Ronî Riha
Kurd li serê xwe, serîyekî rêyeka rast nîşan bide, digerin. Kurd li serê xwe, serîyekî ku dahw û doza Kurdistanê ya ji hêla dîn û îdeolojiyan ve dîl hatiye girtin azad bike, digerin!
Mirovatî pir pirsgirêkên xwe hene, lê kurd li gel gelek pirsgirêkan yek pirsgirêkek xwe heye! Ew jî rastîya netewa kurd a ku di bin asîmilasyonanê de û Kurdistanek ji hêla çar dagirkeran ve dagir bûye. Ev pirsgirêk dayika hemû pirsgirêkên kurdan e. Heta kurd vê birîna xwe nekewîne ti birînên kurdan qermox nagrin û her tim di laşê urdan de birînek din wê vebe.
Kîjan kurdê vê rastiyê wek pirsgirêka mirovatîya xwe ya herî bingehîn nebîne, ew kurd ne hew hêlîna wî/wê, zahr û zimanê wî/wê, di heman demê de bîr û baweriya wî/wê jî dagir bûye. Ya din, ev kesê/a xwe wek kurd dibîne û rastîya netewa xwe ji xwe re nake xem û bar, ev kes milê wî/wê ji bo pirsgirêka mirovatiyê jî nîne. Ev kes bi devikî dijî. Hew devê wî/wê heye, wek hemû teyr û tebayan…
Ev kurdê/a malwêran yê agirê mala xwe nabîne, mixabin ji agirê mala xelkê re dil deryaye. Ev rastiya kurd ya fedayîtiya gelan dike şaşrastiyekek wî/wê ya dîrokîye. Heta ku kurd vê rastiya xwe ya xwar nebîne û rast neke wê negihêje tu mexsed û miradan.
Maşelah, axa Kurdistanê ne hew ji nok, nîsk, ceh, genim û ji şarestaniyê re bi xêr û bêr e, di heman demê de ji vî/vê Kurdê/a dev ji birîna xwe berdaye û ji alemê re wek hekîmê lokman tevdigere ra jî bûye berî û buhuştek berbênder. Hezar sal berê heman rengkesên xwenenas û ji xwe bêhay ji bo Kêrbela reş girêdan û bi beytên “Hesen û Husên yek kek in, du beranên qerbelek in” sînga xwe dihingavtin û bi cuzbê diketin. Pêra bi sedan sal torinê di bin siya wan de mezin bûn, ji bo Ometa Mihemed û Elî li çol û çeperên Sahrayan bi baweriya “Em bimrin şehîd, bimînin jî gazî nin” şûr alastin. Ev hol û herşana wan a ji bo xelkê bi taybet li bakurê Kurdistanê heta damezrandina Komara Tirkiyeyê berdewam kir. Li hemberî fransiyên wek “kufar” ditîn li Mereşê “qehreman”, li Dîlokê “gazî” û li Urfayê (Riha) bi “şan” bûn. Hinekê wan li eniya Balkanan, hinekê wan li Çiyayên Allahûekber, hinekê wan li çol û çeperên Hîcaz û Yemenê bê ser û ber çûn.
Lê tiştê ecêb ev e, îro, di vê cîhana hertişt li ber dest û çavan e, kurdên ker û kor, ji dewranên bi êş hîn jî ibret negirtine hene.
Parçebûna dînî û îdeolojîk
Di vê dema serxweş ya îro de li axa bi xêr û bêr kes û kesayetek din jî hişin hatiye. Ev kesanan xwe kurd qebûl nake û dibêjin em Elewî an jî em Êzidî ne. Eger kurd li xwe venegere û ev dema serxeş weha dewam bike, di demeka nêzîk de suniyên ne kurd jî wê qilçix bidin. Ji xwe dagirkerên Kurdistanê demek dûr û dirêj e tov û toximê vê perçebûna kurd direşandin. Xuyaye gav bi gav digihîjin armancên xwe.
Ev pirs û pirsgirêkên kurd nîşana bê serîbûna kurd e.
Kurd li serê xwe, serîyekî rêyeka rast nîşan bide, digerin. Kurd li serê xwe, serîyekî ku dahw û doza Kurdistanê ya ji hêla ol û îdeolojiyan ve dîl hatiye girtin azad bike, digerin!
Serîyekî ku qedera netewekî teslîmî çep, rast, dîn û îdeolojiyan neke ji kurdan re lazime. Serîyekî dîn û îdeolojiya wî/wê kurd û Kurdistan be! Serîyekî ku vî laş û bedena hestî şikestî bicebirîne. Seriyekî xwenas, hiş li serî û li ser lingên xwe bisekine…
————————————-
Foto: Çiyayê Agirî (Ararat)/De.sacredsites.com/