Şerê Amedê û fermandar Cemal

Avreş Jiyan 

Dewleta tirk navê Operasyona Atmaca li vê êrişa mezin a li dijî 300 gerîlayan kiribû. Bi mebesta komkujîyeke gerîla pêk bîne, 35 hezar leşker, bi hezaran çeteyên kurd, tîmên taybet, hêzên hewayî û alavên teknîkî yên herî nûjen hatibû seferber kirin.

Plana leşkerên tirk ev bû, bi ronahiya rojê re berê xwe bidana bilindahiyan û deriyên herî stratejîk ên çiyê kontrol kiribana. Gerîla li Hêdikê ew rawestandibûn û ji bo ewlehiya vekişîna xwe, dem bi dest xistibûn.

Sal destpêka nîsana 1996an bû. Artêşa Tirk weke her biharê, vê biharê jî dest bi amadekariya operasyoneke mezin dikir. Bi vê operasyonê armanc ev bû, hêza gerîla ya li Eyaleta Amedê bi temamî bê tunekirin. Dewleta tirk navê Operasyona Atmaca li vê êrişa mezin a li dijî 300 gerîlayan kiribû. Bi mebesta komkujîya gerîla pêk bîne, 35 hezar leşker, bi hezaran çeteyên kurd, tîmên taybet, hêzên hewayî û alavên teknîkî yên herî nûjen hatibû seferber kirin.

Fermandara Eyalata Amedê Cemal, pêşengiya yekîneyên gerîla dikir. Cemal, ji bo bidawîkirina alozîya piştî fermandarê berê Şemdîn Sakik hatibû erkdarkirin. Berpirsiya mezin a parastina hêza gerîla li ser milê vî fermandarê ciwan mabû. Leşkerên ARGKê di zivistanê da bêamadekarî hatibûn girtin. Lojîstîka gerîla ku ji xwe têra pêdiviyan nedikir, ji ber rêveberiya nebaş a berê li ber hilweşînê bû. Gerîla neçar mabû bi cebilxaneyên sînordar û çekên heyî kû piranîya wan ferdî bûn, bi Artêşa Tirk re şer bike. Tevî ku meha nîsanê êdî dest pê dikir, çîyayên Amedê di bin bandora zivistana dijwar de mabûn. Tevahîya erdnîgariyê bi berfeke stûr hatibû pêçandin. Berf li hin deveran digihişt du mêtroyan. Darên bê pel, daristanên qaj én sor û darên qut, ji keskahîya ku gerîla li ser vê berfa sipîveşêre bêpar bû. Kulîlkên bejî û darên spîndaran kû li qeraxa rûbarên sar, yên kû di kûrahiya gelîyan de diherikîn şîn bûbûn, ji bo meşa gerîlla ne ewle bûn. Mîna kû ev hemû ne bes bin, li çîyayan berf, bahoz û bager dijwartir bûbû.

Roja ewil a operasyona Atmaca bû. Serê sibehê dengê fermandar Cemal ji nişka ve li hemû geliyén di nava çiyan de bilind bû.

“Ew tên, hay ji xwe hebin.”

Yekîneyên panzerên zirxî yên ji Amedê ketibûn rê û gelek cemseyên ku mişt ji leşkeran tije konvoyeke pir mezin pêk anîbûn û ber bi bilindahiyên bakûr ve diherikîn. Helikopterên Skorskî û Kobra wek mêşan li ezman difiriyan. Paşê, balafirên şer ên ji Amedê rabûn, ber bi bakûr ve dest bi firînê kirin. Balafir dema digihiştin çîyayan, bombeyên xwe diavêtin ser baregehên gerîlayan. Hêza gerîla ji girên Hêdik û Lîsê vekişiyan û berê xwe dan Çiyayê Qûrmîkê yê li pişt navçeya Licéyê. Di vê navberê de, komên din ên gerîla jî ji qadên zivistanê ber bi bilindahiyên ewle ve dest bi meşê kirin.

Fermandarê eyaleta Amedê Cemal/1996

Fermandar Cemal li binê zinarekî li gelîyê Çiyayê Qûrmîkê rûniştibû û li ser nexşeya kû li ber xwe raxistibû, dinêrî. Cemal ji ber kû bi rojan bi lihevkomkirina gerîla û vekişandina wan a ber bi herêmên ewle ve mijûl bûbû, gelek westîya bû û bê xew mabû. Porê wî yê qehweyî diherikî ser enîya wî.Çavên wî yên tûj di şevê de mîna mirwarên reş ên biriqandî di qulikên çavan de dibiriqîn. Destê wî yêrastê li ser nexşeyê, rêyên çiya, gir û newalên tarî dişopand. Rêhevalên wî li dora wî, bi bêsebir li benda plana rizgariyê bûn ku wê fermandarê wan di demek nêzîk de eşkere kiribana. Ev rewş bi tenêdemeke kurt dom kir. Paşê, Cemal biryarekê da. Wî serê xwe rakir, berê xwe da hevalên xwe û got:

“Ew ê ji vir werin.”

Sakîne:

“Gundê Hêdîk” got.

“Belê, wan leşker li gundên vala bi cîh kirine. Ew ê artêşê di vê rêya herî guncaw de bi rê ve bibin û ber bi nuqteya me ve bînin.”

Akîf:

“Em ê li ser rêya Hêdik kemînan deynin û heta ji destê me bê em ê zirarê bidin wan.”

Cemal serê xwe hejand. Di heman şevêde 2 yekîneyên kemînê hatin avakirin. Komek di bin serokatîya Akîf û ya din jî Avreş de bû. Sakîne wê pêşengîya hêzên êrîşê kiribana û agahîyên pêwîst  gîhandibana Cemal. Cemal destên her yekî ji wan yek bi yek hejand.

Di bin simbêlê xweyê qehweyîya bi titûnê zerkirî de keniya û bi dengekî bilind got:

“Serkeftin hevalno”

Di rê de ji gerîlayan deng hat.

“Serkeftin”.

“Serkeftin”.

Saet 23:00yan nîşan dida. Bi şev bahozeke dijwar dest pê kir. Dîtina derdorê gelek zehmet bûbû. Ji xwe hewaya sar a qeşa lingên wan pir cemidandibû û laşên wan ên nazik, di bin cilên wan ên şil de dilerizîn. Piştî çend saetan gihîştin gundê Hêdikê. Carinan farên yekîneyên zirxî yên pêketî ku ji başûr ber bi gund ve dirêj bûbûn, diketin ser rêya ku gerîla tê de dimeşiya. Piştî demekê, xure xura mezin a motorên wesayitên zirxî belavî seranserê gelî bû. Di demeke kurt de wesayît gihîştin ser şopa Hêdikêû ji nişka ve rawestiyan. Yekîneyên pêşeng ên keşfê ji wesayîtên xwe daketin û dest bi çavdêriya derdorê kirin. Wê gavê dengê bilind ê Cemal ji bêtêlê hat bihîstin.

“Lêdin lêdin.”

Çek hatin teqandin. Agirên sor di vê şeva tarî de ji devên çekên gerîla bilind bûn. Bi vê re jî bû qîrîn û nalîna leşkeran. Leşkerên ku di bin lehiya fîşekên gerîla de man, yek bi yek diketin erdê. Qîrînên birîndaran di nava gelî de olan dida. Piştî vê çalakiyê, karwana leşkeran li benda sibehê ma. Plana leşkerên tirk ev bû, bi ronahiya rojê re berê xwe bidana bilindahiyan û deriyên herî stratejîk ên çiyêkontrol bikirana. Gerîla li Hêdikê ew rawestandibûn in û ji bo ewlehiya vekişîna xwe, dem bi dest xistibûn.

Pişt re, ji bo kontrola gir şerekî dijwar dest pê kir. Girên rût yên di bin berfê de bi lez û bez ji aliyêartêşa Tirk ve hatin girtin. Ji aliyê din ve, şervanên ARGKê ji çend girên ku têra veşartina wan nedikirin, berê xwe didan zozanên bilind û geliyan. Piştî şerên dijwar ên nêzîkî hefteyekê dom kir,gelek windahiyên gerîla çêbûn. Wihdahî herî zêde, dema ku gerîla ji aliyê helîkopteran ve li qadeke rût û tazî hatin girtin, pêk hat. Her carê heşt-deh helîkopter bi hev re dewriye digeriyan û di ser gerîlayên ber bi bilindahiyan ve dimeşiyan, lehiya guleyan dibarandin. Yên ku ji vê komkujiyê rizgar bûbûn xwedî şens bûn. ji bilî van cinawirên şerên li esman, tîmên sekvaniyê yên li ser giran bi cih bûbûn derban li gerîlayan dixistin.

Koma ARGKê ya di Geliyê Hêdikê pêş de çû, di nava çend rojan de gihîşt Girê Vartikê. Di vê navberê de, yekîneyên din ên gerîla yên ku ji gundên derdorê bi rê ketin, gihiştin heman girî. Bi hatina komên nû, di demeke kurt de hejmara gerîla gihişt 155an. Di rojên pêş de wê yekîneyên din jî tevlî wan bûbûna û ev ê jî berpirsiya fermandar Cemal hîn girantir kiriba.

Bi danê sibê re bombebaran hewayî careke din dest pê kir. Bombeyên Kazanê bênavber li ser çiya, zozan û newalan dibariyan. Ev bombe, li ciyê li erdê diket çalên bi qasî 5 mêtro kûr vedikirin û derdor wêran dikirin. Ev bombe li kû biketana ty zindî li pey xwe nedihîştin. Erdên ku gerîla lê dimeşiyan bi çalên wekî kraterên mîna rûyê heyvê tijî bûbûn.

Gerîla bi şev ji Girê Vartikê vekişiyan. Ew di herêma Mala Farqinê de pêşve çûn û bi lez ber bi Geliyê Kovya ve herikîn berbi bakur. Ev axa asê wekî zozanên gerîla dihatin naskirin. Plan ev bû, gerîla van zeviyên hişk wekî stargehê bi kar bîne. Di vê navberê, de Tabûra Apê Mûsa jî ji Farqînê dest bi vekişînê kir û ji bo ku xwe bigihîne yekîneya sereke bi rê ket. Fermandar Sakîne, ji bo gerîla din ava geliyan de bê windahî derbas dibe, karê parastin û ewlehiyê girtibû ser xwe.Yekîneyeke gerila ji bo van geliyan kontrol bike, nîvê şevê bi rê ket. Fermandar Cemal jî ji bo parastina hêza mezin a gerîla ber bi lûtkeyên asê yên bakur ve vekişiya. Ber bi şevê ve, bager gurtir bû.

Operasyona Atmaca di sêgoşeya Amed, Bîngol û Mûşê de pêk hat. /Rûpela Facebookê ya Abdurrahman Onen

Tebeqên berfê yên nerm cemidîbûn û meşa wan zehmet dikirin. Di carekê de reşahiya Girê Karatê li ber wan bilind bû. Dengêavekê ji nêzîk ve dihat bihîstin. Pir ecêb e, çivîkên berfê li şûna ku di hêlînên xwe de razên, di tariya şevê de li dora xwe difirîyan. Carinan, dengên çekan ji dûr ve dihatin, şevên wan qut dikirin û şîret li wan dikirin ku hişyar bin. Hêza gerîla danê sibehê gihişte Girê Karatê. Herkes pir westîyabû û ji serma dilerizî. Ji bo bêhnvedanê dest bi lêgerîna ciyekî guncav kirin. Cemal xwest bi hevalên xwe re xwe li nava zinarekî biçûk veşêre û razê.

Li esmanê deştê eylo (qertel) difiriyan. Deşteke fireh a di bin tava biharê de dişewitî, axa wê ya çilmisî di nav ewrekî wisa zer û girs a tozê de winda dibû… Di nava ewrê tozê de, wêneyê jineke kevn…Cemal destên xwe ber bi wê ve dirêj dikir. Bi dûv vê re êş û hesretek ecêb ew tijî dikir. Hesret ûxemek kû bi salan kom bûbû…Jin ber bi wî ve diherikî. Cemal ji nişka ve di nav şahiya zarokan de xeniqî. Paşê dengekî gihîşt gûhê wî.

“Kuro Mahmut, çi hat serê te?”

Wîgot:

“Dayê, dayê, dayê.”

Paşê dengê veşartî li ezmanê deştê deng veda.

“Wan ciwanan xilas bike kurê min, xilas bike, xilas bike, xilas bike…”.

Cemal di xewê de dipeyivî. “Wan xilas bike, wan xilas bike, xilas bike…”. Dengek ewçend bilind û di guhên wî de bû.

“Heval Cemal, şiyar bin, leşker, leşker…”. Cemal di bin bandora xewna xwe de bi zorê bi ser xwe ve hat. Rabû û rûnişt. Çavên xwe hejand û matmayî li dora xwe nêrî, hewl da ku fêm bike ka çi diqewime. Demek pir kurt derbas bû, ji bo Cemal rewsa ku ew tê de ne fam bike. Li rûyê Akîf êxemgîn ê ku xwe bi ser wî de xwar kiribû, nêrî û got:

“Em ê xilas bibin.”

Artêşa tirk dest bi êrişa Girê Karatê kir. Bi obus, hawan û roketan li deverên gerîla lê bûn didan. Topekê hat û li ser zinara li kêleka wan teqiya. Berf û kevirên şikestî avêtin hewayê. Dengekîmezin di şevê de deng veda. Erd lerizî û ji bo ku nekevin xwe li zinaran girtin. Dema deng bi dawî bûCemal qêriya.

“Kom bibin, em ji çiyê derdikevin.”

Hêz bi lez dest bi paşvekişîna bakur a ber bi Dara Hênê ve kir. Piştî çend rojan, gava tabûra Apê Mûsa li wan hat zêdekirin, hejmara wan gihîşt 300î. Li hemberî êrîşên ji her alîve parastina hêzeke ewqas mezin a gerîla ne hêsan bûya. Hatibû ragihandin ku ji Çewlik û parêzgehên derdora wê yekîneyên leşkerî beşdarî vê operasyonê bûne. Armanca artêşê ew bû ku gerîla li sêgoşeya Licê, Pasûr û Dara Hênê dorpêç bike û ew ji holê rake. Ev, planeke komkujîyê bû. Şervanên ARGKê bi lez û bez ber bi devera Yegêderî ve diherikîn. Yegêderî ji bo parastinê erdeka guncaw bû. Armanca fermandar Cemal, gihandina gerîla a stargeheke baş bû û vî awayî jî pûçkirina operasyonê bû. Loma jî gerîla bi hemûhêza xwe ber bi nuqteya hatibû diyarkirin, dimeşiya. Ev heft roj bû tu şervanekî xwarineke baş nexwaribûn û pir bêhal mabûn. Carinan hîn ji wan ku ji birçîna bêhiş dibûn û bêyî ku bizanibin çi dikin, meşa xwe didomandin. Dema ew di geliyekê re dimeşiyan careke din rastî êrişekê hatin. Artêşa Tirk gerîlayên gerîla ferq kiribû û ji serê giran gule li wan dibarand. Di her sed mêtroyî de çend gerîla dibûn hedefa van guleyan û diketin erdê. Tevî vê jî gerîla nesekinî û meşa xwe domand. Paşê,di nava rêzeçiyayên ber bi Yegêderê ve dirêj dibûn gihîştin newaleke teng. Tam li nava vê newalê dengê teqînan hat û guleyên çekên giran wekî baranê li ser wan bariyan.

Cemal qêriya:

“Êriş ji vî girê tê. Xwe veşêre.”

Ev tengava teng tekane nuqtebû ku neçar divê tê re derbas bûbûna. Eger nikaribûna ji vê korîdora teng derbas bûbûna, wê hêza gerîla bi temamî bihatana tunekirin. Cemal vê yekê baş dizanibû. Loma berê xwe da hevalên xwe û bi biryar ji wan pirsî:

“Em ê vî girî bigirin, kî bi min re tê?”

Yek tîm derket holê. Cemal parka xwe avêt erdê, bi qîrîna:

“Heval, îro roja lehengiyê ye”

Ber bi girê tijî leşker ve bazda. Ew gihîştin binê çiyê û rasterast ber bi lûtkeyê ve dest bi bezê kirin. Ji çeperên leşkerî gule li wan barandin. Lê dîsa jî ew qet nesekinîn. Meseleya jiyan û mirinê bû. Ewqas bi fedakarî êrîş kirin ku gelek leşker ji tirsa çeperên xwe terikandin û reviyan. Mewziyên leşkerî bi lez hatin rûxandin û gir hate girtin. Tevahiya yekîneyê wê şevê xwe li ser gir bi cih kir û danê sibehê ber bi Yegêderîyê ve dest bi paşvekişandinê kirin.

Artêşa Tirk rêya vekişîna yekîneya gerîla ji hewayê dişopand. Haya şervanên kurd ji vê yekê hebû ûhewl didan ku bi lez bigihîjin hedefa xwe. Dema ku operasyon kete hefteya xwe ya dawî, şer li Dara Hênê, li ser rêya ber bi Yegêderîyê ve giran bû. Piştî bombebaranê, leşkerên piyade bi helîkopteran dadiketin nêzîkî gerîla û hewl didan dor li wan bigirin. Şer di van şert û mercan de çend rojên din jîberdewam kir. Cemal piraniya hêza xwe gîhand girên asê yên li bakurê Yegêderîyê. Dema ku yekîne ji devera şer derket û gihişt baregehên ewle, ber bi nîvro ve dengê “Memyan, Memyan” ji bêtêlan bilind bûn. Ev kod ya bêtêla Cemal bû.

“Memyan Memyan”. Bersiv nehat. Sakîne zivirî û li aliyê girê ku Cemal gerîlayan bi cî kiribû nêrî.Dûmaneke reş di nava mija ku daketibû ser gelî, bilind dibû. Sakîne dîsa berê xwe da bêtêla xwe û bi lez qîriya:

“Memyan Memyan”.

Lê ji aliyê din deng derneket. Cemal li binê zinarekî razayî bû. Du sed mêtro dûrî xendekan bûn ku leşker lê bi cih bûbûn. Çavên wî nîvekirî bûn û lêvên wî yên di bin simbélén wî yên qehweyî de bi henekî dikeniyan. Ew figur ji nişka ve dîsa di nav guliyên berfê yên bi ser wî de dibariyan xuya kir. Pîrejinekê destên xwe yên hejik dirêj kir û rûyê Cemal xemiland. Paşê, dengek bi xemgînî di guhên wîde deng veda. “Te bi ser ketî, kurê min, te bi ser ket…” Cemal dilşad bûbû, dema ku di xewneke bêhişde winda dibû. Ew di vê lîstika şer de bi ser ketibû.

Fotoyê sereke: Çiyayê Amedê ya li bakurêrojhilatê Amedê/ Ozgur Haber-Engin Toprak

——————————–

Nivîs cara ewil di hejmara nîsanê ya Kurdistanê de hatîye weşandin. 

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Fermon: Têkoşîna hiqûqî li Fransayê bimeşînin

Jan Fermon got, “kiryarên Fransa û Belçîkayê nimûneyeka bêhiqûqîyê ye” û divê têkoşîna hiqûqî li …