NY: Nabe Xeza bê valakirin

Neteweyên Yekbûyî got, nabe Amerîka Xezayê dewr bigire û filistînîyan ji vir veder bike.

Îsraîl bersiv da û Neteweyên Yekbûyî bi cudakarî û dijberiya Îsraîlê sûcdar kir.

Bertekên li dijî plana Trump a valakirina Xezayê zêde dibin.

Piştî welatên ereb, Neteweyên Yekbûyî jî nerazîbûn nîşan da.

Neteweyên Yekbûyî li dijî plana serokê Amerîkayê DonaldTrump a ji bo kontrola Xezayê vederkirina filistînîyan bertek nîşan da.

Komîserê Bilind Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî Volker Turk li ser babetê wiha axivî: “

Şandina xezayiyan a welatên din, li gorî hiqûqa navneteweyî teqez qedexe ye.”

Volker Turk wiha dewam kir: Mafê tayinkirina qedera xwe têgeheke bingehîn a hiqûqa navneteweyî.”

Îsraîl bersiv da

Lêbelê daxuyanîya Neteweyên Yekbûyî hikumeta Îsraîlê aciz kir.

Wezîrê Karên Derve Gideon Saar Neteweyên Yekbûyî bi cudakarî û dijberiya Îsraîlê sûcdar kir.

Herwiha gefa vekişîna ji Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî li rêxistinê xwar.

Gideon Saar vekişîna Amerîkayê ji Konseyê û bidawîkirina fonên rêxistina alîkariya Filîstîniyan UNRWAyê bi kêfxweşî pêşwazî kir û got, ew ê jî bidin ser rêya Amerîkayê.

Trump roja Sêşemê rexne li rêveberiya Neteweyên Yekbûyî kiribû, gotibû Amerîka wê ji Konseya Mafên Mirovan a rêxistinê vekişe.

Bi heman daxuyanîyû, Trump fînansmana rêxistina Alîkariya Filîstînê UNRWAyê sekinandibû.

Infowelat

—————————————–

Foto: Ala Neteweyên Yekbûyî 

Trump dixwaze Amerîka Xezayê dewr bigire

infowelat.com

Li vê jî binêre

Pevçûnên durzî û ereban berdewam in

Suweydaya li başûrê Sûrîyeyê vediguhere navenda alozîya nû. Di encama pevçûnan dawî de zêdetirî 30 kes hatine …