Google dilê Trump û yê Meksîkayê xweş kir

Google ji bo bikarhênerên li Amerîkayê navê Kendava Meksîkayê guherand.

Lê Google ji bo bikarhênerên xwe yên meksîkî navê Kendava Meksîkayê neguherand.

Bi vî awayî, Googleê hem dijberîya Trump nekir hem jî dilê meksîkîyan xweş kir.

Encamên polîtîkayên Trump gav bi gav di her qadê de bandora xwe nîşan dide.

Google ji bo bikarhênerên li Amerîkayê navê Kendava Meksîkayê guherand.

Google 11ê sibatê û pê ve ji bo kesên li Amerîkayê dijîn, navê Kendava Meksîkayê kir Kendava Amerîkayê.

Şîrketa amerîkî ragihand, ew binavkirina cografyayê li gorî navên fermî yên dewlet bi kar tînin dike.

Trump dema hatibû ser kar, bi biryarnameyekê navê esil ê Kendava Meksîkayê kiribû Kendava Amerîkayê.

Meksîka vê qebûl nekiribû û dîyar kiribû, ew ê navê Kendava Meksîkayê bi kar bîne.

Nav li Meksîkayê neguherî

Li alîyekî din, Googleê bi polîtîkaya binavkirinê ya dawî dixwaze dilê Meksîkayê jî xweş bike.

Google ji bo bikarhênerên xwe yên meksîkî navê Kendava Meksîkayê neguherand.

Bi vî awayî, Googleê hem dijberîya Trump nekir hem jî dilê meksîkîyan xweş kir.

Çiyayê Denali bû Çiyayê McKinley

Yek ji navê Googleê di nexşeyên xwe de guherand Çiyayê Denali ye.

Navê vî çîyayî wê di nexşeyên Googleê de êdî McKinley be.

Trump bi hinceta qedrê serokê berê William McKinley bê girtin, careke din navê wî li vî çîyayî kiribû.

Serokê Amerîkayê Barack Obama di 2015an de navê Çiyayê McKinleyê bi Çiyayê Denali ve guherandibû.

Obama bi vê navê esil ên xwecî bi kar danîn, ji niştecîyên Alaskayê re jest kiribû.

Infowelat

————————————–

Foto: Nexşeya Kendava Meksîkayê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …