Bakurê Gola Wanê û midaxaleyên demografyayê

Îkram Îşler

Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca siyaseta guherandina demografyayê ya ji aliyê dewleta tirk ve. Piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê, hewldan hatîye dayîn ku Xelat bibe navendeke tirkan a li herêmê.

Mijara midaxaleyên demografyaya Kurdistanê bi anîna tirkên Ahiskayê ya Xelatê careke din ket rojevê. Di 20ê sibatê de 703 tirkên ahiskayî ji Elezîzê neqlê vê navçeyê hatin kirin.

Dewleta tirk ji roja ku hatiye damezrandin ve ji bo kontrolkirina Kurdistanê hewl dide nifûsa kurdan kêm bike. Ji aliyekî ve, bi mihendîsîya demografîk û bi koçkirina kurdan kêmkirina hejmara wan plan dike, ji aliyê din ve jî hewl dide hejmara tirkên li Kurdistanê zêde bike. Di çarçoveya vê sîyasetê de dema firsendê bi dest dixe tirkan û miletên asîmîle kirine li Kurdistanê bi cî dike.

Li Kurdistanê ligel çend deverên din, herî zêde dora Gola Wanê bûye armanca vê siyaseta Tirkiyeyê. Bi serkeftina leşkerî ya Şerê Milazgirê ya 1071an, derîyên vê herêmê ji tirkên Asyaya Navîn vebûye. Piştî damezrandina Komara Tirkiyeyê paşxaneya dîrokî wekî bingeh hatîye bikaranîn û hewldan hatîye dayîn ku Xelat bibe navendeke tirkan a li herêmê.

Mijara midaxaleyên demografyaya Kurdistanê bi anîna tirkên Ahiskayê ya Xelatê careke din ket rojevê. Di 20ê sibatê de 703 tirkên ahiskayî ji Elezîzê neqlê vê navçeyê hatin kirin. Bicîkirina vê qefleya mezin a tirkên Ahiskayê xwe dispêre biryarnameya Erdogan ku di destûrê dabû 1000 malbatên ahiskayê bi cî û war kirin. Lewma çav li rê ye wê di nava demê de hejmara malbatên din li Xelatê zêde bibe.

Çeteyên kirgiz yên li Erdîşê. /Reddit

“Xelat paytexta yekem a tirkan e!”

“Hûn bi xêr hatin welatê  misilmanan û welatê tirkan. Hûn hemû bi xêr hatin ser axa welatê xwe”. Ez hêvîdarim hunê li vir kok bidin erde.”

Tirkên li herêma Ahiska ya Gurcistanê di 14ê mijdara 1944an de ji aliyê biryareka Yekitîya Sovyetê hatibûn sirgûnkirin. Tirkiye deriyên xwe ji ahiskayîyan re vekiribû û wan li nava sînorên xwe bi cî kiribû. Paşê, qismek tirkên Ahiskayê ku di 2016an de Ûkraynayê hatibûn anîn, li Xelatê hatibûn bicîkirin.

Axaftinên li ber avahîyên TOKIyê hatibûn kirin, planên dewleta tirk ya ji bo Xelatê bi zelalî nîşan dabûn. Şaredarê Xelatê A. Mumtaz Çoban xêrhatineka germ li ahiskayîyan kiribû û gotibû, “ev ax, axa we ye.” Qeymeqamê navçeyê Bulent Tekbiyikoglû ji şaredar hîn bêtir zelal axivî bû û di derbarê dagirkirina axa Kurdistanê ya di bin sîwana îskana tirkên Ahiskayê de van gotinan kiribû:

“Hûn bi xêr hatin welatê  misilmanan û welatê tirkan. Hûn hemû bi xêr hatin ser axa welatê xwe”. Ez hêvîdarim hunê li vir kok bidin erde.”

Herwiha qeymeqam di axaftina xwe de îdîa kiribû “Xelat paytexta yekemîn a tirkan e” û xebera bicîkirina 300 malbatên din ên ahiskayê jî ragihandibû.

Bicîkirina kirgizan li Gelîyê Zîlan

Di sala 1983an de kirgiz li Geliyê Zîlan a bi ser navçeya Erdîşê ya Wanê li xaniyên ku ji aliyê Serokwezîr Turgut Ozal ve hatibûn çêkirin, hatin bicihkirin.

 Piştî komkujîya Geliyê Zîlanê dever bûye ciyekî leşkerî û 20 sal ji çûnûhatinê re hatîye qedexekirin.. Paşê dewlet destûrê daye ku niştecî vegerin gundên xwe. Lêbelê axa gundîyan a hatibû desteserkirin li wan nehat vegerand. Gundîyên kurd ji bo debara xwe li wê derê gom çêkirin û heywan xwedî kirin. Piştî derbeya leşkerî ya 12ê îlonê planên guherîna demografyayê ji nû ve hatin zindîkirin û kirgiz li vir hatin bicîkirin.

Nexşeya Bedlîsê. Xelas li bakurê parêzgehê ye.

Di dema Kenan Evren de, di sala 1982an de biryara anîna kirgizan hat dayin. 1150 kirgiz bi li Meletî û Wanê hatin belavkirin. Di sala 1983an de kirgiz li Geliyê Zîlan a bi ser navçeya Erdîşê ya Wanê li xaniyên ku ji aliyê Serokwezîr Turgut Ozal ve hatibûn çêkirin, hatin bicihkirin. Paşê, li ser daxwaza kirgizan navê gundê lê hatibûn bicîkirin bû Ulupamir.  Niha li gundê Ulupamirê 3850 Tirkên kirgiz dijîn.

Kirgizên li vir bi cih bune, di nava demê de çekên dewleta tirk hilgirtine û bûne cerdewan û li dijî tevgera kurd hatine bikaranîn. Çeteyên kirgiz ên çekdar tevlî gelek çalakiyên neqanûnî bûne. Serdegirtina gundan û bi darê zorê birina heywanên xelkê û di kontrolên li ser rêyan de desteserkirina pere û alavên binirx ên gundiyan hin ji van kiryarên neqanûnî yên kirgizan e .

Tê texmînkirin, niha li Ulupamirê nêzîkî 200 cerdevanên kirgiz hene. Mirov dikare bêje, di her malbatekê de herî kêm cerdevanek heye.

Foto: Gola Wanê û navendên li dora wê. /Rûpela Facebookê ya Abdurrahman Onen

Gotar cara ewil di hejmara nîsanê ya Kurdistanê de hatîye weşandin. 

————————————————-

Îkram Îşler

Di sala 1965an de li Erdîşê ya Wanê ji dayik bû. Di 1986an de ji Zanîngeha Enqereyê Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ji beşa Civaknasiyê mezûn bû. Di sala 1989an de dest bi mamostetiya felsefeyê kir. Di sala 1996an de ji Erdîşê sirgûnê rojavayê Tirkiyeyê hat kirin. Di 2001an de li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de di komîsyonên amadekirina çavkaniyên
perwerdehiyê de xebitî. Li Navenda Hîndekariya zimanê Kurdî ya li Stenbolê mamostetîyê kir. Li ser mijarên nexşên xalîçeyên kurd, newroz, perwerdeya kurdî, dîrok û berhevkarîyê de pirtûkên wî hatine çapkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …