Elin Anna Labba: Em civaka Sami ji nû ve ava dikin

 

Sápmi, welatê gelê Sámi, di navbera dewletên Swêd, Norwêc, Fînland û Rûsyayê de bi par ve bûye.

Sedema bingehîn a niştecihkirina bizorê ya li welatê Sápmi ew bû ku gelê me li gelek deveran dijiya ku piştre tev dê bûbûna sînor li pêş wan, û lewma jî di serdema neteweperestiyê de nehiştin ku ew vegerin ser axa xwe û destûr nedan ew di sînorên wan dewletan re derbas bibin ku tê de dijiyan.

Inga-Maria Mulk wiha dibêje, “Sámi gelên Rojê û Bayê ne” û lê zêde dike “Sámi, bi hejmara xwe kêm in, bi qasî 70,000 kes in, lê ew beşek ji 300 mîlyon mirovên niştecih in.” Sápmi, welatê gelê Sámi, di navbera dewletên Swêd, Norwêc, Fînland û Rûsyayê de bi par ve bûye. Norwêc bi 35 000î xwedî nifûsa Sámi ya herî zêde ye û li Swêdê 17 000 Sámi, li Fînlandê 5 000 hene û 2000 jî li Rûsyayê dijîn. Nifûsa Samî bi piranî bajarî ye lê hejmareke mezin jî li gundên li Arktîka bilind dijîn.

Kolonîzasyona Sápmiyê di sedsala 16an de dest pê kir û bi awayekî wisa bi encam bû ku dînê Şamanîk yê gelê Sámi bi zorê veguhest ser Xirîstiyaniyê. Bi sedsalan qanûnên dewletên serdest nasname û mafên çandî yên gelê Sámi red kirin. Zarokên Sámi birin dibistanên şevînî yên mîsyoneran û dibistanên dewletê. Di encama van polîtîkayan de gelê Sámi gelek nirxên xwe yên zimanî û çandî winda kirin. Îro, Sámi rû bi rûyê tehdîdên çandî û sirûştî ne yên wekî lêgerîna neftê, kangerî, avakirina bendavan, guherîna avhewayê û bandora neyînî ya tûrîzmê û karên bazirganî.

Elin Anna Labba. Foto: Balticsealibrary.info

Gelê Sámi ji bo ku çand û zimanê xwe biparêzin muze û navendên çandî ava kirine. Sámi xwedî çend ziman û zaravayên cihê ne ku di komên Samoyedic û Finno-Ugric yên malbata zimanên Uralî de cih digirin. Zimanên Sámiya Rojhilat ev in: Ter Sámi, Kildin Sámi, Skolt Sámi û Inari Sámi. Di nav Sámiya Navîn de Sámiya Bakur, Lule Sámi û Pite Sámi hene, û Sámiya Başûr jî ji Ume Sámi û Sámiya Başûr pêk tê. Edebiyata Samiyan bi dewlemendiyên xwe yên mîtolojîk temsîleke girîng a edebiyata niştecihî ye. Gákti, cil û bergê kevneşopî yê Sámiyan, hunerên destan ên wekî zîvkerî, pezkovî, defên Şamanî, û joik (stranên Sámiyan) tev nirxên sembolîk ên çanda Samiyan in.

Elin Anna Labba nivîskar û rojnamevaneke Sámi ye. Wê bi pirtûka xwe ya yekem, Herrarna satte oss hit: om tvångsförflyttningarna i Sverige, gelek xelat wergirtin. Pirtûk qala koça bi darê zorê ya Sámiyan a di sala 1919 û 1920 de ji Norwêcê ber bi Swêdê dike. Elin Anna Labba niha li Tjállegoahte, Navenda Nivîskarên Sápmi a li Jokkmokk, Norrbottenê dixebite. Sirdolaccata wê di sala 2020an de Xelata Tebaxê, an ku xelata wêjeyî ya herî berbiçav a Swêdê, di beşa baştirîn berhema ne-pevbestî de wergirt.

Elin Anna Labbayê bi pirtûka xwe ya yekem, Herrarna satte oss hit: om tvångsförflyttningarna i Sverige, gelek xelat wergirtin. Pirtûk qala koça bi darê zorê ya Sámiyan a di sala 1919 û 1920 de ji Norwêcê ber bi Swêdê dike.

Samî Hêzil: Em spasiya te dikin ji bo vê hevpeyvînê. Ez dixwazim destpêkê tu ji me re bi kurtî behsa gelê xwe bikî, an ku behsa gelê Sámi ên ku li Samistanê dijîn.

Elin Anna Labba: Em ji welatê xwe re dibêjin Sápmi û ji bo me ew yek welat e, her çi qas ji hêla wan çar dewletan ve hatibe dabeşkirin jî: Swêd, Norwêc, Fînland û Rûsya. Ew axeke artktîk e û bê paytext e. Paytextên me çiya ne, çem in û gol in. Wekî mirovên niştecihî gelê Sámi ji bajaran zêdetir bi wan paytextên xwe serbilind in, jixwe bajarên me yên wisa mezin jî nîn in. Mirovên biyanî welatê me wekî çolter dizanin, lê sedema vê yekê ew e ku pejna lingên xelkê me kêm tê. Li welatê me gelek mirov dijîn û debara xwe li ser axa xwe dikin: masîvaniyê dikin, xezalan xwedî dikin û destkariyê dikin. Jiyana li wan çar dewletan jî ji hev cuda dibe. Ji bo Sámiyan jiyana herî dijwar a li Rûsyayê ye, û cihê herî aram jî Norwêc e. Swêd û Norwêc timî nîqaşa vê yekê dikin bê ka kîjan ji wan ji yê din zêdetir Sámi înkar kirine. Belê, vê lîstikê xweş dilîzin.

Elin Anna Labba di pirtûka xwe ya ewil de koçberiya bi darê zorê ya Samiyan ya li Norwêc û Swêdê nivîsî. 

Wekî gelê Sámi, di rojeva we de kîjan mijar hene? Bi qasî ku ez dizanim hûn li hember projeyên kangeriyê li ber xwe didin û hin qanûn hene ku destûrê nadin hûn bibin xwediyê axa xwe. Ji kerema xwe tu dikarî behsa wan kêşeyan bikî, rewş niha çawa ye?

Di rojeva me de kêşeya herî giran guherîna avhewayê ye, û talanên mezin ên wekî kangerî û birîna daristanan a berfireh jî bi vê kêşeyê re têkildar in û dibin sedema arîşeyan. Li bakur welatekî me yê pir zengîn heye ji hêla çavkaniyên xwezayî ve. Em li welatekî xwedî daristanên mezin dijîn, gelek mîneralên me, çemên me hene ku ji bo vejena hîdroelektrîkê tên bikaranîn, lê dema ku behs tê li ser biryardayînê, beşdarbûna nav nîqaşan û bikaranîna çavkaniyan, hingê mafê me yê gotinê pir hindik e, lê jiyana me jî ji kokê ve girêdayî xwezayê ye. Xweza nebe jiyaneke dîtir ji bo gelê me tune. Di wan salên dawî de Sámi zêdetir çalak in û ciwanên Sámi jî yên herî çalak in, lê timî serkeftî nebin jî gel êdî ji aşkerekirina nasnameya xwe şerm nake û bi denegekî bilind li hember talankirina axa Sámiyan helwesta xwe nîşan dide. Ji hêla nasnameyê ve ji roja zarokatiya min ta îro gelek tişt guherîn.

Di rojeva me de kêşeya herî giran guherîna avhewayê ye, û talanên mezin ên wekî kangerî û birîna daristanan a berfireh jî bi vê kêşeyê re têkildar in û dibin sedema arîşeyan.

Tê êş û kêfxweşiya Sámibûnê çawa pênase bikî?

Kêfxweşiya wê ew e ku hûn jiyaneke tijî huner dijîn û li gelê dorhêla Sápmiyê difikirin. Çandeke me ya çêkirina tiştan a bi awayekî xweşik û axaftina bi şêweyeke xweşik heye, bi fikra min ji ber vê yekê ye ku em wekî civakeke biçûk xwedî gelek hunermend in. Helbest û çîrokbêjî di civaka me de pir jîndar in û ez jî pir bextewar im ku aîdî civakeke wiha me. Em xwedî hêzeke xurt a çandî ne, hêzeke wisa ye ku hişê me û bedena me xurt dike lê dîsa jî nabe hêzeke siyasî. Hema bêje Sámi tev hunermend in. Û xweza jî bextewariyeke mezin e. Di nav wê xwezayê de huner jî nebûya dîsa têra me dikir.

Her çi êşa Sámibûnê ye, hûn divê timî têbikoşin da ku li ser piyan bimînin û ew tekoşîn mixabin di jiyana rojane de her tim berdewam e, her çi qas em li welatekî herî demokratîk a cîhanê de bijîn jî. Em tekoşînê didin da ku zimanê me nemire, ji bo ku çîrokên xwe û baweriyên xwe zindî bihêlin û hemû tiştên ku me pê şerm dikir ji nû ve hîn bibin. Em dikin ku bi her awayî civaka xwe ji nû ve ava bikin. Êşa herî mezin a Sámibûnê ji bo min ew e ku hebûna me ya wekî gel nabînin. Ez tenê qala dewletên ku em lê dijîn nakim, lê belê mirov pir pê diêşe ku li wan civakên demokratîk û nûjen ku pêşengiya mafê mirovan li hundir û derve dikin, hebûna me ya wekî gel wekî hebûna xeyaletan e.

Her çi êşa Sámibûnê ye, hûn divê timî têbikoşin da ku li ser piyan bimînin û ew tekoşîn mixabin di jiyana rojane de her tim berdewam e, her çi qas em li welatekî herî demokratîk a cîhanê de bijîn jî.

Komeke Samiyên çiyayî yên Norwêcê. Foto di 1918’an de hatiye girtin. / Wikiwand 

Tu li Navenda Nivîskarên Sápmi “Tjállegoahte” jî dixebitî û wê dawiyê we projeyek bi navê Belongings li gel çend nivîskarên Kurd meşand. Ji kerema xwe tu dikarî fikrên xwe yên derbarê nasîna Kurdan û wan têkiliyên nû bikî?

Me tu carî projeyek wiha tijî ken û şahî nemeşandibû. Projeyeke mikemel bû û ez li ser navê hemû beşdaran dikarim bibêjim ku ew ne bi tenê projeyeke çûn û hatinê û nasîna hin mirovan bû. Ji bo me pir biqîmet bû ku em derbarê kolonîzasyonê, derbarê zimên, muzîkê, çiyan û gelek tiştên din axivîn û me dît ku ew ji me fêm dikin. Gelek caran em bi mirovan re diaxivin û ew jî bi nêrînên bêwate li me dinihêrin. Me kesên ku ji me fêm dikirin li deverek ji ya me cudatir peyda kirin! Min qet hêviya vê yekê nedikir. Mixabin, projeyê gelek kurt kişand. Bi ya min koma projeyê dikarî zêdetir dem bi hev re derbas bikira, lewre ji bo wan hevdîtinên hêja dema me pir kurt bû. Ez gelek dixwazim dîsa serlêdana welatê Kurdan bikim û hêvî dikim em bêtir derfetan peyda bikin da ku civakên xwe yên hunerbar bigihînin hev û din.

Ez gelek dixwazim dîsa serlêdana welatê Kurdan bikim û hêvî dikim em ê bêtir derfetan peyda bikin da ku civakên xwe yên hunerbar bigihînin hev û din.

“Herrarna satte oss hit” (Zinar Dê Êşa Me Olan Bidin) navê pirtûka te ya dawî ye. Ji kerema xwe dikarî çend hûrgiliyan derbarê wê bi me re parve bikî? Û niha tu li ser çi dixebitî, an ku xebata te ya pirtûkeke nû heye? 

Ew pirtûk berhevkariya çîrokan e derbarê mirovên ku bi zorê ji warên xwe hatine dûrxistin. Sedema bingehîn a niştecîkirina bi zorê ya li welatê Sápmi ew bû ku gelê me li gelek deveran dijiya ku piştre tev dê bûbûna sînor li pêş wan, û lewma jî di serdema neteweperestiyê de nehiştin ku ew vegerin ser axa xwe û destûr nedan ew di sînorên wan dewletan re derbas bibin ku tê de dijiyan. Malbata min jî yek ji wan malbatan bû ku mecbûr hiştin terka giravê û çiyan bikin ku bi salan li wê derê dijiyan û dakevin ber bi başûrê Swêdê. Lewre ew pirtûkeke pir şexsî ye jî ji bo min û wekî encama hevpeyvînên bi salan ên li gel kal û pîrên Sámi yên ku ew bicihkirina bi zorê bi bîr dianîn çê bû. Ji wan kesên ku bûyerê bi bîr tînin tu kes îro sax nemaye. Yê dawî jî çend meh berî niha mir. Niha jî ez hewl didim ku romanekê binivîsim. Aqûbeta vê pirtûkê hêj ne diyar e, gelo ew ê bikare xwe bigihîne gelek xwîneran an jî ew ê bibe yek ji wan berhemên jibîrbûyî? Ew ê di sala 2024an de bi Swêdî û Sámiya bakur bê weşandin. Min navê wê daniye “derya” lê ew derbarê deryaçeyekê ye.

Sapmi: Welatê Samiyan. Çavkanî: Decolonial Atlas/Jordan Engel 

Û pirsa dawî, ez dixwazim ji te bipirsim ka tu cîyawaziya Kurdbûnê, Sámibûnê an jî endamtiya gelekî niştecih ê cîhanê heye. Di gel dîrokeke dirêj a neheqî û êş û azaran, gelo em dikarin behsa tiştekî bisiûd bikin derbarê xwe de?

 Û tişta ku em ji hevdîtina xwe ya bi dostên xwe yên Kurd hîn bûn ew bû ku divê hûn bi keneke dengbilind bikenin. Tenê ez bi vê yekê hêmin bûm. Kena me pir bilind bû. Ew jî rêyeke baş e ji bo hebûnê.

Belê, em gelek bextxweş in. Em di nav çîrokan de mezin bûn, ev jî şanseke mezin e ji bo nivîskarekê. Ji bo nivîskaran Sápmi paşxaneyeke pir bişans e, tiştên bi hezar salan hene ku bên vegotin an jî bibin çavkaniyên hunerî. Çîrokên me qet nehatine vegotin. Lê hekî ez xwe derve bihêlim û bêtir bi gelemperî lê binêrim, ez dikarim bêjim ku kêmîneyên wekî me jî hene ku xwedî çav û nêrînên cuda ne. Ji bo hebûna xwe divê em li derveyê sîstema kapîtalîst bijîn û bala xwe bidin nifşên pêşerojê. Ev yek îro wekî cîyawazî dixuye, lê ez vê yekê wekî xasyeteke pir edetî jî dibînim. Ew çavên eyloyan di heman demê de ji bo dîtina xasyet û bergehên cihê yên jiyanê jî perwerde bûne. Belkî dilên me yên pir taybet jî hene, bi gelek awayên cuda pir disojin, an ku qenc û neqenc bi hev re. Belkî jî dilê me hema zûka dişewitin. Û tişta ku em ji hevdîtina xwe ya bi dostên xwe yên Kurd hîn bûn ew bû ku divê hûn bi keneke dengbilind bikenin. Tenê ez bi vê yekê hêmin bûm. Kena me pir bilind bû. Ew jî rêyeke baş e ji bo hebûnê.

Fotoyê bergê: Elin Anna Labba/Boktugg 

Hevpeyvîn: Sami Hêzil

Samî Hêzil nivîskar û wergêrekî ji bakurê Kurdistanê ye. Lîsansa wî li ser Ziman û Wêjeya Îngilîzî ye û di Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî de xebata master û doktorayê pêk anî ye. Hêzil di qadên ziman, wêje û çanda Kurdî de dinîvîse û ji zimanê Îngilîzî berhemên edebî û zanistî werdigerîne. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …