Blaise Compaore. Serokê berê yê Bûrkîna Fasoyê di doza kuştina T.Sankara de cezayê heta hetayê girt .

Doza Che Guevarayê Afrîkayê bi dawî bû

Ev gotinên balkêş ên Sankara hîn jî di têkoşîna li dijî kolonyalîzm û neokolonyalîzmê de riya miletên bindest ronî dike:

Koleyê ku li hemberê zilmê nikare serî hilde bila gazinan ji qedera xwe neke. Eger ew ji sozên azadiyê yên efendiyê xwe bawer bike, wê demê sebeba qedera wî/wê ya reş wê ev bi xwe be. Azadî encax dikare bi riya têkoşînê pêk were.

Di doza kuştina Sankara de ku ji 2017’an û vir ve berdewam dikir, dawiya dawî biryar hat eşkerekirin.

Blaise Compaore. Serokê berê yê Burkina Fasoyê di doza Sankara de cezayê heta hetayê girt.

Dadgeha Bûrkîna Fasoyê cezayê girtîgehê li serokê berê Blaise Compaore û berpirsê tîma ewlehiya wî birî.

Compaore, piştî kuştina Sankara bi qasî 30 salan welêt bi dîktatoriyê birêve biribû.

Lê paşê ji ber raperîneke civakî, neçar mabû ji kar vekişe û terka welêt bike.

Kî ye Sankara? 

Lîderê şoreşger Thomas Sankara di 1983’an de bi darbeyeke leşkerî hatibû ser kar û li welêt polîtîkayeke serbixwe meşandibû.

Sankara, di destpêkê de navê welêt Voltaya Jor ku ji aliyê kolonyalîstên Fransî ve hatibû dayîn betal kir û navê Bûrkîna Faso li welatê xwe kir.

Sankara kesekî pan-Afrîkanîst bû û polîtîkayên bi giranî li ser antî-emperyalîzmê hatibû damezrandin.

Thomas Sankara. Lîderê şoreşger ê Bûrkîna Fasoyê. Di 1983-1987’an de li ser kar ma.

Hikumeta bi riya qebûlkirina polîtîkayên kêmkirina deynan û desteserkirina hemû erd û zengîniya mîneralan, bandora Fona Pereyan a Navneteweyî (IMF) û Bankeya Cîhanê li welat bi dawî bike.

Reformên Sankara

Sankara di rêvebiriya xwe ya kurt de gavên mezin avêt û mora xwe danî binê gelek reforman.

Axa welêt bi awayekî hevpar li cotkaran hat belavkirin û bi vî awayî dawî li xizaniya li herêmên gundewar hat anîn.

Di vê dema rêvebiriya şoreşger de mafên jinê hatin misogerkirin, zewacên bi darê zorê, zewaca pir-jinî û suneta jinan hat qedexekirin.

Burkina Faso ji ber polîtîkayên rêvebiriyên bêkêr ên bi dûv Sankara de niha yek ji welatê herî xizan ê cîhanê ye. Welat di heman demê de navenda rêxistinên cîhadîst ên li Afrîkayê ne.

Lêbelê reformên civakî-aborî û polîtîkaya derve ya rêvebiriya nû, hêzên emperyalîst ên cîhanê û rêvebiriyên kevneperest ên Afrîkayê xistin nava tirs û fikaran.

Sankarayê şoreşger, di 1987’an de rastî êrişeke çekdarî hat û tevlî 12 hevalên xwe hat kuştin.

Sankara bi dehan salan piştî kuştina xwe hîn jî bi serbilindî û berxwedana we ya li hemberê polîtîkayên neokolonyalîzmê li Afrîkayê tê bibîranîn.

Sankarayê wekî Che Guevarayê Afrîkayê dikar binavkirin bi van gotinên balkêş banga berxwedanê li miletên bindest kiribû:

Koleyê ku li hemberê zilmê nikare serî hilde bila gazinan ji qedera xwe neke. Eger ew ji sozên azadiyê yên efendiyê xwe bawer bike, wê demê sebeba qedera wî/wê ya reş wê ev bi xwe be. Azadî encax dikare bi riya têkoşînê pêk were.

 

Derbarê Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Kolonîzasyon sebeba guherîna avhewayê ye

Ji ber nişteciyên ewrûpî, li bakur û başûrê Amerîkayê 56 milyon xwecî jiyana xwe ji …