Doza Rizgariya Belûcistanê

Welatek ji aliyê çavkaniyan dewlemend be, lê miletê wî bi xizaniyek xedar re rû bi rû be…

Ev, trajediya hemû welatan e ku rastî dagirkirina hêzên derve hatine.

Belûcistana di nava Pakistan û Îranê de hatiye parvekirin, xwedî heman çîroka dilsoj e.  

Her du dewlet, ligel şerekî qirêj, buhust bi buhust erdên welêt dişêlînin. 

Lê miletê Belûc, êdî vê zilmê qebûl nake û li hember her du dagirkeran şerê rizgariyê dimeşîne.

Erdên başûrê rojhilat û başûrê rojhilatê Derya Kaspîn, welatê ewilî yên Belûciyan e.

Lê di sedsala 13’an de, ji ber sarbûna avhewaya herêmê, şêniyên vir terka erdên xwe kirin,

Ev koça mezin, çend sed sal ajot û Belûc li Sîstan û Belûcîstana îro bi cîh bûn.

Dewleta Safewî ya Îranê û împaratorên Hîndistanê ji bo kontrola erdên nû yên Belûcan di ber hev didan.

Mîrên Belûc, heta sedsala 19’emîn li ser kar man û karûbarên dewletê bi awayekî otonom bi rê ve birin.

Lê di sedsala 17’an de Mîr Hesen li hember her du dewletan rabû û xwe wekî xanê Belûcistanê îlan kir.

Mîrên Belûc, heta sedsala 19’emîn li ser kar man û karûbarên dewletê bi awayekî otonom bi rê ve birin.

Lê kolonyalîstên Brîtanî, piştî dagirkirina Hîndistanê berê xwe dan Belûcistanê û gav bi gav hebûna xwe ya li wir xurtir kirin.

Di 1839’an de Brîtanî, xanên Belûcistanê neçarê peymanekê kirin û bi vê belgeyê li welêt kontrola xwe saz kirin.

Serdestiya Brîtanyayê heta nîvê sedsala 20.emîn bê navber berdewam kir.

Di heman salê de (1947) hêzên Belûcî, di bin rêberiya Xanê Kalatê Mîr Ehmed Xan de bûn yek û serxwebûna Belûcistanê ragihandin.

Nadir Şah

Di 1947’an de ji nişkave Brîtanî biryar dan terka Hîndistanê bikin.

Ev jî bû sebeba pêkhatina valahiya otorîteyê û ev bi kêrî Belûciyan hat.

Di heman salê de hêzên Belûcî, di bin rêberiya Xanê Kalatê Mîr Ehmed Xan de bûn yek û serxwebûna Belûcistanê ragihandin.

Lê Pakistana ku di heman salê de serxwebûna xwe bi dest xistibû, vê qebûl nekir û 9 meh şûn de Belûcistanê dagir kir.

Netewperwerên Belûciyan, ku ji bo serxwebûnê li benda bidawîbûna kolonyalîzma Brîtanî bûn, xewna wan bi dawî bûbû.

Bi gotineke din, dagirkerek din çûbû lê di dewsa wî de yekî din hatibû.

Bi hemleya Pakistanê, piraniya erdên Belûcistanê ket destê vê dewletê.

Îro li her du herêmên Belûcistanê li derdora 10 milyon Belûcî dijîn. Belûcistana rojhilat a di destê Pakistanê de, ji aliyê axê û nifûsê ve parçeya herî mezin e.


Xudadad Xan ligel mîrên Belûcistanê û leşkerên brîtanî

Rojavayê Belûcistanê hîn di destpêka sedsala 19’emîn de ji aliyê Îranê ve hatibû dagirkirin û sînorên vê herêmê di 1872’an de hatibûn zelalkirin.

Îro li her du herêmên Belûcistanê li derdora 10 milyon Belûcî dijîn.

Belûcistana rojhilat a di destê Pakistanê de, ji aliyê axê û nifûsê ve parçeya herî mezin e.

Nifûsa vê herêmê, bi qasî 12 milyonî ye û Belûcî 7 milyonê vê nifûsê pêk tînin.

Sîstan û Belûcistan (a di destê Îranê de) ji aliyê gaza xwezayî, zêr, sifir û ûranyûmê ve herêmeke dewlemend e.

Devera Mûla Çotok a li Belûcistanê

Li Belûcistana rojava ya di destên Îranê de, nifûsa Belûciyan li derdora 2 milyonî ye.

Îranê navê Sîstan û Belûcistan li vê herêmê kiriye û ev der di nava 31 herêmên Îranê de ya herî xizan e.

Sîstan û Belûcistan ji aliyê gaza xwezayî, zêr, sifir û ûranyûmê ve herêmeke dewlemend e.

Lêbelê rejîma Îranê ji ber nasnameya wan ya sunnî û etnîk, xizmetên pêwîst nade herêmê.

Eyaleta Belûcistanê bi petrol, gaza xwezayî, komir û çavkaniyên xwe yên binerdê eyaleta herî dewlewend a Pakistanê ye. Lê digel vê rastiyê jî, Belûcistan di nava 4 eyaletên Pakistanê de ji aliyê aboriyê ve eyaleta herî xizan e.

Komeke şervanên Artêşa Rizgariya Belûcistanê

Rewşa li Belûcistana di bin kontrola Pakistanê de jî, ji herêma li rojava baştir nîne.

Eyaleta Belûcistanê bi petrol, gaza xwezayî, komir û çavkaniyên xwe yên binerdê eyaleta herî dewlewend a Pakistanê ye.

Lê digel vê rastiyê jî, Belûcistan di nava 4 eyaletên Pakistanê de ji aliyê aboriyê ve eyaleta herî xizan e.

Piraniya nifûsê li gundan dijîn û ji xizmetên bingehîn ên wekî tenduristî, perwerde û elektrîkê bêpar in.

Pakistana ku ji bo herêmê tiştekî nake, tevlî Çînê li Belûcistanê projeyeke mezin a aboriyê dimeşîne.

Rojava û Rojhilatê Belûcistanê ya di bin dagirkeriya Îran û Pakistanê ye

Li Belûcistanê 3 rêxistinên çekdar, li dijî Pakistanê şerê gerîla dimeşînin. Ji van ya herî mezin, Artêşa Rizgariya Belûcistanê ye ku di sala 2000’î de hat damezrandin.

Proje, ji çêkirina riyên bejahî û lîmana Gwadarê ya li perevên Belûcistanê pêk tê.

Lê tu xêra vê projeya ku ji 46 milyar dolaran pêk tê, ji bo gelê herêmê tune ye.

Ev jî li Belûcistanê hêrsa li dijî Pakistanê zêde dike û doza ji bo mafên neteweyî xurtir dike.

Li Belûcistanê 3 rêxistinên çekdar, li dijî Pakistanê şerê gerîla dimeşînin.

Ji van ya herî mezin, Artêşa Rizgariya Belûcistanê ye ku di sala 2000’î de hat damezrandin.

Rêxistinên çekdar ên Belûc li Îranê jî hebûna xwe didomînin û bi taybetî li ser sînorên Pakistanê çalakiyan dikin.

Li Pakistanê Partiya Neteweyî ya Baloch, û li Îranê jî Partiya Gel a Belûç wekî 2 hêzên sereke di qada legal de têkoşîna siyasî didomînin.

Lê dagirkerên Belûcistanê bi polîtîkayên xwe, li her du parçeyan rêxistinên Belûcî ji hev de dixin û li pêşiya yekitiya neteweyî dibin asteng.

Çalakiyên şîdetê yên Belûcî bi terorîzmê tên tohmetbarkirin û di qada navneteweyî de doza rewa ya Belûciyan tê reşkirin.

Bi taybetî, Pakistan hebûna xwe ya leşkerî ya li Belûcistanê xurtir dike û Peştûyan li herêmê wekî hêzeke siyasî û paramîlîter bi kar tîne.

Lê gelê Belûc, ligel van hemû dezavantajan jî, doza xwe ya ji bo otonomiyek berfireh û rêvebiriyek neteweyî bi biryar didomîne.

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …