Çîn bi tarîfeyan bersivê da Amerîkayê

Çînê li hemberê Googleê lêpirsîn da destpêkirin.

Pekîn tarîfeyên ji bo komir, LNG, petrola xam û hin berhemên Amerîkayê zêde kirin.

Çînê di şerê bazirganîyê ya bi Amerîkayê re ket nava hereketê.

Rêveberîya Pekînê li hemberê Googleê dest bi lêpirsînê kir.

Ji bilî vê, Çînê tarîfeyên ji bo komir, LNG, petrola xam û hin berhemên Amerîkayê zêde kirin.

Tarîfeyên li hemberê gaza ronkirî (LNG) û komirê wê % 15 û yên ji bo petrol xam, alavên çandinîyê û hin wesayîtên ji Amerîkayê % 10 be.

Herwiha Çînê kontrola li ser firotina madeyên krîtîk ên Çînê yên ji bo Amerîkayê jidand.

Ev madeyên nirxa wan bilind in ev in: Tungsten, telûrîyûm, rutenyum û molîbdenûm.

Trump alozîyê dabû destpêkirin

Serokê Amerîkayê Trump di 1ê sibatê de tevlî Kanada û Meksîkayê, tarîfeya ji bo berhemên Çînê zêde kiribû.

Amerîkayê berevajîya tarîfeyên ji % 25ên ên li hemberê Kanada û Meksîkayê, ji bo Çînê tarîfeya ji % 10ê ragihandibû.

Roja duşemê jî Qesra Spî ragihandibû, Trump wê vê hefteyê bi Serokê Çînê Xi Jinping re bi telefonê biaxive.

Aborînas texmîn dikin, bi şerê bazirganîyê yê Trump da destpêkirin wê buhayê gelek berhemên li Amerîkayê zêde bibe.

Infowelat

—————————————

Foto: Ala Çînê 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Dadgeha Gelan Tirkîyeyê sûcdar dît

Dadgeha Gelan li Brukselê biryar da: Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê yên bêyî …