Arşîvên Tag: kolonyalîzm

Borrell: Ewrûpa bexçe ye lê cîhan daristaneke hov e

  Şefê dîplomasiya Yekitiya Ewrûpayê Josep Borrell derbarê cîhana li derveyî Ewrûpayê û Rûsyayê de gotinên sosret kirin Borrell got, Ewrûpa bexçeye lê piraniya cîhanê cengel e ango daristaneke hov e Borrell di bernameyeke li bajarê Belçîka Brugge de, cîhana li derveyî Ewrûpayê wekî daristaneke hov bi nav kir. Josep …

Bêtir »

Papa ji xweciyên Kanadayê lêborîn xwest

Papa bi xweciyên li dibistanên asîmîlasyonê re hevdîtinekê li dar xist Mezinê alema katolîk, di hevdîtînê de li ser navê dêrê ji xweciyan lêborînê xwest Dêra Katolîk dawiya dawî li sûcên xwe yên li dijî xweciyên Kanadayê mukur hat. Papa li eyaleta Alberta ya Kanadayê çû serdana xweciyên rastî zilm …

Bêtir »

Doza Che Guevarayê Afrîkayê bi dawî bû

Ev gotinên balkêş ên Sankara hîn jî di têkoşîna li dijî kolonyalîzm û neokolonyalîzmê de riya miletên bindest ronî dike: Koleyê ku li hemberê zilmê nikare serî hilde bila gazinan ji qedera xwe neke. Eger ew ji sozên azadiyê yên efendiyê xwe bawer bike, wê demê sebeba qedera wî/wê ya …

Bêtir »

Bankeya Holanda bi keda koleyan mezin bû

Holanda di 1621’an de bi riya hêza xwe ya deryayî, li başûrê Asyayê û li hin deverên li dora Deryaya Karayîbê dest bi bazirganiya koleyan kir. Di navbera 300 salan de li derdora milyonekî Afrîkî ji aliyê Holandiyan wekî kole hatin firotan û hin ji wan jî ji bo çandiniya …

Bêtir »

Yekşema ji Xwînê ya Bakurê Îrlandayê

Di ser Bloody Sunday ango Yekşema ji Xwînê re 50 sal derbas bûn….Leşkerên brîtanî wê rojê di çalakiyek sivîl de 14 Îrlandî kuştin. Doza edaletê ya xizmên girtiyan heta niha ji aliyê hukumetên britanî hat redkirin û kesên kujer nehatin cezakirin. Piştî Yekşema ji Xwînê tevgera rizgariya katolîkan radîkal bû …

Bêtir »

Kolonyalîzma nû, kolonyalbûn û netew-dewlet

  Yasin Sunca* Kolonyalîte, kolonyalîzma nû jî tê de, têgeheke ku hêza xwe ji hiyerarşiyan û têkiliyên hêzê werdigire û gelek meseleyên global di nava wê de cî digirin. Herwiha, bi riya pergaleke hîn bêtir dîrokî-civakî tê pênasekirin. Li gorî vê perspektîfê, di pergala serdest a cîhanê de têkiliyên hêzê …

Bêtir »

Xewna kanak a serxwebûnê pêk nehat

  Proseya dekolonîzasyona Kaledonyayê ku 30 sal berê destpêkiribû, her car rastî astengiyekê tê. Duh li giravê referandûmeke din a serxwebûnê hebû û gelek welatî hêviya xwe bi vê dengdanê ve girêdabûn. Lê beriya dengdan pêk were, Eniya Kanak û Sosyalîst a Rizgariya Neteweyî FLNKS’ê banga boykotê li alîgirên xwe …

Bêtir »

Barbados ji Brîtanyayê veqetiya

  A.Rahman Çelîk Barbados welatekî girav e. Parçeyekî ji herêma Karayîb a Amerîkaya Bakur e. Girav di sedsala 17. de ji aliyê Brîtanyayê ve hat dagirkirin û bi qasî 400 salan wekî koloniyekê hat bikaranîn. Welatê Karayîbê Barbados bi merasîmeke li paytext Bridgetownê dawî li desthilatdariya Kralîçeya Îngilîz Elizabethê anî …

Bêtir »

Zarokên asîmîlasyonê tazmînatê dixwazin

Rizgar Botan Sala 1948… Mêtîngerên berê yên Denmarkî, li ser gelê Greendlandê projeyeke taybet guftugo kirin. Welatê serma û qeşayê Greendland metîngeha wan bû. Lê ev têr nedikir û ji bo bikaribin xwe wek xwedîyê gelê Înuît û welatê wan nîşan bidin diviya gelê xwecih bibûna alîgirê wan. Biryar hatibû …

Bêtir »

Li Kaledonyaya Nû proseya serxwebûnê

Biryara ji bo roja referandûmê piştî muzakerekeyên di navbera tevgera serxwebûnxwaz û alîgirên Fransayê de hat girtin. Li gorî vê, wê di 12’yê kanûna îsal de li giravê referandûma sêyemîn bê lidarxistin. Li Kaledonyaya Nû wû referandûmeke din a serxwebûnê bê lidarxistin. Biryara ji bo roja referandûmê piştî muzakerekeyên di …

Bêtir »

Ziman tune be şer ji bo çi ye?

Necat Ayaz Dema jin û mêrên îrlandayî ligel îngilîzî bikaribin bi zimanê îrlandî biaxivin, wê demê neteweyeke heqîqî ya îrlandî pêk tê. Êdî ne mimkûne hêza aboriyê, topên giran an leşkerên Qraliyeta Brîtanî bikaribin vê neteweyê tune bikin. Li gelek aliyên cîhanê, di dozên rizgariya neteweyî de ziman wekî qadeke …

Bêtir »

Amazîx: Xwediyê esil ên bakurê Afrîkayê

  Wan 10 hezar sal, li ser erdên xwe li gorî qanûn û edetên xwe jiyana xwe berdewam kir. Hêzên derve, herdem êrişên dagirkeriyû û talanê birin ser wan û aşên asîmîlasyonê li welatê wan damezrandin. Di van demên dijwar de, çol û çiya hatin hawara wan û ji van …

Bêtir »

Maorî bi têkoşînê bûn hevparê New Zelandê

Maorî bi têkoşînê bên hevparê New Zelandê Rêvebiriya kolonyal, fam kir ku bi êrişên leşkerî mesele çareser nabe û bi maoriyan re dest bi muzakereyan kir. Di encama hevdîtinan de li ser aştiyê hat lihevkirin û Peymana Waîtangî hat amadekirin. Nûnerê Qraliyeta Brîtanî William Hobson û 500 serekeşîrên maorî îmzeya …

Bêtir »

Berxwedana hebûnê ya Mapûçeyê

Mapûçiyên serhildêr, li stargehên nû xwe amade kirin û paşê bi êrişeke mezin, keleyên sembola zilm a kolonyalîzmê bi axê re kirin yek. Ev cara yekemîn bu ku miletekî li parzemîna Amerîkayê, kolonyalîstên hêzdar ên Îspanyol têk dibir. Ev çiyayên herdem serê wan bi berf, çemên avzelal û daristanên wekî …

Bêtir »

Welatekî azad lê bêziman!

Necat Ayaz Kolonyalîzma ziman ji bo gelê kurd ji kolonyalîzma siyasî û leşkerî girantir e. Zincîrên vê koletiya modern ewqas giran in ku heta niha ji bo şikandina wan yek hewldanek pêk nehatiye. Franz Fanon di pirtûka xwe ya bi navê ‘Lanetkiriyên Cîhanê’ de dibêje, kolonyalîzm rêvebiriya xwe ya li …

Bêtir »

Aînû: Miletê ku 400 sal in nifûsa wî zêde nabe

Li ser axa xwe bûn kêmar, erdên wan hat dagirkirin û paşê zimanê wan hat qedexekirin…Çîroka jandar a gelê aînû, ji vir 700 sed sal berê bi kolonîzasyona Japonyayê dest pê kirDi encama dagirkerî û asîmîlasyona xedar de, aînû veguherî komeke etnîk a li ber sikratêDi 400 salan de hejmara …

Bêtir »

Bûrûndî ji ber kolonyalîzma ewrûpî doza tazmînatê dike

Dewletên ewrûpî çi bikin bila bikin, nikarin dîroka xwe ya kolonyalîzmê bidin jibîrkirinDi 150 salên Kolonyalîzma ewrûpî de Afrîka ji bo çavkaniyên wê hat talankirin.Bi deh-milyonan afrîkiyên belengaz hatin kuştin..Niha hin dewletên afrîkî ji ber van sûcan  doza tazmînatê li hin welatên Awrûpî dikin.. Hukumeta Bûrûndî ji bo zirara di …

Bêtir »

Berdêla xwîna hereroyan li Almanyayê erzan e

Kolonyalîzma Ewrûpî berpirsê kuştina bi dehan milyon xweciyên li gelek aliyên cîhanê ye..Lê belê têkildarî van sûcên giran ên li dijî mirovahiyê ne lêborîneke maqûl hatiye xwestin û ne jî tazmînatek hatiye dayîn ..Almanyaya ku li Namîbyayê ji 80 hezarî zêdetir kes kuştin, di berdêla van sûcên xwe de 10 …

Bêtir »

Kamerûn ji bo parastina zimanên otokton projeyek amade kir

Kamerûn welatekî li navenda Afrîkayê ye ku bi cihêrengiya xwe ya ziman bale dikişîne. Li vî welatê ku nifûsa wê 25 milyon e, 260 ziman tên axaftin. Bê tenê 40 ji van zimanan li dibistanan tên fêrkirin. Lê ji ber mîrateya dema kolonyal, fransî û îngilîzî zimanên fermî yên welêt …

Bêtir »

Bouganville ber bi serxwebûnê ve gaveke girîng avêt

Li başûrê Okyanûsa Pasîfîkê çend girav mane ku hîn ji nîrê kolonyalîzmê rizgar nebûne. Yek ji wan, Bouganville e ku di 40 salên dawî de di bin dagirkirina Papûa Nîw Gîneyê (PNG) de ye. Bi mebesta diyarkirina qederê, di 23’yê Mijdarê de li vê giravê referandûma serxwebûnê hat lidarxistin. 260 …

Bêtir »

Demên Kuştinê: Divê Awistralya bi qirkirina gelê aborîcîn re rû bi rû bimîne

Demên Kuştinê raporteke taybet a rojnameya Guardian a li ser Awistralyayê ye ku mebesta wê berhevkirina agahiyan ên ji bo eşkerekirina rastiyan e. Wekî ku pêşiyên her du aliyan jî dibêjin, ev ne bi tenê çîroka zalimane ya xwînrijandinê ya sedsalan e lê çîroka berdêlên însanî ne Çîrokên “demên kuştinê” …

Bêtir »