Ngugi li Kenyayê, ji ber xebatên xwe yên şanogerî bi zimanê Gikuyu tevî gundiyên Kenyayê, di sala 1977ê de hat girtin.
Navê şanoyê ku hat qedexekirin Ngaahika Ndenda [Dilê min Kengî Bixwaze Ez ê Hingî Bizewicim] bu.
Konferansa Berlînê di navbera 1884-1885an de bi armanca dabeşkirina Afrîkayê civiya û di dawiya Konferansê de Afrîka bi awayekî fermî di nav dewletên ewropî de hat parvekirin. Kenya para Brîtanyayê ket û nêzî 80 salî di bin hikmê Brîtanyayê de ma û di sala 1963yan de Kenyayê serxwebûna xwe bi dest xist.
Ngugi wa Thiong’o, di sala 1938an de li Kenyayê hat dinyayê. Li ser edebiyata ingilîzî xebitî û doktoraya xwe li Brîtanyayê, li Zanîngehê Leedsê temam kir. Di sala 1967an de vegeriya Kenyaya serbixwe û li Zanîngehê Nairobiyê dest bi kar kir.
Di îlona 1968an de, li Zanîngeja Nairobîyê, serokê beşa ingilîzî Dr. James Steward pêşniyazekê li Lijneya Fakulteya Hunerê dike da ku beşa ingilîzî bê pêşxistin û çarçoveya wê bê firehkirin. Dr. Steward di daxwaznameya de pêşniyara xwe wiha diparêze:
Beşa ingilîzî li Zanîngeha Nairobiyê xwedî dîrokeke dirêj e û mifredatekê xurt ava kiriye. Bi saya wê mifredatê mimkun bûye ku ji serdema pêkanîna rojavaya modern heta îro em pêşketina çandeke hevpar bişopînin. Ji ber vê giringiyê, ingîlizî di mifradatên beşên dîrok, felsefe û xebatên olî de jî cihekî girîng girtiye.
Stewart bêyî ku bêje çima û çawa ingilîzî li Afrîka û Kenyayê bûye temsîlkarê çandeke hevpar û yekane dixwaze rola ku di dewra kolonyalîzmê de leyistiye di serdema serxwebûnê de jî bilîze. Di berdewamiya daxwaznameyê de kêm-zêde wiha dibêje:
Divê beşa ingilîzî kêmtir britanî/ingilîzî be û helbet bi armaneke berawirdî ji bo xebatên din ên ingilîzî yên ku li Amerîka, Karayîp, Afrîka û koloniyên berê yên Brîtanyayê hatine nivisîn veke û her wiha ew ji bo xebatên li parzemîna Afrîkayê yên ku bi zimanê ingilîzî hatine nivîsîn jî vekirî be.
Mehek şûnde, Ngũgĩ wa Thiong’o û du hevalên wî yên mamosteyên zanîngehê xitabî Dekanê Fakulteya Hunerê daxwaznameyeke bi sernavê “Betalkirina Beşa Îngilîzî” nivîsandin. Di daxwaznameya xwe de xwestin ku beşa ingilîzî ya halê hazir heye, bê girtin. Îtiraza wan berî her tiştî li hemberî îdiaya Stewardê ku kevneşopiya ingilîzî û pêkanîna Rojavayê kokên esîl ên hişmendî û mîrata çandî ya Kenya û Afrîkayê pênase dikir bû. Ew li hemberî wê îdiayê ku Afrîkayê wekî berdewmiya Rojavayê pênase dikir derketin û bersiveke wiha dan:
Vêga pirsa me ya sereke ev e, ger hewcedarî bi ‘lêkolîneke li ser berdewamiya dîrokî ya çandeke yekane’ hebe, ev çima ne afrîkayî be? Çima ‘edebiyata afrîkî’ ne di navendê de be û ji bo çi em ji vê navendê li çandên din nenêrin û wan nenirxînin?
Daxwaza guherandina navenda mifredata edebiyatê û ‘navend’îbûna zimên ku ji aliyê saziyên împeryalîst ve hatibû sazkirin û tehkîmkirin dihat wateya daxwaza veguhertina tehekuma împeryalîst bi xwe û têkiliyên mêtîngeriyê.
Yek ji pisporên Edebiyata Afrikî, Apollo Obonyo Amoko vê daxwaza guherandina navenda edebiyatê wek ‘şoreş’ekê pênase kiriye. Li gor Amoko, ev daxwazname bi qasî ku her sê mamosteyên zanîngehê jî pêşbînî nekiribûn û bêyî ku haya wan jê çêbibe agirê fitîlê pê xistibû ku li hemberî îdeolojiya edebiyata ingilîzî radîkaltirîn li dijderketin dabû destpêkirin.
Daxwaza guherandina navenda mifredata edebiyatê û ‘navend’îbûna zimên ku ji aliyê saziyên împeryalîst ve hatibû sazkirin û tehkîmkirin dihat wateya daxwaza veguhertina tehekuma împeryalîst bi xwe û têkiliyên mêtîngeriyê
Dîroknasê edebiyatê Carol Sicherman daxwaznameyê wekî “deqeke damezirîner ku revîzyon taleb dikir di kanona berbelav a di akademiya navneteweyî ya sedsala bîstan de” pênase kiriye. Biodin Jeyifo, yek ji akademisyenên berbiçav ên edebiyata Afrîkayê, nîşan dike daxwaznameya ku Thinog’o û hevalên wî nivîsandibûn, di warê xurtbûna edebiyata Afrîkayê de ya disiplîneke di dibistan û zanîngehên Afrîkaya serbixwe de û di diyarkirina hîm û rêgezên mifredatê de girîngtirîn deq bû.
Digel ku daxwazname di demekê kurt de di navendê de guherîneke bi dilê Thiong’o û hevalên wî pêk neanî jî, di pêvayoyeke dirêj de wekî deqeke damezirîner hat dîtin û kir ku beşa ingilîzî bê betalkirin û li şûna wê beşeke edebiyatê ya xwedî navenda afrîkî têkeve fakulteyê. Thiong’o diyar dike, piştî daxwaznameyê û nîqaşên derheqê wê de bi navê ‘ziman û edebiyat’ du beş hatin vekirin ku di herduyan de jî ziman û edebiyatên Afrîkayê wek bingeh hatin qebûlkirin. Di beşa edebiyatê de dê giranî li ser edebiyata Afrîka û Karayîbê be. Ev çalakiya Thiong’o wek Şoreşa Nairobiyê di Edebiyata Îngilizî de hat pesendkirin.
Helbet riya her şoreşê zor û zehmet e. Ngugi li Kenyayê, ji ber xebatên xwe yên şanogerî bi zimanê Gikuyu tevî gundiyên Kenyayê, di sala 1977ê de hat girtin. Navê şanoyê ku hat qedexekirin Ngaahika Ndenda [Dilê min Kengî Bixwaze Ez ê Hingî Bizewicim] bu. Li girtîgeheke gelekî bi ewle di hicreya yekkesî de dest bi romana ewil a zimanê Gikuyu kir û di salekê de romana Caitaani Mutharabaini [Îblîsê li Xaçê] temam kir. Ji ber tûnebûna kaxizan romana xwe li ser kaxizên tuwaletê nivîsî. Roman bi dizî ji girtîgehê hat derxistin û çapkirin. Di demeke kin de di nav xelkê de belav bû û sê caran hate çapkirin. Rêvebirên dewletê da ku romanek din nenivîse ew ji girtigehê derxistin, şandin sirgûnê û nehiştin vegere welatê xwe. Bi wî awayî xwestin ku ew şoreşa ziman û edebiyatê nîvco û bêtesîr bihêlin.
Fotoyê bergê: Pirtûkxaneya Lilly a Zanîngeha Indianayê
—————–
Ev gotara ji aliyê Serdar Şengul ve hatiye nivîsandin, cara ewil di Botantimesê de hatiye weşandin