Arşîvên Tag: dekolonîzasyon

Elin Anna Labba: Em civaka Sami ji nû ve ava dikin

  Sápmi, welatê gelê Sámi, di navbera dewletên Swêd, Norwêc, Fînland û Rûsyayê de bi par ve bûye. Sedema bingehîn a niştecihkirina bizorê ya li welatê Sápmi ew bû ku gelê me li gelek deveran dijiya ku piştre tev dê bûbûna sînor li pêş wan, û lewma jî di serdema …

Bêtir »

Polînezya dengê xwe da serxwebûnê

Piştî Kaledonyaya Nû, di hilbijartinên Polînezyaya Fransî de jî serxwebûnxwaz bi ser ketin. Di tûra duyemîn a hilbijartina gişytî de partiya Tavini ku dixwaze Polînezya ji Fransayê veqete, bû yekemîn. Pêla serxwebûnê ya li Okyanûsa Pasîfîkê di demên dawî de bilind dibe. Piştî Kaledonyaya Nû, di hilbijartinên Polînezyaya Fransî de …

Bêtir »

Guherandina Navendê: Şoreşa Nairobiyê di Edebiyata Ingilîzî de

Ngugi li Kenyayê, ji ber xebatên xwe yên şanogerî bi zimanê Gikuyu tevî gundiyên Kenyayê, di sala 1977ê de hat girtin. Navê şanoyê ku hat qedexekirin Ngaahika Ndenda [Dilê min Kengî Bixwaze Ez ê Hingî Bizewicim] bu. Konferansa Berlînê di navbera 1884-1885an de bi armanca dabeşkirina Afrîkayê civiya û di …

Bêtir »

Fransa statuya Kaledonyaya Nû muzakere dike

FLNKS diyar kir, ew ê civînên bi hukumeta Fransayê re di navbera 7 û 15’yê Nîsanê li Parisê bê lidarxistin. Rêxistinê di daxuyaniyê de da zanîn, Fransa ji bo lidarxistina muzakereyan çarçove û rêbazeke maqûl pêşniyaz kiriye. Fransa careke din bi Kaledonyaya Nû re dest bi muzakereyên ji bo statuyê …

Bêtir »

Belçîka bermahiyên Lumumba li malbata wî vegerand

  Belçîka, 61 sal piştî kuştina wî, bermahiyên lîderê şoreşger ê Kongoyê Patrice Lumumba, ewê li malbata wî vegerîne. Piştî kuştina wî, cendekê Lumumba di nava asîtê de hatibû helandin û bi tenê dranekî wî yê zêr hatibû veşartin. Bi boneya vegerandina dranê Lumumba, li Qesra Qraliyeta Belçîkayê merasîmek hate …

Bêtir »

Doza Che Guevarayê Afrîkayê bi dawî bû

Ev gotinên balkêş ên Sankara hîn jî di têkoşîna li dijî kolonyalîzm û neokolonyalîzmê de riya miletên bindest ronî dike: Koleyê ku li hemberê zilmê nikare serî hilde bila gazinan ji qedera xwe neke. Eger ew ji sozên azadiyê yên efendiyê xwe bawer bike, wê demê sebeba qedera wî/wê ya …

Bêtir »

Lêborîna ji ber sûcên kolonyalîzmê

A.Rahman Çelîk Lêkolîneran îspat kir, di dema şerê serxwebûna Indonezya de, artêşa Holandayê li vî welatî şîddeteke sîstematîk bi kar aniye. Serokwezîrê Hollandayê piştî vê derket pêşberî çapemeniyê û ji Indonezyayê lêborîn xwest Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte, ji bo şîddeta ku artêşa Holandayê di navbera salên 1945 û 49’an de …

Bêtir »

Samî li Rûsyayê rastî zextan tên

Hêjayî gotinê ye ligel Norwêc, Swêd û Fînlandê qismekî samî ji 3 hezar salî zêdetir e li herêma Mûrmansk a li bakurê Rûsyayê dijîn. Di encama polîtîkaya talan û asîmîlasyonê ya dema Sovyetê û Rûsyayê de gelê samî hat marjînalkirin û hejmara wan a li herêma Kolayê daket 2 hezarî. …

Bêtir »

Barbados ji Brîtanyayê veqetiya

  A.Rahman Çelîk Barbados welatekî girav e. Parçeyekî ji herêma Karayîb a Amerîkaya Bakur e. Girav di sedsala 17. de ji aliyê Brîtanyayê ve hat dagirkirin û bi qasî 400 salan wekî koloniyekê hat bikaranîn. Welatê Karayîbê Barbados bi merasîmeke li paytext Bridgetownê dawî li desthilatdariya Kralîçeya Îngilîz Elizabethê anî …

Bêtir »

Zarokên asîmîlasyonê tazmînatê dixwazin

Rizgar Botan Sala 1948… Mêtîngerên berê yên Denmarkî, li ser gelê Greendlandê projeyeke taybet guftugo kirin. Welatê serma û qeşayê Greendland metîngeha wan bû. Lê ev têr nedikir û ji bo bikaribin xwe wek xwedîyê gelê Înuît û welatê wan nîşan bidin diviya gelê xwecih bibûna alîgirê wan. Biryar hatibû …

Bêtir »

Amerîka li Afganistanê têk çû an têk neçû?

Necat Ayaz Lewma divê em jî vê rastiya li ber çavên hemû dinyayê pêk hat qebûl bikin. Divê helwestên me yên siyasî nebin berçavkên îdeolojîk û nekevin navbera me û realîteyên cîhanî. Amerîka çawa ku li Vîetnamê têk çû ligel şer û projeyên xwe yên 20 salan li Afganistanê jî …

Bêtir »

Doza Rizgariya Belûcistanê

Welatek ji aliyê çavkaniyan dewlemend be, lê miletê wî bi xizaniyek xedar re rû bi rû be…Ev, trajediya hemû welatan e ku rastî dagirkirina hêzên derve hatine.Belûcistana di nava Pakistan û Îranê de hatiye parvekirin, xwedî heman çîroka dilsoj e.   Her du dewlet, ligel şerekî qirêj, buhust bi buhust erdên …

Bêtir »

Maorî bi têkoşînê bûn hevparê New Zelandê

Maorî bi têkoşînê bên hevparê New Zelandê Rêvebiriya kolonyal, fam kir ku bi êrişên leşkerî mesele çareser nabe û bi maoriyan re dest bi muzakereyan kir. Di encama hevdîtinan de li ser aştiyê hat lihevkirin û Peymana Waîtangî hat amadekirin. Nûnerê Qraliyeta Brîtanî William Hobson û 500 serekeşîrên maorî îmzeya …

Bêtir »

Sûcên kolonyalîzma Ewrûpayê yên li Karayîbê

Ekolojî hilweşandin, gelê xwecî qir kirin, ji bo qezencê sîstema koletiyê damezrandin û paşê wekî tiştek nebûye her tişt di cî de hiştin û vegeriyan welatê xweWelatên Karayîbê ji Ewrûpayê daxwaz dikin, ji bo zirar û ziyana dema koletiyê telafî bike gava bavêjeEv daxwaz ne tenê ji bo tazmînatê ye …

Bêtir »

Gelê Kanak 170 sal in li benda serxwebûna xwe ye

Proseya dekolinîzasyonê ya piştî Şerê Cîhanê ya duyemîn dest pê kir, li hin aliyên cîhanê hîn didome..Girava Kaledonyaya Nû jî bi dehan salan e li bendeye ku ji Fransayê veqete û serxwebûna xwe bi dest bixeHêzên welatparêz ên li vê giravê ji bo referandûma wê îsal bê lidarxistin hêvî dikin …

Bêtir »

Testên atomê Polînezyayê wêran kirin

Polînezya ku ji gelek giravên biçûk pêk tê, herêmeke fireh a li rojavayê Okyanûsa Pasîfîkê ye. Ji 100î zêdetir giravên li vê herêma okyanûsê bi navê Polînezyaya Fransayê di bin rêvebiriya Parîsê de ye. Moetai Brotherson Lêbelê dewleta fransî, bi testên çekên nukleer, bi dehan salan aramiya li van giravên …

Bêtir »

Kostarîka: Mafên xweciyan heye lê hukumet pratîze nake

Li Kosta Rîkayê ku yek ji welatê Amerîkaya Latîn e, di demên dawî de êrişên li dijî xweciyan zêde bûne. Komên çete yên girêdayî kesên dewlemend, bi armanca ew terka erdên xwe bikin, êrişê xweciyan dikin û gelek caran di van êrişan de xwecî tên kuştin. Serokê Kosta Rîkayê Karlos …

Bêtir »

Bouganville ber bi serxwebûnê ve gaveke girîng avêt

Li başûrê Okyanûsa Pasîfîkê çend girav mane ku hîn ji nîrê kolonyalîzmê rizgar nebûne. Yek ji wan, Bouganville e ku di 40 salên dawî de di bin dagirkirina Papûa Nîw Gîneyê (PNG) de ye. Bi mebesta diyarkirina qederê, di 23’yê Mijdarê de li vê giravê referandûma serxwebûnê hat lidarxistin. 260 …

Bêtir »

Paşveçûn û hilweşîna zimanê îrlandî

Dîtinên Serdozgerê Îrlandayê John Davis polîtîkaya asîmîlasyonîst a dewleta brîtanî baş li ber çavan radixe. Davis di nivîsek xwe ya di 1612’an de vê dibêje:‘Em dikarin bifikirin û hêvî bikin ku nifşên bê hem ji aliyê ziman û hişmendî û hem jî ji aliyên din bibin îngilîz da ku ji …

Bêtir »

Tîmora Rojhilat bi berdêlên giran gihîşt serxwebûnê

Nifûs: 1.167,242 (2015) Berfirehbûn: 15,410 km2 Paytext: Dili Zimanên fermî: Portekîzî, tetûm Serxwebûn: 2002 Yek rastiyek ku li ser serfiraziya têkoşîna ji bo serxwebûnê tesîr kiriye bê guman karên di qada dîplomasiyê de hatine kirin e. Tê qebûlkirin ku dewleteke wekî Endonezyayê mezin ê xwedî artêşek xurt ne di encama …

Bêtir »

Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê hat weşandin

Nivîskarê kenyayî Thiong’o di xebata xwe de rizgarkirina ziman ji mêtingeriya ewrûpî pêşniyazê gelên Afrîkayê dike. Thiong’o di pirtûkê de hewl dide ku “meseleya ziman” wekî teoriyekê di nava xebatên post-kolonyal de bi cî bike. Wergereke hêja ya bi navê Rizgarkirina Hiş ji Mêtingeriyê: Di Siyaseta Afrîkî de Siyaseta Zimên …

Bêtir »