Fransî êdî li Maliyê ne zimanê fermî ye

Malî dawî li statuya fermî ya Fransî tîne.

Digel vê jî wê Fransî wekî “zimanê xebatê” di her asta rêvebirî û gelemperî de bê bikaranîn.

Lêbelê bawerî ev e, wê biryara hukumeta Maliyê di pratîkê de guherînên mezin bi xwe re neyne.

Welatê Afrîka Malî bi Destûra Bingehîn a nû dawî li statuya Fransî tîne.

Destûra Bingehîn ku di dengdana 18’yê Hezîranê de hatibû qebûlkirin, fermîbûna Fransî betal dike.

Digel vê jî wê Fransî wekî “zimanê xebatê” di her asta rêvebirî û gelemperî de bê bikaranîn.

Malî ku koloniyeke Fransayê bû, di 1960’an de serxwebûna xwe bi dest xist.

Lê ji ber mîrateya serdest a Fransî, vî zimanî wekî zimanê sereke yê fermî heta niha statuya xwe parast.

Paşxaneya meseleyê polîtîk e

Piştî derbeya leşkerî ya 2020’an, têkiliyên Fransa û Maliyê xera bûbûn.

Fransa reaksiyon nîşanî cûntaya leşkerî dabû û paşê baregehên xwe yên li leşkerî yên li vî welatî girtibûn.

Bi dûv vê jî Malî nêzîkî Rûsyayê bûbû û deriyên xwe ji hêza milîs Wagnerê re vekiribû.

Ji ber van sebeban, biryara radîkal a derbarê Fransî de xwe dispêre vê paşxaneya siyasî ya sê salên dawî.

Fransî li Maliyê zimanê serdest ê rêvebirî, perwerde û weşangeriyê ye.

Lewma jî gelek kes di wê baweriyê de ne wê biryara hukumeta Maliyê di pratîkê de guherînên mezin bi xwe re neyne.

Zimanên Maliyê

Li welêt 70 ziman tên axaftin û ji van 13 ziman xwedî statuya fermî ne.

Hin elîtên li welêt daxwaz dikin bila Bambara bibe tekane zimanê fermî yê Maliyê.

Wekî gelek welatên Afrîkayê, Malî welatekî pirzimanî ye.

Li welêt 70 ziman tên axaftin û ji van 13 ziman xwedî statuya fermî ne.

Komara Maliyê bi berfirehiya xwe ya 1.240.000 km² welatekî mezin ê Afrîkayê ye. Nifûsa Maliyê 19 milyon e. / Harîte: Afrolegends.com

Hin elîtên li welêt daxwaz dikin bila Bambara bibe tekane zimanê fermî yê Maliyê.

Bambara herî zêde li paytext Bamakoyê li herêmên derdora wê tê axaftin.

Lê komên din ên etnîk serdestiya vî zimanî qebûl nakin û naxwazin ji statuya heyî zimanan paş ve gav bavêjin.

Infowelat

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Partîya Çep a Ewrûpî destekê da medyaya kurd

Partiya Çep a Ewrûpayê serdegirtina polîsan a li ser televizyonên kurd şermezar kir. Partîyê got, …