Rapora asîmîlasyona li Swêdê hat weşandin

Komîsyona Heqîqet û Lihevhatinê ya Swêdê daxwaz  kir ji ber asîmîlasyonê ji Tornedaliyan lêborînê bixwaze.

Komîsyonê di raporê de ji bilî lêborînê “ji bo çareseriyê telafîkirina zirarên pêk hatine” pêşniyazê dewletê kir.

Dewleta Swêdê û Dêra Swêdê divê ji civaka Tornedaliyan lêborînê bixwaze.

Ev tespît di rapora Komîsyona Heqîqet û Lihevhatinê ya Swêdê de cî girt.

Komîsyona navborî ku ji bo vekolîna asîmîlasyona li dijî Tornedaliyan hatibû avakirin, rapora xwe weşand.

Komîsyona ji endamên serbixwe pêk tê got, divê dewlet û dêr bi hev re lêborînê ji Tornedaliyan bixwazin.

Di raporê de kiryarên Swêdê yên di 19. û 20. de li hemberê Tornedaliyan pêk hatibû wekî “asîmîlasyon” hat pênase kirin.

Rapor da zanîn, “asîmîlasyon zirarê da civakê û ji ber bê hîn jî Tornedalî di warê parastina ziman, çand û kevneşopiya xwe rastî dijwariyan tê.”

Komîsyonê di raporê de ji bilî lêborînê “ji bo çareseriyê telafîkirina zirarên pêk hatine” pêşniyazê dewletê kir.

Komîsyon ji 2020’an û vir ve ji bo amadekirina raporê xebatê dikir.

Statuya miletê xwecî 

“Em hêvî dikin, dewlet me wekî miletekî xwecî qebûl bike. Ji lew re em li vir tevlî gelê Samî bi sedan salan bi hev re dijîn.”

Cîgira Serokê Komeleya Tornedaliyên Swêdê Terje Raattamaa li ser rapora komîsyonê daxuyaniyek da çapemeniyê:

Raatamaa wiha axivî:

“Em pir kêfxweş in ku meseleya me niha ket rojeva hukumet û raya giştî. Hukumet ji bo em xebatên xwe bimeşînin wê alîkariya fînansî bide me û wê lêborînê bixwaze.

Nûnera Tornedalî wiha dom kir:

“Em hêvî dikin, dewlet me wekî miletekî xwecî qebûl bike. Ji lew re em li vir tevlî gelê Samî bi sedan salan bi hev re dijîn.”

Kî ne Tornedalî?

Tornedalî civakeke Skandînavî ne ku li bakurê Swêdê nêzîkî sînorê Fînlandê dijîn.

Ev civaka ku bi zimanê Meankieli diaxive, di salên 1800’an de koçî vê herêmê kirine.

Tornedalî civakeke Skandînavî ne ku li bakurê Swêdê nêzîkî sînorê Fînlandê dijîn.

Hejmara wan a bi tevahî bi qasî 50,000’î ye.

Ev civaka ku bi zimanê Meankieli diaxive, di salên 1800’an de koçî vê herêmê kirine.

Dewleta Swêdî ji salên 1880’an û şûn ve dest bi kampanyayeke asîmîlasyonê kir.

Perwerdeya bi zimanê Swêdî li ser Tornedaliyan hat ferzkirin.

Bi hezaran zarokên vê civakê bi darê zorê li dibistanên şevînî yên Swêdî hatin perwerdekirin.

Axaftina zarokan ya bi Meankieli bi dêûbavan re û lixwekirina kincên etnîk hat qedexekirin.

Qedexeyên li dijî nasnameya vê komê heta salên 1960’an dom kir.

Swêd di 2000’an de bi fermî Tornedaliyan wekî kêmarekê nas kir û statuya fermî da Meankieli.

Bi vê biryarê deriyê perwerdeyê, qada hiqûqî û medyayê ji Meankieli re vekir.

Foto: Komeke zarokên Tornedalî yên perwerdeya bi Swêdî dibin /Arşîva Zanîngeha Luleayê

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …