Paytexta Belçîkayê Bruksel tam salekê ye li bende hikumeta xwe ye.
Ev rewş roj bi roj li Brukselê acizîyên welatîyan û bi taybetî jî gazinên sektora kar zêdetir dike.
Bi armanca protestoya partîyên sîyasî, di 9ê hezîranê de ku salvegera hilbijartinê ye, li navenda bajêr Pîknîkeke Sivîl hat lidarxistin.
Paytexta Belçîkayê Bruksel tam salekê ye li bende hikumeta xwe ye.
Belçîka di 9ê hezîrana 2025an de ji bo hilbijartina federal, ewrûpa û herêmî çû ser sindoqan.
Piştî hevdîtinên dijwar ên 8 mehan hikumeta federal hat avakirin.
Herwiha di heman prosesê de herêmên Flander û Walonya jî bûn xwedî hikumetên xwe.
Mixabin partîyên sîyasî yên flaman û fransîaxêf ji bo avakirina hikumeta herêmî ya Brukselê heta niha lihev nekirin.
Ev rewş roj bi roj li Brukselê acizîyên welatîyan û bi taybetî jî gazinên sektora kar zêdetir dike.
Bi armanca protestoya partîyên sîyasî, di 9ê hezîranê de ku salvegera hilbijartinê ye, li navenda bajêr Pîknîkeke Sivîl hat lidarxistin.

Pêşengîya çalakîyê ji alîyê însîyatîfa Respect Brussels (Rêzê ji Brukselê re bigirin) ve hat kirin.
Li derdora 500 kesî li ser vexwendina însîyatîfê tevlî pîknîkê bûn ku li pêşîya Borsaya kevn a Brukselê hat lidarxistin.
Welatîyên tevlî çalakîyê bûn, ji partîyên sîyasî daxwaz dikin rojeke berîya rojekê hikumeta Brukselê damezrînin.
Sektora kar jî reaksîyonên xwe yên li hemberê vê rewşê her ku diçe zêdetir dikin.
Rojnameya Brussels Timesê ku xwe spart hevpeyvînekê ragihand ku niha deynê Herêma Brukselê bûye 14 milyar Euro.
Li gorî heman nûçeyê, ji ber ku hikumet nehatîye damezrandin, rojane zirara aborî ya Brukselê 4 milyon Euro ye.
Çawa hikumeta Brukselê ava dibe?
Herêm-Paytext a Brukselê bi 45 wekîlên parlamentoyê herêmî tê avakirin.
Krîtereke giring a ji bo avakirina hikumetê, temsîlîyeta piranîya kursîyên komên her du zimanan e (fransî, flamanî)
Anku divê herî kêm 9 kursî bikeve destên holandîaxêvan û herwiha fransîaxêv jî bibin xwedîyê 37 kursîyan.
Herêm-Paytext a Bruksel ji 19 şaredarîyan pêk tê û nifûsa wê 1,200,000 e.
Infowelat
—————————————-
Foto: Dîmeneke ji çalakîya li Brukselê