Tanganyika bi muzakereyan bû xwedî dewlet

Tanganyika ku welatekî li rojhilatê Afrîkayê ye, di 1961an de bû welatekî serbixwe.

Berî vê demê, welêt koloniyeke Împaratoriya Brîtanyayê bû.

9ê kanûna paşîn roja serxwebûna Tanganyikayê ye.

Tanganyikaya li rojhilatê Afrîkayê di 1961an de bû welatekî serbixwe.

Berî vê demê, welêt koloniyeke Împaratoriya Brîtanyayê bû.

Brîtanya di 1916’an de piraniya welêt ji Almanyayê bi dest xistibû.

Almanya di dawiya sedsala 19. de dest bi dagirkirina vî welatî berhemdar kiribû.

Di 1891’an de hukumeta Almanyayê serdestiya xwe ya li ser perav û erdên din ên Tanganyikayê ragihand.

Ev welatê ji aliyê axa xwe ve mezin, bû parçeyeke koloniya Rojhilatê Afrîkaya Alman.

Brîtanî piştî têkçûna Almanyayê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de (1918) bû xwediyê vî welatî.

Emperyalîstên brîtanî navê “Tanganyika” li welêt kirin.

Sîstema cîhanê di 1922’an de serdestiya brîtanî bi fermî pesend kir.

Di 1946’an de serdestiya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Tanganyikayê hat naskirin û ev jî bû gaveke ber bi serxwebûnê.

Lê digel vê jî hebûna rêvebiriya Brîtanyayê heta serxwebûnê berdewam kir.

Di vê navberê de, Yekitiya Neteweyî ya Tanganyikayê (TANU) ya di bin rêberiya Julius Nyerere de xebatên xwe yên ji bo self-determînasyonê xurtir kir.

Rêvebiriya Brîtanyaya ku nexwest bi aloziyekê re rûbirû bimîne, pêşî li hewldanên Neteweyên Yekbûyî yên ji bo serxwebûnê vekir.

TANU û serxwebûn

Di van şert û mercên erênî de TANU di 9’ê kanûna 1961’an de serxwebûnê ragihand.

Brîtanya serxwebûna Tanganyikayê nas kir û paşê welatê nû bû parçeyeke sîstema heyî ya cîhanê.

Di van şert û mercên erênî de TANU di 9’ê kanûna 1961’an de serxwebûnê ragihand.

Brîtanya serxwebûna Tanganyikayê nas kir û paşê welatê nû bû parçeyeke sîstema heyî ya cîhanê.

Di 1922’an de sînorên Tanganyikayê. /Harîte: Wikisource

Bi dûv vê re, ji bo yekitiya Tanganyika û girava Zanzîbarê hevdîtin dest pê kirin.

Muzakere di 1964’an de bi encam bûn û ji bo dewleta hevpar navê “Tanzanya” hat qebûlkirin.

Di heman salê de Komara Yekgirtî ya Tanzanyayê ya serbixwe hat avakirin.

Infowelat


Foto: Serxwebûna Tanganyikayê ji aliyê Julius K. Nyerere ve hat ragihandin. /Foto: Africanleadersmagazine

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …