A.Rahman Çelîk
Rageşiya di navbera Tirkiye û Îranê de, di demên dawî de zêde dibe.
Tehranê bertek nîşan da bertekên Tirkîyeyê û sefîrê wê vexwend Wezareta Karên Derve ya Îranê.
Rageşiya di navbera Tirkiye û Îranê de, di van demên dawîn de zêde dibe.
Wezareta Karên Derve ya Îranê sefîrê Tehranê yê Tirkiyê di 3yê adarê de vexwend wezaretê.
Medyaya Îranê îddia dike ku Îran bertekan nîşanî rexneyên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan daye.
Hakan Fîdan di 26ê sibatê de di televizyona El Cezîreyê de polîtîkayên Îranê rexne kiribûn.
Çi gotibû Hakan Fîdan?
Fîdan li ser pirseke têkîlî piştevaniya QSDê wiha axivîbû:
“Dema hûn piştevaniyê bidin hin komên li welatekî din û aciziyê pêk bînin, wî welatî jî wê piştevaniyê bide hin komên li nav we û wê we pê aciz bike.”
Wezîrê Tirk ê ku di her firsendê de dijminatiya kurdan derdixe pêş, xwestibû bi van gotinan bêje Îran naxwaze ji herêmê vekişe û piştevanîya QSDê dike.
Gotinên Hakan Fîdan ên dumahîkê hetîketiyeke dîplomatîk pêk tîne.
Hakan Fîdan pê re jî got:
“Dema hûn nexwazin kes keviran bavêjin camên we, divê hûn jî keviran navêjin camên kesên din.”
Li ser van gotinan rayedarên payebilind ê şêwirmendê stratejî û têkîliyên derve Alî Ekber Velayetî bi van gotinan Hakan Fîdan hişyar kiribû:
“Rayedarên tirk qaîdeyên protokola dîplomatîk bin pê dikin. Eger weha dewam bikin wê zirarê bidin têkîliyên di navbera herdu welatan de.”
Îranê hişyar kir
Cîgirê Wezareta Karên Derve ya Îranê û Midûrê Giştî yê Deryaya Navxweyî û Rojhilatê Ewrûpayê Mehmûd Heydarî jî heman hişyarî dabû, gotibû:
“Van daxuyaniyên ku tu eleqeya wan bi rastiyê tuneye rageşî û nakokiya di navbera herdu welatan de mezin dike.”
Mehmûd Heydarî wiha gotinên xwe berdewam kiribû:
“Heta ku Tirkiye di aleyhê me de dixebite, bila hemû enerjiya xwe bide Îsraîlê û pêşiyê li çalakiyên wê yên bêîstikrariyê mezin dike bigire.”
Piştî ku wezareta Îranê sefîrê Tirkiyê vexwend, dewleta tirk jî li beramber sefîrê Îranê vexwend wezareta xwe ya karên derve.
—————————————
Foto: Hevdîtîna Îbrahîm Raîsî û Tayîp Erdogan