Denmarkî henekên xwe bi Trump kirin

Denmarkî bi rêbazeke afirîner bersiva gefa Trump a ji bo Greenlandê dan.

Bi daxwaznameyeke qerfî ya online, denmarkî dixwazin Kalîfornîyayê bikirin.

Heta niha 200,000 denmarkî vê belgeya qerfî îmze kirin.

Gotinên Trumpê bi hêza xwe pir bawere, gelek caran dibe sebeba qerf û henekan.

Denmarkî bi rêbazeke afirîner henekê xwe bi serokê Amerîkayê kirin.

Bi daxwaznameyeke qerfî ya online, denmarkî dixwazin Kalîfornîyayê bikirin.

Bi vê rêbazê, denmarkî dixwazin bi qerf û henekan bersivê bidin daxwaza Trump a ji bo Greenlandê.

Di daxwaznameyê sebeba çima divê Denmark Kalîfornîyayê bikire wiha tê îzehkirin:

“We qet li nexşeyekê nêrî ye û wiha fikirî ye: ‘Hûn dizanin pêdîviya Denmarkê bi çi heye? Zêdetir tav, darên hîndê û patenan. ’Niha, di hemû jiyana me de cara ewil firsendeke pêkanîna vê xewnê ketîye destên me. Werin em Kalîfornîyayê ji Donald Trump bikirin.”

Heta niha 200,000 denmarkî vê belgeya qerfî îmze kirin.

Hedefa daxwaznameya qerfî berhevkirina 500,000 îmzeyan e.

Armanceke din jî têra xwe qerfî ye ku berhevkirina 1 trîlyon Euro ye.

Beşeke ji daxwaznameyeke qerfî ya denmarkîyan: Sernivîs: Çima Kalîfornîya?/Denmarkification.com/

Meseleya Greenlandê

Donald Trump ji 2019 û vir ve dibêje, divê Amerîka Greenlandê ji Denmarkê bikire an ev nebe, bi rêbazeke din kontrol bike.

Greenland girava herî mezin a cîhanê ye û li herêma Arktîkê ye.

Girava xwedî otonomîyeke berfireh, di bin serwerîya Denmarkê de ye.

Ne Denmark ne jî Greenland ne qayile girav têkeve bin kontrola Amerîkayê.

Infowelat

—————————————–

Foto: Ala Denmarkê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Jin û wêjeya kurdî mijara panelekê bûn

Beledîyeya Peyasê bi dirûşmaya “di wêjeya kurdî de tekoşîna jinan” li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan panelek …