Rizgar Botan
Sala 1948… Mêtîngerên berê yên Denmarkî, li ser gelê Greendlandê projeyeke taybet guftugo kirin.
Welatê serma û qeşayê Greendland metîngeha wan bû. Lê ev têr nedikir û ji bo bikaribin xwe wek xwedîyê gelê Înuît û welatê wan nîşan bidin diviya gelê xwecih bibûna alîgirê wan.
Biryar hatibû girtin ku 22 zarokên Înuitî bibin Denmarkê û wan li wir li gor çanda xwe perwerde bikin.
Hesab ew bû, zimanê denmarkî fêrî van zarokan bikin û paşê bi riya wan bingeheke çand û zimanê denmarkî li Greendlandê ava bikin. Lê belê siyaseta Kopenhagê piştî demekê ji projeyê sar bû û paşê proje bi tevahî hat sekinandin.

Di 1953’an de, hebûna nasnameya Greendlandê hat naskirin û dawî li statuya mêtingeriyê hat anîn.
Projeya asîmîlasyonê betal bû
Bi wî awayî, rêvebiriya Denmarkê nema xwest xwedî li wan 22 zarokan derkeve û terka zarokên belengaz kir.
Zarok êdî bo wan bêqîmet bûn, lewma jî bi tena serê xwe hatin hiştin.
Ji zarokan yên li Grendlandê hatin vegerandin li mala sêwiyan hatin bicihkirin.
Piraniya zarokên stûxwar heta dawiya jiyana xwe malbatên xwe nedîtin.
6 ji wan qurbanan ku hîn jî dijîn, bi dehan salan xebat meşandin da ku hikumeta îro ya Denmarkê ji ber wê dîroka rûreş lêborîn bixwaze.
Lêborîn hat xwestin
Lêborîna ku bi salan li her 22 kes li bendîbûn, di destpêka vê salê de pêk hat lê dayîna tazmînateke nehat nîqaşkirin.
Qurbanên înuitî dawiya dawî doz li hemberî hikumetê vekirin û bi vê ji hukumetê tazmînatekê dixwazin.
Tazmînata tê daxwazkirin serê her yek ji wan bi qasî 34 hezar Euro ye.
Welatiyên înuitî yên li hemberê Denmarkê doz vekirine didin zanîn, bi riya bi kotekî şandina Denmarkê jiyana wan a malbatî û çandî ji wan hatiye girtin ku dewsa vê bi tu awayî êdî nikare bê tijekirin.

Kurteagahiyên derbarê Greenlandê de
Greendland (bi zimanê inuit Kalaallit Nunaat) gîrava herî mezin a cîhanê ye dû navbera Deryaya Arktîk û Okyanûsa Atlantîk de ye. Firehiya erdên welat ji ji 2 milyon km2 zêdetir e û piraniya erdan ji qeşayê pêk tê. Nifûsa giravê bi tenê56,000’e. Înûît 89 ji % nifûsê pêk tînin û welatiyên mayî ewrûpî ne. Greendland ji aliyê siyasî ve bi ser Denmarkê ve ye û ji 1979’an û vir ve xwedî mafê otonomî ye ye. Di referandûma di 2008’an de ji % 75’ê welatiyên giravê di lehê berfirehkirina xweseriyê de dengên xwe dan. Piştî vê jî, Denmark di 2009’an de mafê self-determînasyonê (diyarkirina qederê) ya giravê naskir.