Trump bi biryarekeji nişkave, ambargo danî ser Dadgeha Sûc a Navneteweyî (ICC).
Sebeba hêrsa Trump a li hemberê ICCyê biryara dadgehê ya li hemberê Netanyahu ye.
ICC serokê Îsraîlê bi jenosîdê sûcdar kiribû û biryara girtina wî dabû.
Donald Trumpê ku her kiryarê wî li cîhanê dibe sebeba nîqaşê, bela xwe di Dadgeha Sûc a Navneteweyî (ICC) da.
Trump bi biryara xwe ya ji nişkave, ambargo danî ser vê dadgehê.
Serokê Amerîkayê dijberîya li hember vê sazîyê wekî kiryarên berê bi rêya Biryarnameya Îdarê pêk anî.
Biryarnameyên Îdarî (EO) destûrê dide serokên Amerîkayê bêyî biryara Kongreyê biryarên giring bidin.
Di biryarê de hat diyarkirin, Îsraîl “hevalbenê nêzîk” ê Amerîkayê ye û biryara girtina Netanyahu ya ICCyê daye “ne rewa ye û tu bingeha wê tune yeç”
Sebeba hêrsa Trump a li hemberê ICCyê biryara dadgehê ya li hemberê Netanyahu ye.
ICCyê ji ber sûcên şer ên li Xezayê, par Netanyahu berpirs nîşan dabû.
Dadgehê bi lêpirsîna xwe serokê Îsraîlê bi jenosîdê sûcdar kiribû û biryara girtina wî dabû.
Serdana Netanyahu ya Washingtonê
Netanyahu di 4ê sibatê de ji bo hevdîtina Trump çûbû Washingtonê.
Piştî hevdîtinê Trump ragihandibû, Amerîka wê Xezayê dewr bigire û filistînîyan jî ji bişîne welatên din.
Ev jî di alozîya dawî ya di navbera filistînî û Îsraîlê de ji bo Netanyahu bû destekeke mezin.
DYA û Îsraîl ne endamê ICCyê be ku navenda wê li bajarê Den Haag ê Holandayê ye.
Loma jî herdu welat ne mecbur in biryarên dadgehê qebûl bikin û li gorî wan tevbigerin.
Infowelat