Jinên Greenlandê ji Denmarkê tezmînatê dixwazin

67 jinên ji Greenlandê ji ber rêbazên kontrola zayinê ji Denmarkê temînatê dixwazin.

Denmark di salên 1960 û 1970’yan de projeya kontrola nifûsa Greelandê meşandibû.

4,500 jinên Inuitî ji ber rêbazên doktorên Denmarkî bi kar anîbûn nema bûbûn xwedî zarok.

Jinên Inuitê yên li Greenlandê ji Denmarkê doza tezmînatê dikin.

67 jinên ji ber rêbazên kontrola zayinê Denmarkê sûcdar dikin.

Her yek ji jinan ji vî welatî 300,000 Kron (40,000 Euro) daxwaz dikin.

Eger ev pere neyê dayîn wê jin meseleyê bibin dadgehên Denmarkê.

Hukumeta Denmarkê ji bo vekolîna derbarê meseleya kontrola zayinê de komîsyonekê ava kiribû.

Komîsyon ragihandibû, ew ê di 2025’an de rapora xwe ji raya giştî re eşkere bike.

Denmark di salên 1960 û 1970’yan de projeya kontrola nifûsa Greenlandê meşandibû.

4,500 jinên Inuitî ji ber rêbazên doktorên Denmarkî bi kar anîbûn nema bûbûn xwedî zarok.

Tê ragihandin, ev hejmar di wê demê de nîvê hemû nifûsa jinên Inuitî pêk danî.

Ji bilî kontrola zayinê ya li ser jinan, Denmark li hemberê zarokên Inuitî projeyeke asîmîlasyonê jî meşandibû.

Bi armanca li Greenlandê avakirina bingeheke çand û zimanê Denmarkê, 22 zarok li Denmarkê hatibûn perwerdekirin.

Ev mesele di 2021’an de li Denmarkê bûbû rojev û hukumeta Kopenhagê ji ber vê pratîka xwe lêborîn xwestibû.

Ku der e Greenland?

Greendland (bi zimanê inuit Kalaallit Nunaat) gîrava herî mezin a cîhanê ye.

Greenland heta sala 1953’an koloniyeke Denmarkê bû û di 1979’an de bû xwedî statuya otonomiyê.

Greendland (bi zimanê inuit Kalaallit Nunaat) gîrava herî mezin a cîhanê ye.

Li girava li Bakurê Okyanûsa Atlantîkê bi tenê 56,000 dijîn.

Greenland heta sala 1953’an koloniyeke Denmarkê bû û di 1979’an de bû xwedî statuya otonomiyê.

Denmark di 2009’an ligel berfirehkirina otonomiya Greenlandê, mafê ragihandina serxwebûnê da giravê.

Infowelat

—————

Foto: Naja Nyberth. Jina Greenlandê ya bi rêbaza kontrola zayinê re rû bi rû mabû. /Facebook

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …