Serokê Amerîkayê bi fikrên xwe yên derveyî adedî careke din ket rojeva cîhanê.
Trump vê carê dixwaze filîstîniyên Xezayê bişîne welatên din.
Trump ligel vê jî dixwaze Xeza radestî Amerîkayê bê kirin.
Donald Trump piştî hevdîtina bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû re fikra vederkirina filistînîyên Xezayê dûbare kir.
Trump hem got “Xezayî jî jiyaneke xweş heq dikin ” hem jî da zanîn li Xezayê cîyê filistînîyan tune ye.
Serokê amerîkî dibêje Xeza radestî Amerîkayê bê kirin û ji nû ve bû avakirin.
Li gorî vê planê, ji bo aştî û ewlehîya herêmê pêdivî bi vederkirina xezayîyan heye.
Donald Trump nav neda, bes ji gotinên wî tê famkirin Xezayî wê li şeş welatan bên bicîkirin.
Trumpê wekî ku qet haya wî ji rewşa herêmê tune be dîyar kir, Xeza bi dehan salane bûye sembola mirin û rûxandinê.
Li gorî fikrên wî nîqaşbar, xezayî ji bêçaretîyê herêmê dimînin.
Trump van gotinên xwe yên sosret wiha dom kirin:
“Xezayî jiyaneke xweş heq dikin. Lazime parçeyeke axê ya xweş û nû bidin xezayiyan û hin kes jî ji bo avakirina wê pereyan bidin.”
Donald Trump diyar kir, li gorî pêdiviyê wê leşkeran jî bişînin herêmê bombeyên neteqiyayî paqij bikin.
Herwiha, Trump îdîa kir hikûmeta Erebistana Siûdî ji bo avakirina dewleta Filîstînê ne xwedî sekneke cidî ye.
Beriya çendekê, Wezareta Karên Derve ya Erebistana Siûdiyê diyar kiribû ku heta Dewleta Filîstînê ya bi awayê navneteweyî bê naskirin neyê avakirin, wê têkîliyên bi Îsraîlê re normalîze nekin.
Infowelat
————————————————-
Foto: Trump û Netanyahu li Qesra Spî.