Trump baca ji bo pola û alumînyûmê ji % 25 zêde kir.
Biryara zêdekirina baca polayê wê herî zêde li ser Kanadayê bandorê bike.
Lîderê amerîkî yê karsaz şerê bazirganîyê li hember welatên din kûr dike.
Trump vê carê baca bazirganîyê ya pola zêde kir.
Bi biryara dawî, wê tarîfeya polayê dikeve bazara Amerîkayê dibe ji % 25.
Heman tarîfe li hemberê alûmînyûmê jî wê têkeve merîyetê.
Biryara zêdekirina baca polayê wê herî zêde li ser Kanadayê bandorê bike.
Ji ber ku li cîhanê herî zêde Kanada pola difroşe DYAyê.
Brazîl, Meksîka û Koreya Başûr welatên din in ku pola difroşin Amerîkayê.
Trump di daxuyanîya xwe de ragihand, ew ê di meseleya baca berheman de bersivê bide hemê welatan.
Ev jî tê vê wateyê, kîjan welat li hemberê Amerîkayê biryara çi tarîfeyê bide wê Amerîka jî heman tarîfeyê derbarê wan de rabigihîne.
525 mîlyar dolar berhem
Hêjayî gotinê ye, Donald Trump di dema rêveberîya xwe ya 2017-2021an de de jî baca ji bo polayê zêde kiribû.
Trump ragihandibû, armanca van tedbîran parastina sanayîya Amerîkayê ye.
Li alîyekî din, Goldman Sachsê derbarê şerê bazirganîyê yê di navbera Amerîka-Çînê de agahîyeke balkêş da.
Goldman Sachsê dîyar kir, tarîfeyên Çînê bandorê li 14 mîlyar dolar berhemên Amerîkayê dike lê belê yên Amerîkayê bandorê li 525 mîlyar dolar berhemên Çînê dike.
Infowelat
—————————————————
Foto: Hilberîna pola/X