DEM Partî li Çêrmûgê yekemîn e

Şaredariya bajêr ji 1999an û vir ve herdem bûye para partiyên sîstemê yên dewleta tirk.

Vê carê DEM Partîyê dixwaze li Çêrmûgê were ser kar û dawî li sîstema talanê bîne.

Îhtimala ku partîyê dikare di hilbijartinê de bi ser bikeve bi lêkolîneka qadê tê piştrastkirin.

Çêrmûg yek ji navçeyên Kurdistanê ye ku xwe ji bo hilbijartinên 31ê adarê re amade dike.

Tevî ku navçe bi ser Amedê ve ye jî, heta niha li Çêrmûgê partiyên kurd bi ser neketine.

Şaredariya bajêr ji 1999an û vir ve herdem bûye para partiyên sîstemê yên dewleta tirk.

Welatparêzên Çêrmûgê vê carê dixwazin qedera bajêr biguherînin û şaredarîyê ji destên partiyên sîstemê derxin.

Talana salên dawî yên bi destên şaredaran hatîye meşandin, derî li serkeftineke muhtemel a DEM Partîyê vedike.

Vê atmosfera sîyasî ya di lehê sîyaseta kurd de ji aliyê lêkolîneka dawî hat piştrastkirin.

Encamên hilbijartina şaredarîyê ya Çêrmûgê/Rapirsîya Suat Ozalp

Suat Ozalp bi rapirsiya (anket) ya xwe ya li Çêrmûgê nîşan dide, DEM Partî li navçeyê partîya yekemîne.

Ev rapirsî di 17-18ê adarê de bi 408 kesî re hatîye kirin.

4 taxên Çêrmûgê –Tepe, Çûkûr, Saray û Kala- di vê rapirsîyê de tên temsîlkirin.

% 11 ji kesên bersiv dane pirsên anketê ji gundên Çêrmûgê ne.

Di rapirsîyê de pirsa “hûn ê di hilbijartina şaredarîya Çêrmûgê de dengê xwe bidin kîjan partîyê/namzetî?” hatîye kirin.

% 21 kes dane zanîn, ew ê dengê xwe ji bo namzetê DEM Partîyê Berat Can bi kar bînin.

Rêjeya kesên dengê xwe didin partîyên sîstemê û hevkarên wê wiha ye:

CHP % 19, YRP % 18, AKP % 16 û Huda-Par % 7.

% 15 yê hilbijêrên Çêrmûgê bêbiryar in û % 4ê wan jî gotine ew ê neçin ser sindoqan.

Encamên hilbijartina Bajarê Mezin a Amedê ya li Çêrmûgê/Rapirsîya Suat Ozalp

Xetereya CHPê

Ozalp balê kişand ser xetereya mezinbûna CHPê ya li Çêrmûgê jî û diyar kir, nîvê hilbijêrên terka DEM Partîyê kirine dengên xwe didin namzetê CHPê.

Lêkolînerê qadê Suat Ozalp li ser encamên rapirsîyê nirxandineke balkêş kir.

Ozalp got, encamên hilbijartina Çêrmûgê ji aliyê dînamîkên xwecîhî ve tê dîyarkirin û DEM Partî nikare dengê hemû hilbijêrên xwe bigire.

Lêkolînerê qadê Ozalp da zanîn, Çêrmûgî piranî di hilbijartinên bajarê mezin de dengên xwe didin partiyên kurd lê tevî vê jî heta niha di hilbijartina ji bo şaredarîya Çêrmûgê rewş cûda bûye.

Ozalp balê kişand ser xetereya mezinbûna CHPê ya li Çêrmûgê jî û diyar kir, nîvê hilbijêrên terka DEM Partîyê kirine dengên xwe didin namzetê CHPê.

Suat Ozalp

Devereke pîlot

Ozalp da zanîn, “AKP ji bo di nava sînorên Amedê de ji xwe re cîyekî bi ewle çêbike, Çêrmûgê wekî devereke pîlot hilbijart.”

Ozalp da zanîn, “AKP ji bo di nava sînorên Amedê de ji xwe re cîyekî bi ewle çêbike, Çêrmûgê wekî devereke pîlot hilbijart.”

Lêkolînerê kurd got, hem ji ber vê polîtîkaya taybet û hem jî ji ber dek û dolabên dewletê yên di hilbijartinan de Çêrmûg û navçeyeka din a Amedê Şankuş (Çunguş) di 20 salên dawî de herdem ketîye destên partîyên sîstemê.

Ozalp derbarê sosyolojîya sîyasî ya Çêrmûgê de jî van gotinan kir:

“Tevî ku Çêrmûg navçeyeke ku Tevgera Kurd berîya 1980an li wir xwe birêxistin kirîye, di hişê gel de herwekî ku ev der keleya feodalîzmê û partiyên muhefezakar ên wekî AKPê ye hatîye kodkirin. Berevajîya vê famkirina şaş, hem ji alîyê girseyê ve û hem jî di warê asta îdeolojîk û polîtîk de welatparêzên Çêrmûgê ji yên gelek navçeyan ne kêmtir in.”

Infowelat

———————————

Foto: Dîmeneke ji Çêrmûgê/Medyaya Civakî

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …