukraynayê li hev bîne hêdî hêdî zelal dibe.
Axaftina her du lîderan ji alîyê Qesra Spî û Kremlînê ve nehat piştrastkirin.
Ji bo şerê Ûkraynayê bi dawî bibe, serokê Rûsyayê Pûtîn hezîrana borî hin şert dîyar kiribûn.
Putîn wiha axivîbû:
“Lazim e Ukrayna dev ji hedefa xwe ya bibe endamê NATOyê berde û leşkerên xwe bi temamî ji çar herêmên ku ji aliyê Rûsyayê ve tên kontrolkirin, vekişîne.
Waltz diçe Ewrûpayê
Li aliyê din, Şêwirmendê Ewlekariyê yê Amerîkayê Mike Waltz diyar kir, rayedarên payebilind ên rêveberiya Amerîkayê ji bo bidawîkirina şerê Ûkraynayê nîqaş bikin, vê hefteyê wê biçin Ewrûpayê.
Mike Waltz îddia kir ku rewşa aboriya Rûsyayê ne baş e û serokê Amerîkayê ji bo Vladimir Putin bikişîne maseya muzakereyê amade ye ku hin bacên gumrigê rabigihîne.
Dîtîna hin pisporên li ser vê leza Trump a ji bo aştîyê ev e, Trump çav berdaye mîneral û gaza Ûkraynayê.
Tê ragihandin, Trum dixwaze li berdêla garantiyên ewlekariyê, dixwaze bi serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky re peymaneke 500 milyon dolarî îmze bike.
Infowelat
—————————————————
Foto: Hevdîtineke Putin û Trump