Greenland hilbijartineke krîtîk li dar dixe

Parlamentoya Greenlandê biryar da, di 11ê adarê de hilbijartin bên lidarxistin.

Wisa xuya dike, wê hilbijartin meseleya serxwebûna Greenlandê careke din derxe pêş.

Rapirsîyên dawî nîşan didin, bi tenê ji % 28ê niştecîyên Greenlandê serxwebûnê naxwazin.

Greenland wê di 11ê adarê de hilbijartinan li dar bixe.

Parlamentoya Greenlandê bi dengdanekê roja hilbijartinan dîyar kir.

Parvekirina serokwezîrê Greenlandê Mute Egede ya li ser mijarê careke din giravê xist rojevê.

Serokwezîr di parvekirina xwe de wiha nivîsî:

“Em di demeke giring de ne. Dema ku heta niha em li welatê xwe rastê wê nehatine. Ev ne dema em bi hev bikevin.”

Wisa xuya dike, wê hilbijartin meseleya serxwebûna Greenlandê careke din derxe pêş.

Rapirsîyên dawî nîşan didin, bi tenê ji % 28ê niştecîyên Greenlandê serxwebûnê naxwazin.

Partîya li ser kar Siumut plan dike, piştî hilbijartinan referanduma ji bo serxwebûnê li dar bixe.

Nexşeya Greenlandê

Trump Greenlandê xist rojevê

Greenland di bi gotinên Trump ên berîya hilbijartinên Amerîkayê hatibû rojevê.

Donald Trump ragihandibû, ji ber meseleya ewlekarîyê ew dixwazin Greenlandê têxin bin serdestîya Amerîkayê.

Ev gotin rastî reaksîyonên Denmark û Yekitîya Ewrûpayê hatibû.

Paşê, Denmark ji bo parastina Greenlandê pakêteke berfireh eşkere kiribû.

Greenland girava herî mezin a cîhanê ye û ji sedsala 19. û vir ve di bin serdestîya Denmarkê de ye.

Girav tevî nifûsa xwe ya 56,000 jî xwedî otonomîyeke berfirehe.

Infowelat

——————————————-

Foto: Dîmeneke ji Greenlandê/X

infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …