Rûsya xwe amade dike bi awayekî fermî hikumeta Talîbanê nas bike.
Talîbanê bi daxuyanîyekê ragihand, Rûsya ji bo venasînê “biryareke wêrek” daye.
Rûsya xwe amade dike bi awayekî fermî hikumeta Talîbanê nas bike.
Talîbanê bi daxuyanîyekê ragihand, Rûsya ji bo venasînê “biryareke wêrek” daye.
Wezîrê Karên DerveTalîbanê Emir Xan Muttaqî di daxuyanîya xwe ya bi vîdyoyê de li ser mijarê wiha axivî:
“Ev biryara wêrek ji bo hinekan wê mînak be…Niha prosesa venasînê dest pê kir. Rûsya di pêşîya hemûyan de ye.”
Berîya daxuyanîyê, wezîrê Talîbanê bi sefîrê Rûsyayê yê Afganistanê Dîmîtrî Zîrnov re li Kabîlê hevdîtinekê kir.
Sefîrê Rûsyayê jî li ser meseleya venasînê van gotinan kirin:
“Em bawer dikin gava venasîna fermî ya Mîrektîya Îslamî ya Afganistanê wê di hin qadan de hevkarîya dualî ya di navbera her du welatan de pêş bibe.”
Herwiha, wezîrê rûs got, Rûsya wê ji bo têkoşîna bi terorîzm û trafîka tilyakê alîkarîya Afganistanê bike.
Talîbanê di şerê 2021an de hikumeta hevalbendê Amerîkayê têk biribû û Afganistanê xistibû bin kontrola xwe.
Ji wê demê û vir ve Talîban Afganistanê bi rejîmeke îslamî birêve dibe.
Paşxaneya venasînê
Rûsyayê ji sala 2022an û vir ve dîplomasîya xwe ya bi Talîbanê re zêde kiribû û venasîna rejîma Talîbanê hatibû rojevê.
Moskowê ji bo bingeha vê amade bike Talîbanê ji lîsteya rêxistinên terorê derxistibû.
Ji destpêka serwerîya wê û heta niha, welatên cîhanê hikumeta Talîbanê bi fermî nasnekiribûn.
Çîn û Pakistan sefîrên Talîbanê qebûl kiribûn û lê gava venasînê navêtibûn.
Rûsya bi vê pengava xwe ya dîplomatîk dixwaze tevlî Afganistanê, li herêma Asyaya Navîn hebûna xwe xurtir bike.
Infowelat
—————————————————-
Foto: Hevdîtina wezîrên Rûsya û Talîbanê