Meşa Gandî rêya serxwebûna Hîndistanê vekir

12ê adarê roja salvegera Meşa Xwê ya damezrînerê Hîndistana serbixwe Mahatma Gandî ye.

Hedefa çalakiyê baca xwe bû ku kolonîstên brîtanî li ser civakê ferz kiribûn.

Îro salvegera Meşa Xwê ya damezrînerê Hîndistana serbixwe Mahatma Gandî ye.

Gandî vê çalakiya aştiyane veguherand meşa gelên Hîndistanê ya ji bo serxwebûnê.

Hedefa çalakiyê baca xwe bû ku kolonîstên brîtanî li ser civakê ferz kiribûn.

Baca xwê ya li Hîndistanê % 8.2 yê hemû dahata Brîtanyayê ya ji Hîndîstanê pêk dianî.

Bac herî zêde zirarê dida aboriya qels a xizanên li welêt.

Gandî dijderketina li vê bacê bi van gotinan îfade kiribû:

“Piştî hewa û avê, dibe ku pêdiviya herî giring a jiyanê xwê ye.”

Partiya Kongre ya Hîndistanê biryarê da, vê meseleyê bike parçeke rojeva xwe û ji Gandî xwest çalakiyekê birêxistin bike.

Mahatma Gandî biryara meşa dirêj a ber bi peravên Dandiyê da.

Armanca vê meşê, li peravê Dandiyê bidestxistina xwê bû û lewma jî navê Meşa Xwê li çalakiyê hat kirin.

Meşa girseyî ku di 12ê adara 1930î de dest pê kir, 24 roj dom kir.

Piştî çalakiya li Dandiyê, Gandî tevlî welatparêzên hîndû meşa xwe ya ber bi başûr ve berdewam kir.

Di civînan de mîtîng hatin lidarxistin û Gandi xîtabî gel kir.

Dîmeneke ji Meşa Xwê ya Gandî/Wikipedia

Tevgera bêîteatîya sivîl

Çalakiya aştîyane ya Gandî veguherî tevgereke neteweyî ya bêîteatîya sivîl.

Brîtanyaya ku êdî nema dikarîbû pêşî li tevgera rizgariyê bigire, di 1947an de terka Hîndistanê kir.

Ev çalakî li dinyayê deng veda û rewabûna doza ji bo serxwebûna Hîndistanê derxist asteke bilind.

Rêvebiriya kolonyal a Brîtanyayê ji ber serfiraziya çalakiyê midaxele kir û tevlî Gandi 60,000 kesî girt.

Lê zextên brîtanîyan nema dikarîbû pêşiya berfirehbûna doza ji bo rizgariyê bigirtana.

Çalakiya aştîyane ya Gandî veguherî tevgereke neteweyî ya bêîteatîya sivîl.

Brîtanyaya ku êdî nema dikarîbû pêşî li tevgera rizgariyê bigire, di 1947an de terka Hîndistanê kir.

Infowelat

—————————-

Foto: Mahatma Gandî/Wikipedia

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …