Hevpeyvîn: Necat Ayaz
Heta em nebin kurd em nikarin bibin înternasyonalîst. Li tu alîyê dinyayê miletên ku xwedîtî li nirxên xwe nekiribin nebûne înternasyonalîst. Dema tu vê nekî, înternasyonalîzma te xapînok e. Li gelên bindest înternasyonalîzmeke bi vî rengî tê ferzkirin ku ji xwe dûr bikevin.
Osman Ozçelîk sîyasetmedarekî kurd e ku li derveyî adetên sîyaseta heyî, bi kurdî dinivîse. Ozçelîk ji salên 1970an û vir ve di nava polîtîkayê de ye û şahidîya pêncî salên dawî ya dîroka polîtîk a bakurê Kurdistanê kirîye. Sîyasetmedar û entelektuelê kurd, ji ber zilma dewleta tirk wekî bi hezaran welatparêzên kurd terka Bakur kirîye û li Swîsreyê bi cî bûye. Nivîskar niha hewl dide penaberîyê veguherîne yek ji qonaxeke berhemdarîya xwe ya edebî. Me bi taybetî ji bo şahidîya wî ya dirêj û nivîskarîya wî ya bi kurdî, bi Ozçelîk re hevpeyvînê kir. Pirtûka Sêvdîn-Mîrê Kela Rebetê û xebatên ziman ên li Bakur ligel dîtinên li ser polîtîkaya kurd, mijarên hevpeyvînê ne.
Romana we ya bi navê “Sêvdîn-Mîrê Kela Rebetê“xwendinek edebî ya li ser perîyodeke giring a dîroka kurdan pêşkêş dike. Mîstífîkasyona dîroka kurd a ku bi kêrî netewperwerîya kurdan tê, dikare bi aliyê progresîst a Şoreşa Kurd re li hev bike?
Dema dagirker welatekî dagir dikin, ne tenê nirxên sererd û binerd dagir dikin; dîrok, çand, ziman û mêjîyê wan jî dagir dikin. Dagirker ewqas wan biçûk dikin ku dixwazin endamên neteweyên bindest, êdî ji xwe şerm bikin. Di encamê de endamên neteweyên bindest; xwe, zimanê xwe, çanda xwe nehêja dibînin û dibin dijberên netweyeyê xwe. Bi demê re ew dibin hezkiriyên dagirkerên xwe.
Di konteksta kurdan de, ew kesên ku bi koçberî, bi hezaran kîlomêtro ji dûr ve hatine; li malên me bûne mêvan, bûne cotkarên me, bûne xulamên qesrên mîrên me û hwd. Paşê bi awayekî bûne serdestên me û înkara ziman, çand û hebûna me kirine. (Ev mijareke pir kûr e û hêjaye dîrokzan û civaknasên kurd vê mijarê vekolin)
Em bê navber, li Mezopotamyaya Jorîn ku navenda şaristanîya cîhanê ye, jiyane. Kurdan li ser vê erdnîgariyê gelek dewlet û împaratorî ava kirine, şaristaniya (medeniyeta) ku gelê me ava kiriye, li ser gelên cîran û çanda wan bandoreke mezin hiştiye.
Mixabin dagirkeran ev rastî înkar kirine û bi me jî dane qebûlkirin. Loma, divê em bizanibin ku dîroka bi destê dagirkeran hatiye avakirin û nîvîsîn, ji rastiyê dûr e. Divê rewşenbîr, lêkolîner û nivîskarên kurd, bi awayekî rast û zanyarî dîroka xwe şanî neteweyê xwe û cîhanê bidin.
Hûn dixwazin bêjin ev hewldana we ya vekolîna edebî xizmetê ji Şoreşa Kurd re dike?
Armanca sereke ya edebiyatê ango wêjeyê, bi rêya ziman afirandina hestên xweş, zewqeke estetîk e. Belê bo me kurdan divê wêje; li gel afirandina van hestan û jê bilindtir, rolekê bigire. Divê nivîskar û hunermend bi berhemên xwe, potansiyela bilind a hêza zimanê qedexekirî, astengkirî, ji bîra kûr a gelê xwe yê kevnar derxîne; bi berhemên wêjeyî, bi hunerên bedew û bi zimanekî estetîk pêşkêşî gel bike, ango xizmetê ji vejîna ziman re bike. Di aliyê din de, divê nivîskar, bi berhemên xwe, li hember derewkariya dagirkeran raweste. Bi zimanekî zelal rastiya gelê xwe vebêje, hişmendiya şêlûkirî ji qirijê paqij bike. Romana “Sêvdîn-Mîrê Kela Rebetê“ û xebatên min ên din, bi van hest û ramanan hatine nivîsîn.

Tevî ku padîşahên Osmanî, tirkbûn qebûl nedikirin jî, tirk ji “Deli İbrahîm“ bigire heta qatilên kuren xwe, ji padîşahên Osmanî re dibêjin, “ceddimiz“ û bi wan fexir dikin, pesnê xwe didin. Belê, ji ber ku ji me re dewleteke kurd nehiştiye; em xwedîtiyê li Selahaddîn Eyûbî nakin. Dîroknûsên Ewropî hemî, Selaheddîn wek padîşahekî kurd ê qehreman, adil, nefsbiçûk û rêzdar didin nasîn.
Tu kesî di wê sedsalê de ji gelê xwe re dewlet ava nekirine. Mîr, beg, siltan, împarator hene lê ew jî malbat in, eşîr in. Ji xwe re dewlet ava kirine lê ne ji gelê xwe re. Erê, Selahedîn ji îslamê re xizmet kirîye, lê ew kurd bû, bi kurdî diaxivî û bi taybetî jî apê wî Şêrgo kurdperwer bû. Divê em bi çavên sedsala 21an sedsala 12an şîrove nekin. Di romanê de min xwest ez vê nakokiyê zelal bikim.
Romanên li ser dîrokê karakterên jibîrbûyî yên dîroka kurdan jinûve zindî dikin, dikarin bandoreke çawa li roja îro bikin?
Em dîroka xwe nizanibin em ê nikaribin siberojekê ava bikin. Ji bo em bikaribin vê bikin divê em xwe nas bikin. Divê em bi çavên dagirkeran li xwe nenêrin. Dagirker me nehêja dikin. Ez dixwazim ev ruh di kurdan de ava bibe ku em ji dagirkerên xwe ne kêmtir in. Pir dîyare ku em ji van kevnaretir in û çand û zimanê me ji yên wan pêşketîtir e. Divê em dîroka xwe û nasnameya xwe ya çandî-zimanî bizanibin da ku siberojeke azad û demokratîk ava bikin.
Ev wekî bersiveke ji sîyaseta rijî re jî ku dûrî dîroka kurd e, herdem di slogana «biratîya gelan» de israr dike û vê yekê wekî xeteke înternasyonalîst nîşan dide.
Belê. Heta em nebin kurd em nikarin bibin înternasyonalîst. Li tu alîyê dinyayê miletên ku xwedîtî li nirxên xwe nekiribin nebûne înternasyonalîst. Dema tu vê nekî, înternasyonalîzma te xapînok e. Li gelên bindest înternasyonalîzmeke bi vî rengî tê ferzkirin ku ji xwe dûr bikevin. Di ciwanîya xwe de me bawer dikir ku bi sosyalîzmê em ê bibin înternasyonalîst û dema em gihiştin vê astê, em ê azad jî bibin. Paşê hat famkirin ku heta em li nirxên xwe yên neteweyî xwedî dernekevin, em ne dikarin bibin înternasyonalîst ne jî dikarin bibin sosyalîst. Her wisa heta kurd, nebin kurd, nikarin bibin misilman jî.
Ligel nivîskarîya xwe, we di hewldanên sazîbûna qada ziman de jî roleke girt ser xwe. Hûn di destpêka damezrandina wê de yek ji rêveberê Akademîya Ehmedê Xanî bûn. Hûn jî dizanin meseleya damezrandina akademîyên ziman parçeyeke projeya netewesazîyê ye û loma jî li cîhanê akademîyên bi vî rengî xwedî prestîj in. Akademîya Ehmedê Xanî jî di destpêkê de hêvîyeke wiha di nava aktîvîstên kurdî de çêkir, lêbelê ev proje neçû serî. Çima?
Dema wekîltîya min qedîya, min nexwest careke din bibim namzetê parlamenteriyê. Min ji meclîsa tirkan hez nekir û min fam kir ku tiştekî me di wir de tune. Min berê xwe da karê ku min jê hez dikir. Min giranî da ser xebatên çand û ziman. Meseleya rêveberîya min a di vê akademîyê de weha dest pê kir.
Berîya wê jî, min li “Kurdî-Der“ê dersên, “telafuz/pronotiation“ bilêvkirina peyvên kurdî, rastxwendin û rastnivîsîna kurdî, amade kir. Li Amedê û li Wanê min ders pêşkêşî mamosteyên Qursên Kurdî kirin. Min heman ders di akademîyê de jî, di pola mamosteyên zimanê kurdî de, da.
Dema meşandina van xebatan, atmosfereke aştîyê hebû û dewletê jî ji bo meşandina xebatên çand û ziman piçekî rê vekiribû. Di nava van şert û mercên guncaw de “TZP-Kurdî“; “Akademîya Ehmedê Xanî“ ava kir. Gelek xebatên hêja jî hatin kirin. Mixabin akademî zêde temendirêj nebû, ji ber ku dema aştîyê bidawî bû û “şerê xendekan“ dest pê kir. Dewletê hemû sazîyên kurdan girtin. “Enstîtuya Kurdî“, “Kurdi-Der“ û “Akademîya Ehmedê Xanî“, “Dibistanê Seretayî“ li Amedê hatin qedexekirin.
Em dikarin navê akademîyê ku xwedî giranîyeke li vê xebata hûn qal dikin bikin? Dema qala akademîyeke ziman tê vekirin divê departmenên wekî fîlolojî, lîngûîstîk hwd. hebûna û kesên pisporê van karan tê de cî girtibana. Herwiha, butçeyeke li gorî van xebatên giranbuha divê bihatana terxankirin.
Akademî, bi fermî wekî komeleyekê hatibû avakirin. Derfet kêm bûn. Akademîsyenên ziman ên gihiştî tê de tune bûn. Akademisyen, li zankoyan (unîversîteyan) digihêjin. Zankoyên me nîn bû û hê jî nîn in. Em dildarên ziman û çanda xwe bûn, me bi qasî derfetên takekesî xwe gihandibû. Divê em vê xebatê wek daxwaza pêşxistina avakirina akademîyekê bibînin. Bi qasî derfetên komeleyeke xebat pêk dihat.
Derfetên fînansî ji bo vê xebatê hatibûn terxankirin?
Şaredariyên me, li gelek taxên Amedê avahiyên prefabrîk amade kiribû û dabû xizmeta gel. Şaredariya Peyasê jî avahiyeke wisa ji me re terxand. Wê demê li bajarên Kurdistanê dibistanên kurdî dihatin vekirin û pêdîvîya wan bi mamosteyan hebûn. Loma jî akademî, di alîkî de ji bo perwerdeya mamosteyan xebat dikir, di aliyekî din jî qursên kurdî dida şêniyên taxê. Di van qursan de bi hezaran kes hînî xwendin û nivîsîna kurdî bûn.
Hûn di vê meseleyê de esas dewletê rexne dikin. Tu dixwazî bêjî polîtîkayeke me ya ziman hebû, û derfetên ji bo meşandina xebatên ziman tevlî çavkanîyên fînansî hebûn?
Na. Çavkanîyên fînansî têr nedikirin. Tu sazîyên me yên ku akademîyê fînanse bikin tune bûn. A rast, ev karên mezin, berpirsiyariya dewletan e. Û em bê dewlet, bê statu ne. Heta kurd nebin xwedî statuyeke fermî, kurdî nebe zimanê saziyên dewletekê, nebe zimanê perwerdehîyê û her wiha zimanê bazirganîyê, em tenê dikarin bi van derfetên biçûk, ziman û çandê li ser pêyan bihêlin.
Dema hûn dibêjin «dewlet» statuya konfederal, federal an otonom a di bin banê dewletekê de jî dikeve nava vê pênaseyê?
Bêguman erê. Niha li Başûr 3-4 zanîngeh hene û xwendekarên wê bi kurdî, erebî û îngilîzî dîplomayên xwe digirin. Loma jî ji bo meşandina karên ku em qal dikin statuya polîtîk a kurdan û butçeyeke têrtije pêwîst e. Wekî encam, ez dikarin bêjim derfetên me yên ji bo meşandina vî karî kêm bûn, lê kedeke mezin hebû.
Meseleya nasnameya sivîl a qada polîtîk a legal û balansa legal/îlegal herdem meseleyên şoreşan e. Tê gotin, Di konteksta kurd de ev balans bi demé re xera bûye. Hûn wekî ji destpêkê ve endamekî siyaseta kurd a legal in, dixwazin ji me re çi bêjin?
Belê, ev hêjayî nîqaşê ye. tiştên em wekî şexs şahid bûne jî hene. Di vê meseleyê de rewşa me ne wekî mînakên din ên cîhanê ne. Dewleta li hemberê me wek çeteyan tevdigere. Ne ku berê dewletek hebû û çeteyek ketîye navê. Lêbelê çeteyek mezin bûye û bûye dewlet. Helwesta dewleta heyî, mixabin wisa ye. Demokrasîya wan li ser kaxizê ye. Destûra xwe ya bingehî nas nakin. Ji ber vê rewşê sazîyên me yên sivîl jî mîna îllegal hatine qebûlkirin. Bi kedeke mezin sazîyên me li ser lingan mane.
Li alîyê din jî, Ji ber ku rêxistina sereke PKK, wek rêxistineke çekdar ava bûbû, li gel rêxistinê xebatên demokratîk ên sivîl di asta duyem de dima. Bawerîya rêxistinê ev bû ku, heta di şer de serkeftin pêk neyê; di warê xebatên demokratîk, ziman, akademîk, zanyarî de jî, pêşketin wê pêk neyê.
Yanî xebatên sivîl wekî xebatên ku şer temam dikir û xwedî giringîyeke duyemîn bûn dihatin dîtîn.
Ez avakarê HEPê me. (Partiya Keda Gel-1990). Em 82 kes bûn. Gava me HEPê ava kir, PKKê li hember HEPê helwestek nîşan da. Wan got, «dewletê partî ava kirîye û dewlet dixwaze kurdan li hemberî me bi kar bîne. » Dawîyê hat dîtîn ku HEP partîyeke sosyal-demokrat e, ji bo demokratîkbûna Tirkîyeyê û mafên kurdan kar dike. Yanî sazîyên îlegal ên kurd, hemûyan dîtîn ku di qada partiyeke legal de jî derfeta pêşveçûnê heye û loma xwestin bi kadro, endam û alîgirên xwe yên sîvîl, di nav partiyê de bixebitîn. Bi demê re hin rêxistinan bi tevahî illegalîte terikandin. Bi xwezayî di nava gel de, alîgirên PKKyê, ji yên din pir zehftir bûn û bi bandortir bûn.
Yanî dîsa em vegerin pirsa xwe ew balans hebû an bi alîyê îlegalîteyê de xera bûbû ?
Kîjan rêxistin xurt be bandora wê zêdetir çêdibe. Ev yek ne bi zorê, lê bi rengekî xwezayî çêbû. Û ev nayê vê wateyê ku hemû biryar bi hukmê qada îlegal hatine dayîn. Di dema me de, me biryarên xwe di nava azadîyê de dida. Gelek caran min berpirsîya hilijartinê kir û namzetan me li gor daxwazên gel, bi destê navenda partiyê dihat tesbîtkirin.
Tu qala dema HEP û HADEPê dikî. Piştî herdu partîyan, bi bandora îlegal sentralîzasyona di meseleya biryardayînê de girantir bû.
Erê, ez qala wê demê dikim. Tiştên ne bi dilê rêxistinê bin rastî îtirazê dihatin. Ev jî divê normal bê dîtin. Bo nimûne mirov dikare li rastîya malbatên ku zarokên wan tevlî şer bûne an di girtîgehê de ne û ew bi xwe jî di partîya legal de polîtîkayê dikin, binêre. Çawa mirov dikare li dijî xeta zarokên ku van malbatan temsîl dikin, bibî xwedî helwest? Tiştekî ne xwezayî ye ev. Dema tu vê bikî, tu bingeha xwe winda dikî. Gel, ji Şoreşa Kurd bi hêvî bû ku azad bibe. Bi giranî jî, fikra çareserîya meseleyê ya bi rêbazên demokratîk derdiket pêş. Yanî em nikarin bêjin derfetên partîyên legal, di destê rêxistina îlegal de bû. Bandora wê heye û divîyabû hebûya jî. Lewra ew jî gel temsîl dikin.
Anketên dawî nîşan didin, bi tenè 9 ji % zarokên kurd bi dêbavên xwe re bi kurdî diaxivin. Bi ya we, ji ber vè encamê li gel dewletê, siyaseta kurd jî ne berpirse?
Zimanê me bi rastî jî li ber windabûnê bû. Têkoşîna 50-60 salên dawî ya li Bakur, Başûr û Rojava hişt ku ev helandin piçekî rawest e. Lê ev têr nake. Ku kurdî ne zimanekî kevnar û bihêz bûya niha tune bûbû. Di warê hişmendîya ziman de, di rêxistinên me yên sîyasî de kêmasîyek mezin hebû. Min ev herdem di nava sîyasetê de rexne dikir. Li alîyekî din, PKK wekî rêxistineke çepgir hatibû avakirin û ziman wekî meseleyeke piştî şoreşê didît. Di nava demê de têgihiştin ku wisa nabe û wan xwe di vî warî de nû kirin û giranî dan ziman. Sazî û komeleyên ziman hatin avakirin. Televîzyon, rojname û kovarên bi kurdî dest bi weşanê kirin. Lê ev têr nake.
Tevî vê jî tirkî bi salane zimanê normal a siyaseta kurd e.
Di vî warî de hişmendîya ziman a kûr tune ye. Lê heta perwerdeyî tune be tu nikarî hemû jîyana miletekî bi zimanî wî bidomînî. Binêrin, niha zarokên tirkên netewperest, heta nîjadperest jî li Almanyayê, bi dêbavên xwe re bi almanî diaxivin. Tevî ku derfeta perwerdeya tirkî heye jî ev rewş dom dike. Ev jî nîşan dide ku, kîjan ziman serdest be bandorê li miletên li ser wê axê dijî, dike. Hewldanên kesan encax dikare ziman piçekî zindî bihêle. Hewldanên rêxistinî pêwist in ji bo rizgarîya ziman.

Ligel sîyasetê, zimanê piranîya medyaya kurd jî bi tirkî ye. Li Bakur û Ewrûpayê rojnameyeke me ya bi kurdî tune ye.
Medya herdem dixwaze nûçeyê bi zimanên herî zêde tê axaftin belav bike. Rêxistin jî bi vî awayî dixwaze propagandaya xwe bike. Ev tê famkirin. Wekî gel û rewşenbîr divê em zêdetir zextê li wan bikin ku giringîyê bidin kurdî.
We di salên 1970an de şahidîyé li qada siyasí ya pireng re kir. Tunebûna plûralîzma siyasî ya li Kurdistanè ya piştî 1980an bandoreke çawa li doza kurd kir?
Plûralîzm pirrengî û pirdengî ye. Di DDKOyê de em hemû welatparêz bihev re bûn. Rêxistin di 1971an de piştî darbeyeke leşkerî, hat girtin. Piştî pênc salan, îcar DDKD hat avakirin. Di nava vê rêxistinê de, fikra sosyalîzmê serdest bû. Piştî kurtedemekê li ser şîrovekirina sosyalîzmê kurd ji hev parçe bûn. Tenê rengê KDP- T û saziya kurdên oldar cuda bû. Ew her du tevger ne sosyalîst bûn. Hin rêxistinên sosyalîst alîgirên Sovyetê, hin alîgirên Çînê û qismek wan alîgirê Albanyaya Enver Hoca bûn. Ev, parçebûneke bêbingeh bû.
PKK paşê derket holê. Rêxistin doza rizgarîya kurdan bi rêbazê şer diparast. Gel jî ji şer re amade bû. Loma rêxistin mezin bû. Rêxistinên din bêbandor man. Yekcaran rewşeke xerab dibe sebebeke bi xêr jî. Di navbera PKK û hin rêxistinan de şerê navxweyî derket. Bi ya min, ev rewş çiqas biêş be jî, di encam de dibe ku baştir bû. Çima? Binêrin li Başûr PDK û YNK hene. Ji 20 salan zêdetir e hîn artêşeke yekgirtî ava nekirine. Her du rêxistin bi salan bi hevdû re şer kirin. Eger rêxistinek an çend rêxistinên wekî PKKê bi çek niha hebûna, dibe ku bibûna sedema keraseteke giran jî .
Prosesa nû ya li dora hevdîtinên Îmralîyê dimeşe, destekê ji partîyên ji çar parçeyên Kurdistanê digire. Tevî vê jî, di nava raya giştî ya kurd de bêbawerî û fikar hene. Fikarên we jî hene ji bo vê proseyê?
Dilê mirov tiştekî dixwaze lê derfet tiştekî din e. Heme her Kurd dixwazin Apo bêje “bijî kurd û Kurdistan!” Ji bêyî Kurdistaneke azad tiştekî din naxwazin. Xwezî vê bêje. Belê wê ev encamekê derîne an na? Hêza te çiqas e? Desteka dinyayê bi te re çî ye? Îro referandûmek li Kurdistana bakur çê bibe 80 ji % wê serxwebûnê nexwazin. Di referandûmeke di şert û mercên herî azad de, pêk we re jî, 20 ji % kurdan wê dewleteke serbixwe naxwazin. Îcar îro mixalifên dibêjin “Weyy lêê Apo Kurdistaneke serbixwe naxwaze!”. Hin şexsîyet li mala xwe rûdinên û van gotinan dikin. Hîn hebûna me nehatiye qebûlkirin. Hîn di meclîsê de kurdî zimanekî nenas e. Bi ya min, di navenda van hevdîtinên Îmralîyê de parastina statuya Rojava û Başûr heye. Diyar bûye ku şer rola xwe qedandiye, domandina şer, dubarekirina kirinên berê ye. Dewlet jî westiyaye. Bawer dikim dê şer raweste û dê derfeta xebatên sîvîl ên demokratîk zêdetir bibe, ku bi vê rêyê, dê kurd gelek mafan bidest bixin.
Em dixwazin di dawîyê de di derbarê bandora jîyana dîyasporayê ya li ser berhemdarîya we biaxivin. Şert û mercên dîyasporayê çi tesîr li berhemdarîya we ya polîtîk û wêjeyî kirin? Tu plan û projeyên nû hene li pêşîya Osman Ozçelîk?
Dema min dest ki parlamenterîyê berda, min ragihan ku ez di nava polîtîkaya aktîf de cî nagirim. Ez bêtir dixwazim li ser ziman û wêjeya kurdî xebatê bikim. Heta ji destên min tê ez xwe ji sîyaseta aktîf bi dûr dixim ku derfeta xwendin û nivîsê ji min re çêbibe. Di 30-35 salên dawî de ez şev û roj di nava sîyasetê de bûm û min di ber re jî dinivîsî û dixwend. Min xwest di salên dawî de ji ziman re xizmetê bikim.
Li Tirkîyeyê zêdetirî sed doz li min hatin vekirin. Pênc caran ez ketim girtîgehê. Di dadgeha dawî de, ez di KCDê (DTK) de endamê Komîsyona Ziman û Perwerdehîyê de bûm. Ji ber eleqeya min a bi çand û ziman, hevalên min min wekî “wezîrê çandî” binav dikirin. Polês- sohbeteke me ya wiha ya di KCDê de, ku tê de vê pênaseya ji bo min derbas dibe, guhdarî dike û bi sûcdarya ez endamê DTK û “Wezîrê Çandê” me doz li min vekirin. Ewqas komîk! Wezîrên din tune ne, serokwezîr tune ye, kabîne tune ye, lê bi tenê Wezîrê Çandê heye! (Osman Ozçelîk li vir dikene). Ji ber endamtîya min a KCDê ku wekî rêxistineke çekdar pênase kirin, 13 sal cezayê girtîgehê dan min. Ez jî derketim derveyê welat.
Dîyaspora bi min pir giran hat. Tevî ku ez bi fransî dizanim, li Swîsreyê ez şandim kantoneke almanîaxiv. Ez sal û nîv di kampê de mam. Di vê demê de ji nivîsê û xwendinê qut bûm. Piştî ez hatim kantoneke fransîaxêf bêhna min hinek fireh bû. Min li vir dîsa dest bi xwendinê kir. Niha li ser romanekê dixebitim. Mijar di destpêka sedsala bîstemîn de, rewşa siyasetmedar û rewşenbîrên kurd e. Ango Dîsa romaneke dîrokî.
Fotoyê sereke: Osman Ozçelîk û Necat Ayaz/Foto: Fatoş Demirtaş