Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji dest dane.

Ev jî ji sedsala 17. û vir ve bûye sebebeke guherîna avhewayê.

Kolonyalîzma (mêtingerî) Ewrûpayê yek ji sebebê guherîna avhewayê ye.

Dagirkirina parzemîna Amerîkayê sebebeke esasî ya vê guherînê ye.

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji dest dane.

Gelek xweciyên amerîkî ji ber nexweşiyên li parzemînê belav bûne, mirine.

Ev înformasyona dawî, ji aliyê lêkolîneke University College London (UCL) ve hat belavkirin.

Encamên lêkolînê di kovara Quaternary Science Reviewsê de hat weşandin.

Akademîsyenên vê zanîngehê diyar dikin, kolonîzasyona Ewrûpayê li parzemînê bûye sebebê encamên wekî karesatê.

Di vê proseyê de hejmareke zêde xwecî terka wargehên xwe kirine û gelek daristan hatine tunekirin.

CO2 kêm bû

Encamên derbarê guherîna avhewayê de, bi riya analîza karbona di nava qeşaya Antarktîkê de hatine bi dest xistin.

Di encama vê de, şênahiya qadeke bi qasî Fransayê mezin ji hole rabûye û ev jî bûye sebeba kêmbûneke giran a karbon monoxide (CO2).

Guherîna asta karbonmonoksîdê ya di atmosferê de ji sedsala 17. û bi şûn ve dest pê kiriye.

Ev encamên derbarê guherîna avhewayê de, bi riya analîza karbona di nava qeşaya Antarktîkê de hatine bi dest xistin.

Nifûsa Ewrûpayê zêde bû

Li aliyekî din, bi riya şandina çavkaniyên xwezayî ji bo Ewrûpayê, nifûsa Ewrûpayê jî zêde bûye.

Lêkolîn nîşan dide, di sala 1610’an de asta karbonê ya di nava qeşayê de kûr bûye û sebeba vê ne okyanûs lêbelê bejahî ye.

Lewma di sedsala 17. de zivistan û havîn sar derbas bûne û ev jî bandorê li hilberîna zad kiriye.

Li aliyekî din, bi riya şandina çavkaniyên xwezayî ji bo Ewrûpayê, nifûsa Ewrûpayê jî zêde bûye.

Ji ber vê yekê, gelek mirov li Ewrûpayê terka çandiniyê kirine û derbasî karên endustriyê bûne.

Infowelat

———————–

Foto: Komkujiya keybanû Anacoana û kesên bi wê re. Ev gravur di pirtûka Bartolomé de Las Casas a 1598’an de hatiye weşandin. /Jornalet

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Rapora asîmîlasyona li Swêdê hat weşandin

Komîsyona Heqîqet û Lihevhatinê ya Swêdê daxwaz  kir ji ber asîmîlasyonê ji Tornedaliyan lêborînê bixwaze. …