Kopenhag Greenlandê diparêze

Hikumeta Kopenhagê ji bo pêşîya Trump bigire, pakêteke parastina Greenlandê ragihand.

Mesrefên wê di çarçoveya pakêtê de bên kirin 2 mîlyar dolar in.

Trump ev çendekî ye dibêje, ji bo berjewendîyên Amerîkayê ew dixwazin Greenlandê kontrol bikin.

Denmark ji bo girava Greenlandê ji gefên dagirkirinê yên Trump rizgar bike, di nava hewldanan de ye.

Hikumeta Kopenhagê ji bo pêşîya Trump bigire, pakêteke parastina Greenlandê ragihand.

Mesrefên wê çarçoveya pakêtê de bên kirin wê 2 mîlyar dolar bin.

Serokwezîra Denmarkê Mette Frederiksen xebera derbarê vê meseleyê de berîya geşta xwe ya ji bo paytextên Yekîtîya Ewrûpayê ragihand.

Frederiksen geşta xwe bi gotinên “yekitîya Ewrûpayê ya li ser Greenlandê” pênase dike.

Serokwezîra ciwan a Denmarkê ji bo pêkanîna hevgirtina ewrûpî ya di vê meseleyê de çû serdana Berlîn, Parîs û Brukselê.

Frederiksen di vê tûra dîplomasîyê de bi Olaf Scholz, Emmanuel Macron û şefe NATOyê Mark Rutte re hevdîtinan dike.

“Welatekî biçûk lê xwedî hevalbendên xurt”

Lîdera denmarkî, bi van gotinan hêvîya xwe ya ji bo piştgirîya Ewrûpayê dîyar kir:

“Denmark welatekî biçûk ê xwedî hevalbendên xurt in. Ew parçeyeke civaka xurt a ewrûpî ye. Em dikarin bi hev re li hember dijwarîyên li pêşîya me têkoşînê bikin.”

Trump ev çendekî ye dibêje, ji bo berjewendîyên Amerîkayê ew dixwazin Greenlandê kontrol bikin.

Denmark ku li Greenlanda otonom xwedî serwerîya polîtîk e, vê qebûl nake Amerîka Greenlandê tevlî erdên xwe bike.

Infowelat

—————————————-

Foto: Seokwezîra Denmarkê Mette Frederiksen/X

Çawa 80 leşker girava 2.1 milyon km² diparêzin?

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Greenland hilbijartineke krîtîk li dar dixe

Parlamentoya Greenlandê biryar da, di 11ê adarê de hilbijartin bên lidarxistin. Wisa xuya dike, wê …