Barbarîzm li Kurdistanê li ser kar bû

Ayşegul Dogan got li 31 deverên Kurdistanê bi rêya hilbijêrên veguhestî midaxale hatîye kirin.

Bi giştî li 31 navendan 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî (leşker û karmendên dewleta tirk) hatine tespîtkirin.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê derbarê hilbijartinên xwecîhî de civîneke çapemeniyê li dar xist.

Piranîya axaftina Doganê li ser leşkerên veguhestî bûn ku li Kurdistanê dengên xwe bi kar anîn. Siyasetmedara kurd veguhestina hilbêjêran wekî derbeya li dijî sindoqê nîşan da û bang li partîyên din kir ku di vê meseleyê de helwest nîşan bidin.

Dogan wiha axivî:

Berdevka DEM Partîyê Ayşegul Dogan/Wikipedia

“Weke DEM Partiyê em bang li hemû partiyên muxalefetê dikin; li dijî vê kiryara antî -demokratîk, li dijî vê hewldana xespkirina îradeyê divê hûn dengê xwe derxînin û bibêjin ‘na.’

Ayşegul Dogan got li 31 deverên Kurdistanê bi rêya hilbijêrên veguhestî midaxale hatîye kirin û van agahîyan da:

47 hezar hilbijêrên veguhestî

Di qonaxa ewil de me li 31 navendan hilbijêrên veguhestî tespît kirin. Li navenda Agiriyê 4 hezar û 168, li Avkevirê ya Agiriyê 204, li Heskîf a Êlihê 280, li Kercews a Êlihê 274, li Azaxpêrt a Çewligê 99, li navenda Bedlîsê 51, li Tetwan a Bedlîsê 726, li Akpazar a Mazgêrda Dêrsimê 127, li Gêl a Amedê hezar û 129, li Hezro ya Amedê 797, li Pasûr a Amedê hezar û 929, li Dep a Xarpêtê 519, li Qereçoban a Erziromê 312, li Çelê ya Colemêrgê 3 hezar û 235, li Rûbaroka Colemêrgê hezar û 979, li Bajêrgeh a Gevera Colemêrgê 953, li Şemzînan a Colemêrgê hezar û 886, li navenda Îdirê 4 hezar û 382, li navenda Qersê 3 hezar û 842, li Kerboran a Mêrdînê 570, li Stewr a Mêrdînê 978, li Akdenîz a Mêrsînê 460, li Milazgir a Mûşê 609, li Dihê ya Sêrtê hezar û 71, li Misircê ya Sêrtê 688, li Berwarî ya Sêrtê 33, li navenda Sêrtê 6 hezar û 328, li Elkê ya Şirnexê 828, li Basa ya Şirnexê 494, li navenda Şirnexê 6 hezar û 541, li Qileban a Şirnexê hezar û 409 hilbijêr hatine veguhestin. Bi giştî li 31 navendan 46 hezar û 901 hilbijêrên veguhestî hatine tespîtkirin.

Foto: Leşkerên Artêşa Tirk ên piştî bikaranîna dengên xwe çûn Balafirgeha Batmanê. 

——————————-

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …