Trump: Hevdîtinên ji bo Ukraynayê dest pê dikin

Trump ragihand, Putin amade ye ji bo şerê li Ukraynayê bi dawî bibe.

Li gorî plana aştiyê ya Trump, Ukrayna nikare bibe endamê NATOyê.

Herwiha, erdên dagirkirî yên Ukraynayê wê ji Rusyayê re bimîne.

Trump dîsa bi kiryareke xwe rojeva dîplomasîyê tevlîhev kir.

Serokê Amerîkayê ji bo bidawîkirina Şerê Ukraynayê bi telefonê bi Putin re axivî.

Trump ragihand, serokê Rûsyayê Putin ji bo aştîyê amade ye.

Lê gotinên Trump ên herî zêde balê kişandin derbarê Ukraynayê de bûn.

Trump got, ew qebûl dike Ukrayna nebe endamê NATOyê û ne mimkûne Ukrayna erdên wê yên hatine dagirkirin, ji nû ve bi dest bixe.

“Rûsya ji bo vî erdî şer kir”

Donald Trump sebeba çima Ukrayna nikare erdên xwe bi dest bixe wiha îzeh kir:

“Rûsya gelek erdan bi dest xist, wan ji bo vî erdî şer kir û gelek leşkerên xwe winda kirin.”

Lîderê amerîkî di di heman rojê de bi serokê Ukraynayê re axivî.

Zelensky bi parvekirineke xwe ya di medyaya civakî de qala axaftina bi rêya telefonê kir.

Trump got wê muzakereyên aştîyê dest pê bikin û di derbarê detayên plana de hinek agahî dan.

Serokê nû yê Amerîkayê got, ew û Putin wê li Erebistana Siûdî hevdîtinekê bikin.

Bi vê re jî wê şandeyên muzakereyên aştîyê yên her du welatan dest bi hevdîtinan bikin.

Hegseth: Vegera 2014an ne objektîf e

Dema Trump bi Putin re diaxivî, Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Pete Hegseth jî li Ewrûpayê derbarê heman meseleyê de diaxivî.

Hegseth di civîna wezîrên karên derve yên endamên NATOyê de bi vê hevokê derbeyeke din li planên Ukrayna û Ewrûpayê xist:

“Divê êdî em nas qebûl bikin ku sînorên berîya 2014an ên Ukraynayê ne hedefeke objektif e.”

Yekitîya Ewrûpayê di meseleya Ukraynayê de naxwaze Amerîka bêyî wan hereket bike.

Brukselê dixwaze bi rêya polîtîkaya zextan a mîlîtarîst Rûsyayê di muzakereyên aştîyê de zêdetir tawizan bide.

Infowelat

—————————————

Foto: Donald Trump

Trump ji bo Ukraynayê bi Putin re axivî

infowelat.com

Li vê jî binêre

Yekitîya Ewrûpayê ji bo Sûrîyeyê civîya

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo piştgirîya bi Sûrîyeyê re îro li Brukselê civîya. Wezîrê Karên Derve …