Tirsa ji Trump Zelensky neçar kir qala aştîyê bike.
Zelensky li ser aştîyê axivî û got, “pêdivî bi 200,000 hêza aştîya ya ewrûpî heye.”
Serokatîya Trump ji roja xwe ya ewil bandorê li çaralîyê cîhanê dike.
Şerê Rûsya-Ukraynayê yek ji meseleyên bingehîn e ku Trump difikire bilez midaxale bike.
Sekna Trump a xurt ji niha ve pozîsyona hişk a Volodimir Zelensky nerm kir.
Serokê Ukraynayê ku nedixwest paş ve gav bavêje, ji bo aştîyê xwe amade dike.
Lîderê ukraynî Forûma Aborîyê ya Davosê got, “Trump karsaz e. Ew dizane çawa zextan bike.”
Zelensky qala aştîyê kir
Zelensky qala aştîyê kir û da zanîn, ji bo parastina aştîyê “pêdivî bi 200,000 hêza aştîya ya ewrûpî heye.”
Zelensky ji bo xwe mafdar bike wiha axivî:
“Divê em ji bîr nekin, okyanûseke ku welatên ewrûpî ji Rûsyayê diparêze tune ye.”
Zelensky berî niha ji bo aştîyê vekişîna Rûsyayê ji hemû erdên Ukraynayê wekî şert danîbû.
Tirsa ji Trump
Çavkanîyên dîplomatîk radigihînin, ew ê Zelensky neçar dagirkirina hin erdên Ukraynayê qebûl bike.
Bêguman, ku ev pêk were div ê meseleyê de zextên Donald Trump diyarker bin.
Trump misêwaye dibêje, eger Ukrayna neyê ser maseya aştîyê ew ê alîkarîya xwe ta ji bo vî welatî bi dawî bike.
Amerîka dî warê alîkarîya aborî û leşkerî ya ji bo Ukraynayê welatê herî li pêş e.
Infowelat
———————————–
Foto: Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky/X