Nîkaragua di 15ê îlona 1821an de serxwebûna xwe ragihand.
Welat di 1838an de ket bin kontrola Meksîkayê û di navbera 1912-1933an de bi bin dagirkerîya Amerîkayê de ma.
Bi Şoreşa Sandînîsta a 1979an dawî li dîktatorîya Somoza hat anîn û Nikaragua bû xwedî sîstemeke sosyalîst.
Nîkaragua di 15ê îlona 1821an de serxwebûna xwe ragihand.
Serxwebûna Nîkaragûayê di têkoşîna Amerîkaya Latîn a li dijî Îspanyayê de hat rojevê.
Şerê rizgarîya ji kolonyalîzmê di 1809an de li Bolîvyayê dest pê kir û belavî bakurê parzemînê bû.
Di 1821an de Meksîka di doza xwe de bi ser ket û bû welatekî serbixwe.
Pêla serxwebûnê di heman salê de gihîşt welatên nêzîkî Meksîkayê.
Di nava van şertûmercên guncaw de Nîkaragua di heman salê de serxwebûnê ragihand.
Mixabin li herêmê îstîkrara sîyasî demeke dirêj pêk nehat û heta 1838an de welat ket bin kontrola Meksîkayê.
Paşê, di 1838an de careke de Nikaragua bû serbixwe û xwedî sîstemeke komarê.
Lê di salên 1840 û 1850an de li welêt şerekî navxweyî di navbera lîberal û mihefazakaran de pêk hat.
Amerîka welêt dagir kir
Di destpêka sedsala 20. de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê gav bi gav bandora xwe li ser welatên herêmê zêde kir.
Amerîkayê di 1912an de Nîkaraguayê dagir kir û heta 1933an de kontrola xwe domand.
Auguto Cesar Sandino di navbera 1927-1933an de li hemberê Amerîkayê şerê gerîla meşand.
3 sal piştî vekişîna Amerîkayê Somoza rêveberîyê bi dest xist û heta 1979an dîktatorîya xwe domand.
Bi Şoreşa Sandînîsta a 1979an dawî li dîktatorîya Somoza hat anîn û Nikaragua bû xwedî sîstemeke sosyalîst.
————————————
Foto: Ala Nîkaraguayê
Infowelat