Kolombîya peymana stûxwarîyê qebûl kir

Kolombîyayê di meseleya koçberan de li ber Amerîkayê stû xwar kir.

Amerîkayê ragihand, Kolombîya hemû şertên wan qebûl kirine.

Xebera ji Washingtonê belav bû, ji bo hikumeta Kolombîyayê bû sebeba şermê.

 Zext û zora Trump gav bi gav ji bo Amerîkayê encaman bi xwe re tîne.

Kolombîyayê di meseleya koçberan dawî li nîqaşa bi Amerîkayê re anî.

Amerîkayê ragihand, Kolombîya hemû şertên wan qebûl kirine û loma jî ew tarîfe û ambargoyan naxin merîyetê.

Daxuyanîya ji Qesra Spî wiha ye:

“Kolombîya hemû şertên Serok Trump qebûl kirin ku di nava wan de vederkirina koçberên îlegal yên ji Kolombîyayê û vegerandina wan a bi balafirên leşkerî yên Amerîkayê ya bê sînor jî hebûn.”

Mêrxasîya Petro demkurt bû

Xebera ji Washingtonê belav bû, ji bo hikumeta Kolombîyayê bû sebeba şermê.

Ji ber ku çend roj berê, Serokê Kolombîyayû Gustavo Petro bi Trump re ketibû nava gengeşîyê û di parvekirineke xwe de gotibû “blokeya ya te min natirsîne.”

Kolombîya berîya vê jî destûr nedabû balafirên Amerîkayê ku koçberên kaçax tê de bûn, dakevin Kolombîyayê.

Trump ji vê hêrs bûbû û biryara tarîfeya % 25 a li hemberê berhemên ji Kolombîyayê dabû.

Washington vê tarîfeyê di hefteyekê de derxistibû % 50.

Niha Serokê Kolombîyayê ji ber stûxwarkirina xwe ya li ber Trump li welêt rastî sûcdarîyên giran tê.

Meseleya bi Amerîkayê re tevlî alozîya dawî ya bi gerîlayên ELNê re wê serê Gustabo Petro hîn jî biêşîne.

Infowelat

————————————

Foto: Koçberên ji Kolombîyayê ku ji alîyê Amerîkayê ve tên deportkirin./X

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Greenland hilbijartineke krîtîk li dar dixe

Parlamentoya Greenlandê biryar da, di 11ê adarê de hilbijartin bên lidarxistin. Wisa xuya dike, wê …