Di 1974’an de li Portûgalê Şoreşa Qerenfîlê pêk hat û dawî li dîktatoriya António de Oliveira Salazar hat anîn.
Rêvebiriya nû tevlî Angolayê bi koloniyên din re dest bi muzakereyên serxwebûnê kir.
Serokê MPLA’yê Agostinho Neto di 11’ê Mijdara 1975’an de serwebûna Angolayê ragihand.
Angola piştî demeke dirêj a kolonyalîzmê, di 11’ê Mijdara 1975’an de serxwebûna xwe ragihand.
Şerê rizgariya Angolayê di 1961’an de li hemberê Portûgalê dest pê kir.
Di destpêkê de sê rêxistinên cuda bi hev re tevlî proseya şerê rizgariyê bûn.
Rêxistinên Angolayê ev bûn: Tevgera Gel a Rizgariya Angolayê (MPLA), Eniya Neteweyî ya Rizgariya Angolayê (FNLA) û Serxwebûna Total a Angolayê (UNITA).
Portûgal hêzeke mezin li welêt bi cî kir û operasyonên berfireh li dijî serxwebûnxwazan li dar xist.
Di 1974’an de li Portûgalê Şoreşa Qerenfîlê pêk hat û dawî li dîktatoriya António de Oliveira Salazar hat anîn.
Rêvebiriya nû tevlî Angolayê bi koloniyên din re dest bi muzakereyên serxwebûnê kir.
Portûgal di Çileya 1975’an de bi rêxistinên Angolayê re peymana ji bo serxwebûnê îmze kir.
Di Tebaxa heman salî de jî 200,000 Portûgalî terka Angolayê kirin.
Şerê navxweyî
FNLA û UNITA serdestiya MPLA’yê qebûl nekirin û şerekî navxweyî dest pê kir.
Di şer de ji 500,000 heta 800,000 kes hatin kuştin û milyonekî mirov terka cîûwarê kirin.
Afrîkaya Başûr a xwedî rejîma apartheidê beriya serxwebûn bê ragihandin leşkerên xwe şand başûrê Angolayê.
Kubaya di bin lîderiya Fidel Castro de midaxaleya proseyê kir û hêzêke destekê şand Angolayê.
Artêşa MPLA’ya Marxist bi alîkariya leşkerên Kubayê artêşa Afrîkaya Başûr têk birin.
Serokê MPLA’yê Agostinho Neto di 11’ê Mijdara 1975’an de serwebûna Angolayê ragihand.

FNLA û UNITA serdestiya MPLA’yê qebûl nekirin û şerekî navxweyî dest pê kir.
Amerîka û Afrîkaya Başûr destekê dan UNITA’yê û Kubayê jî bêtir alîkarî şand ji MPLA’yê re.
Şerê navxweyî di 2002’an de bi serkeftina MPLA’yê bi dawî bû.
Di şer de ji 500,000 heta 800,000 kes hatin kuştin û milyonekî mirov terka cîûwarê kirin.
Infowelat
————————-
Foto: Ala Angolayê