Amed di destên nûnerên kurdan de ye

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) nîvro li gel partiyiyan çûn Lijneya Hilbijartinê ya Amedê û ji wir mazbatayên xwe wergirtin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê mazabatayên xwe wergirtin û bi hezaran kesî re hatin şaredariyê. Hevşaredaran serketina gel silav kirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û hevşaredarên navçeyan ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) nîvro li gel partiyiyan çûn Lijneya Hilbijartinê ya Amedê û ji wir mazbatayên xwe wergirtin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak, Hevşaredarên Karazê Mehmet Şik û Hanim Altinda, hevşaredarên Rezanê Leyla Ayaz û Sîraç Çelîk, hevşaredarên Bismilê Mizgîn Ekîn û Guven Tanrikûlû, hevşaredarên Sûrê Fatma Onkol û Adnan Orhan, hevşaredarên Bajarê Nû Safiye Akdag û Mehmet Ergun û endamên meclisên şaredariyê mazbatayên xwe wergirtin.

Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû jî bi hevşaredaran re bûn.

Bi hezaran kesan re meşîyan 

Piştî wêneyê ku li ber Lijneya Hilbijartinê ya Amedê hate kişandin derbasî Qada Şêx Seîd bûn. Bi hezaran kesên li qadê kombûn bi çepikan Dogan Hatûn û Serra Bûcak pêşwazî kirin. Dogan û Bûcak bi girseyê re ber bi şaredariyê ve meşiyan. Di meşê de dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin.

Di destê hin kesên di meşê de cih girtin de gêzik hebûn.

Hatûn û Bûcak bi girseyê re û bi çepikan ketin avahiya şaredariyê ya gihiştinê. Hate dîtin ku bi avahiya li hemberî şaredariyê ve pankarta “Qeyûmtiya xeyalî li vir veşartiye” hate daliqandin.

Di daxuyaniya çapemeniyê ya li avahiya şaredariyê hate dayîn de ewilî Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn axivî. Sakik a bi silavkirina herkesê dest bi axaftina xwe kir wiha got: “Bi mehane ji bo ku em xwe û bajarê xwe bi rê ve bibin ketin rê. Ev têkoşîn me bi serkeftinê tacîdar kir. Îro me mazbatayên xwe jî girtin.” Sakik, anî ziman ku di nav şert û mercên newekhev û ne demokratîk de ew di hilbijartinan de bi ser ketine û wiha berdewam kir: “Me li dijî kesên kurd înkar û îmha dikirin ev serkeftin bi dest xist. Ne tenê gelê kurd, gelan qezenc kir. Me tevî hemû zilman dest ji têkoşîna xwe berneda. Em ê weke gelê kurd vê têkoşîna xwe bidomînin. Serkeftin a me ye û dê ya me be.”

Sakik, diyar kir ku mazbatayan diyarî kesên di têkoşîna demokrasiyê de hatine qetilkirin, gelê kurd, dayikan û gelên Tirkiyeyê kirine û got: “Mazbatayên me ji bo gelê me bi xêr bin. Em hêvî dikin ku mazbatayên me bibin wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê.”

Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku piştî çend salan îradeya ku îro hatiye desteserkirin ji nû ve hatiye destgirtin. Aktar, diyar kir ku li dijî vê coşê keyfxweş in û wiha gotin: “Silavên Selçûk Mizrakli hene. 4 sal û 7 mehan bi awayekî neheq tê girtin. Ji bo dest danin ser şaredariyê ew girtin. 7 sal in ev bajêr bê vîn hiştin. Gel di vê hilbijartinê de bi awayekî xurttir xwedî derket. Ez hevşaredaran pîroz dikim. Barekî giran li ser milê wan e, em piştgiriya wan bikin. Ji ber ku me got em ê şaredariyê bi hev re bi rê ve bibin. Em bi hev re xwedî lê derkevin. Bila ji bo me hemûyan bi xêr be.”

Wê ew têkoşîn bi dawî nebe

Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak axivî û wiha got: “Dayikên me yên rêzdar, hevalên me yên jin ên berxwedêr, hevrêyên me yên ciwan, gelê Amedê ev der ya we ye. Şaredarî ya we ye, ev bajêr yê we ye, keda we sax be.”

Bûcak, bi bîr xist ku dema di sala 2016’an de qeyûm hate dayîn kirin Gultan Kişanak û Firat Anli bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin, di sala 2019’an de Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen piştî mazbatayên xwe wergirtin hatin girtin û silav ji wan re şandin û got: “Têkoşîna vî gelî xelas nabe.”

Bûcak, got ku tevî dihate zanîn ku dê mazbatayên xwe bigirin, qeyûm civîna Meclisê ya meha Nîsanê îro wergirt û wiha domand: “Ji vir envanteran derdixînin. Em ê pêşberî darazê hesaba van bipirsin. Em ji vir bang li gelê Amedê dikin, em ê tiştên wan kirine îfşa bikin û veguhêzin pêşberî darazê. Em dixwazin sozeke din bidin; em ê xwe jî bajarê xwe jî bi gelê Amedê re bi rê ve bibin, ji bo ku em bi hev re bi rê ve bibin vîna me ye tam e. Em spasiyên xwe pêşkeşî herkesên ku di vê rêyê de piştgiriya me kirine dikin. Dê di pênc salên pêşiya me de nikarin vîna me xesp bikin. Di 5 salên pêşiya me de ev der dê bibe şaredariya gel. Deriyên şaredariya me heta dawiyê ji we re vekiriye.”

Ji hevşaredaran Dogan Hatûn jî wiha got: “Em ji keda we re minetdar in. Em şopînerên mîrateya hevşaredar Selçûk û Hulyayê ne. AKP ji bo ev şaredarî ji gel re xizmetê nekin di sala 2014’an de xebatên Gultan Kişanak û Firat Anli di niviyê de hiştin. Em ê tişta wan di nivî de hiştiye temam bikin û ji bo jinûve avakirinê em ê bixebitin. Em ji gelê xwe bawer in, hûn jî bawer bikin. Em ê îro dest pê bikin û 5 salan xizmetê bikin. Ne tenê ji kesên deng dane me re em ê ji temamê 2 milyon kesên li bajêr dijîn re xizmetê bikin. Em soz didin; temamê 2 milyonan gelê me ye, bila ji gelê me re pîroz be. Em bi hev re kolanên xwe paqij bikin û ji hev du re hez bikin. Em bi serketin, serkeftina me mezin e.”

Foto: Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak

Ev nûçe ji ANFê hatîye wergirtin. Sernivîs ji alîyê Infowelat ve hatîye guherandin. 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …