Lêborîna ji ber sûcên kolonyalîzmê

A.Rahman Çelîk

Lêkolîneran îspat kir, di dema şerê serxwebûna Indonezya de, artêşa Holandayê li vî welatî şîddeteke sîstematîk bi kar aniye.

Serokwezîrê Hollandayê piştî vê derket pêşberî çapemeniyê û ji Indonezyayê lêborîn xwest

Serokwezîrê Holandayê Mark Rutte, ji bo şîddeta ku artêşa Holandayê di navbera salên 1945 û 49’an de ji gelê Indonezyayê bi kar aniyê, lêborîn xwest.

Lêkolînekê îspat kir artêşa Holandayê, navbera van salên piştî Şerê Cîhanê Yê Duyemîn de, ji bo Indonezyayê di dest xwe de bigire, li vî welatî şîddeteke sîstematîk û li derveyî însanetiyê bi kar aniye.

Ev yek kir ku serokwezîr derkeve pêşberî çapemeniyê û hemû encamên vê lêkolînê qebûl bike.

Mark Rutte. Serokwezîrê Hollandayê.

Serokwezîr bi lêborînê şerma wê demê ji stuyên leşkeran derxist û avêt ser sistema wê demê ya dewleta xwe.

Hollandayê heta niha ev sûc qebûl nedikir û digot artêşa wan tiştekî nelirê nekiriye, bi tenê hin bûyerên şexsî pêk hatine.

Hêjayî gotinê ye, piştî şerê Pasîfîkê qediya, di 1945’an de lîderên wê demê yên siyasî Sukarno û cîgirê wî Muhammed Hatta, serxwebûna Îndonezyayê îlan kirin.

Kralîyeta Holandayê, îlana sexwebûnê qebûl nekir û ji bo rêveberiya mêtîngeriyê bidomîne, leşkerên xwe derxist giravên Cava û Sumatrayê.

Proseya kolonîkirina Îndonezyayê

Leşkerên kraliyetê yên wê demê, li dijî sivîlan qetlîam pêk anîn.

Ji 100 hezarî zêdetir Indonezî hatin kuştin.

Piştî pevçûnan, di sala 1949’an de, di navbera Holanda û Îndonezyayê de hevdîtinên aştiyê hatin destpêkirin.

Di encama van hevdîtinan de, Holandayê serxwebûna Indonezyayê qebûl kir.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …