Mark Carney dibe serokwezîrê nû yê Kanadayê.
Carney got, “Amerîka ne Kanada ye. Û Kanada wê tu carî, bi tu rengî nebe parçeyeke Amerîkayê.”
Şerê bazirganîyê ya bi DYAyê re rojeva sereke ya serokwezîrê nû ye.
Serokwezîrê nû yê Kanadaya federal wê Mark Carney be.
Carney di pêşbirka ji bo serokwezîrîyê ya di Partîya Lîberal de bi ser ket.
Ew rêya ji bo pozîsyona herî bi prestîj a Kanadayê ji wî re vekir.
Tevî vê jî, Marc Carney wekî lîderên berê yên Kanadayê ne sîyasetvan e.
Carney di navbera 2008-2013an de berpirsîya Bankeya Navendî ya Kanadayê kiribû.
Loma jî di vê dema krîza bi Amerîkayê de hêvîya lîderîyeke serfiraz ji tê kirin.
Carneyê piştî serkeftina xwe ya di pêşbirka Partîya Lîberal de axaftina xwe ya ewil kir.
Peyama ji bo serxwebûnê
Carney raste rast meseleyê anî ser şerê bazirganîyê yê bi Amerîkayê re û vê peyama berxwedanê da:
“Amerîka ne Kanada ye. Û Kanada wê tu carî, bi tu rengî nebe parçeyeke Amerîkayê.”
Lîderê nû yê Kanadayê wiha gotinên xwe domandin:
“Me vî şerî nexwest. Lêbelê kanadî herdem amade ne dema ku hin kes dikin êrişî wan bikin. Loma amerîkî divê çawa di lîstika hokey de divê şaşî nekin, divê di bazirganîyê de jî şaşî nekin. Kanada wê bi ser bikeve.”
Rojev şerê bazirganîyê ye
Amerîka çend roj berê di serî de pola, li hemberê gelek berhemên Kanadayê bacê ji % 25 zêde kiribû.
Kanada jî eynî wekî Amerîkayê bersivê dabû Amerîkayê hemanb tarîfe li hember berhemên ji vî welatî xistibê merîyetê.
Tevlî gotinên Carney jî, tarîfeyên Amerîkayê dikare bandoreke mezin li aborîya Kanadayê bike.
Loma jî eşkereye, şerê bazirganîyê ya bi DYAyê re wê rojeva sereke ya hikumeta Marc Carney be.
Infowelat
———————————–
Foto: Marc Carney/Radyoya Kanadayê