Trump Greenlandê ji bo Arktîkê dixwaze

Arktîk ku yek ji herêma herî aram a cîhanê ye bi lez tê mîlîtarîzekirin.

Trump dixwaze bi rêya kontrola Greenlandê li herêmê hebûna xwe ya leşkerî xurt bike.

Rûsya bi hêzên xwe yên deryayî û baregehên xwe yên li herêmê welatê herî xurt e.

Meseleya Greenlandê bi saya gotinên nû yên Trump hebûna xwe ya di rojevê de didomîne.

Donald Trump vê carê got, “ji bo ewlehîya navneteweyî” kontrola Amerîkayê ya li ser Greenlandê ferz e.

Serokê nû yê Amerîkayê sebeba vê yekê jî hebûna Rûsyayê ya li herêma Arktîkê nîşan da.

Trump wiha axivî:

“Keştîyên Rûsyayê li her alîyê herêmê ne. Keştîyên Çînê li her alîyê herêmê ne. Ev keştîyên şer in. Û Denmark nikare ji bo vê tiştekî bike.”

Rûsya û NATO

Nexşeya polîtîk a Arktîkê/X

Rûsya di salên di dawîyê de hebûna xwe ya leşkerî li Arktîkê xurtir dike.

Hêzên Deryayî yên Rûsyayê li herêmê gelek caran tetbîqatan li dar dixin.

Çîn car caran tevlî van minawreyên leşkerî dibe.

Li alîyekî din NATO jî bi tevlîbûna endamên xwe yên li herêmê, li bakurê Norwêcê û deverên din ên Arktîkê tetbîqatan li dar dixe.

Bi vê pêşbirka leşkerî ya di navbera her du bloqên dijber de, Arktîk bi lez tê mîlîtarîzekirin.

Hêjayî gotinê ye, qismekî erdên heft endamên NATOyê dikevin nava herêma Arktîkê.

NATO dixwaze vê rewşê wekî firsend bikar bîne û di pêşbirka li Arktîkê de têkeve pêşîya Rûsyayê.

Infowelat

——————————————-

Foto: Tetbîqateke NATOyê ya li Arktîkê/X

Frederiksen Greenlandê bi Trump re axivî

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa: Peymana aştîyê bêyî me nabe

Trump bêyî welatên ewrûpî û Ukraynayê dixwaze bi Putin re aştîyê gotûbêj bike. Ewrûpa di …