Jîn Aryen
Lewre tu jîngeh tenê ji kuçe û kolanan, ji kevir û daran pêk nayên. Bajar tenê ne rê û avahî ne! Gund tenê ne dar û zêvî ne! Heke zarokên vî welatî li kuçe û kolanan lîstikên xwe li gor çand û zimanê xwe nelîzin gelo em dikarin bibêjin ku ew kuçe û kolan yên me ne?
Hilbijartina rêvebiriyên xwecihî ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk hat bi encamên xwe ji gelek aliyên cuda ve hêjayê nirxandi ye; lewre ev hilbijartin piştî demeke dirêj di siyaseta Tirkiyeyê de bû sedema guhertinên girîng û pêşiya pêvajoyeke nû vekir.
Siyaseta Tirkiyeyê ku li ser dagirkirina Kurdistanê hatibû avakirin, bi riya avêtina qeyûman gihiştibû merheleyeke din. Pergala qeyûman parçeyekî dagirkeriya sedan salan a li ser Kurdistanê bû û ev merheleya dagirkeriyê tevî hişmendiya xwe ya qirêj di 31ê adarê de bi wîjdan, pêşbinî û dadperweriya gelê kurd têk çû. Berxwedan û serhildana ku li Wanê pêş ketî jî bi awayekî xurt û zelal derba dawî li vê hişmendî û pergala qeyûman xist. Em dikarin bibêjin ku pergala qeyûman êdî li Kurdistanê ‘metfun’ bû!…
Ew kelehên tirsê yên ku demeke dirêj bû li pêşiya civakê wek bendekê hatibûn avakirin hatin hilweşandin; ew ewrên reş û tarî ku li ser serê gelan dihat gerandin jî hatin belavkirin. Bêgûman ev hemû bi têkoşîneke demdirêj, bi kedeke mezin û sebreke berxwedêr a gelê kurd pêk hat ku li dijî her cure zilm û zordariya mêtingeriyê wek abîdeyekî sekinîn. Polîtîka û stratejiyên xwe ava kirin û xwedî li keda xwe ya sedan salan û nirxên xwe yên bingehîn derketin. Rist û peywira xwe ya dîrokî bi cih anîn û hemû polîtika û stratejiya dagirkeriyê serûbin kirin.
Helbet ev nayê wê wateyê ku rastiya dagirkeriya li Kurdistanê ji holê rabûye û pirsgirêkên sedan salan ên ku di van 10 salên dawî de kurtir bûne dê di demeke nêzîk de çareser bibin. Divê tu car neyê ji bîrkirin ku axa Kurdistanê hê jî di bin mêtingeriyê de ye û zilm û zordariya dagirkeran hê jî didome. Herwiha zirar û herifandina qeyûman a li bajarên Kurdistanê jî gelek in. Ji ber vê sedemê pêwist e ku gelê kurd tevî pêşengên xwe parêzvan û têkoşerên vê ked û nirxên xwe bin ku wê bigihînin serfiraziyê.
Ew nirx çi ne?
Nirxê herî bingehîn ê ji bo gelên bindest ku divê her tim zindî bê hişitin ‘bîr’a wan e û ên ku ‘bîr’ê ava dikin jî bêguman ziman û çanda wî gelî ye. Têkiliya çand, ziman û jinê jî xwedî dîrokeke kevnar e û helbet pêwîst e ku ev têkiliya sîmbîyotik ji êdî bi awayekî herî afirîner li her derê Kurdistanê bi pêş bikeve.
Divê bi awayekî herî zelal bê bilêvkirin ku xeta jineolojiyê û nirxên kurdewar a çand û zimanî ji bo me kurdan nirxên herî sereke ne ku her tim bên parastin û pêşxistin. Herwiha di vê hilbijartinê de jî hate dîtin ku li Kurdistanê polîtîkaya ku dagirkeran dixwest pêş bixe li ser dijberiya du esasan hatibûn avakirin. Yek; xeta hevserokatiyê, ya din jî çand û zimanê kurdî!…
Pergalê aktorên xwe yên esasî yên bi salan e di xeta bêbextiyê de bi israr in derxistin qadê. Li ser nîqaşkirina xeta hevserokatiyê xwest ku hêza jinê ya li Kurdistanê derketiye pêş lawaz bike û pergala modernîteya demokratîk bi awayekî çewt bide nişandan. Di heman demê de bi pankart, bilboard û xebatên hilbijartinê yên bi kurdî û namzetên ‘kurd’ xwest siyaseta durû li Kurdistanê careke din derxîne pêş û nava darê bi kurmê darê birizîne. Lê ligel hemû hewldan û lîstikên xwe yên qirêj pergal dîsa jî têk çû.
Niha li gelek bajar, navçe û bajarokên Kurdistanê ji qeyûman hatin rizgarkirin. Pirsa herî girîng jî ew e ku ji vir şunde dê çi bê kirin? Bajar, navçe, bajarok û gundên Kurdistanê dê çawa bibin yên ‘kurd’an!.. Reng û dengê jinê û zimanê kurdî dê çiqas biteyise nava jiyanê? Giyan û nasnameyeke çawa dê li hemû jîngehan bê avakirin?
Lewre tu jîngeh tenê ji kuçe û kolanan, ji kevir û daran pêk nayên. Bajar tenê ne rê û avahî ne! Gund tenê ne dar û zêvî ne! Heke zarokên vî welatî li kuçe û kolanan lîstikên xwe li gor çand û zimanê xwe neleyizin gelo em dikarin bibêjin ku ew kuçe û kolan yên me ne? Jinên li bajar û gundan dijîn bi rengên xwe, bi çand û zimanê xwe nikaribin xwe li her qadên jiyanê îfade bikin ma em dikarin bibêjin ev gund û bajar ên me ne; ew bi hiş û giyanên xwe ne bi me re bin em dikarin li kolanan biqîrin û bibêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî?’
Pêwist e ku ew dengê me li kevirên bajarên me nekevin û li me venegerin. Dengê me belav bibe û rengê me dewlementir bibe. Lewre dema riya kesekê/î biyanî bi welatê me ket divê bizanibe ku ew gund, navçe yan jî bajar xwedî kîjan dîroka qedîm e; niştecihên wan xwedî kîjan nasname, ziman, çand û hunerê ne. Ew ‘bîr’ û ew ‘dîrok’ divê di nava bajêr de her dem zindî be ku ew jî tenê bi zimanê wî welatî diyarker dibe.
Belê pêvajoyeke dijwar bi dawî bû û niha pêvajoyeke nû li pêşiya me ye. Niha em li pêşberî dîrokê ‘rût û tazî’ ne û ji bo jinûvevejînê em divê li xwe vegerin û vê pirsê bibersivînin. Bajarên Kurdistanê bi hêz û keda jinê, bi nêrina jinelojiyê û bi pergala modernîteya demokratîk dê çawa bibin bajarên kurdan, bajarên zimanê kurdî!
Di vê pêvajoyê de gelê kurd herî zêde daxwazên zimanê kurdî kirin; perwerdehiya bi zimanê dayikê xwestin û daxwaza avêtina gavên şênber kirin. Me bi xwe jî li gor nirxandinên gel bi taybetî bi hevşaredarên jin re nîqaş meşandin, civîn li dar xistin û komxebat pêk anîn. Di encama van nîqaşan de çend xalên herî girîng ku derketine pêş dixwazim parve bikim:
-Divê hemû şaredarî ji bo tevahiya civakê bi taybetî jî ji bo qada jinê xwedî strateji, polîtîka, bername û plansaziya zimanê kurdî û çanda kurdewar bin û di asta herî jor de budçe veqetînîn, kadro û xebatkaran bigihînin û îstîhdam bikin.
-Divê miduriyetên jinan û hemû xebatkarên jin ên li bin banê şaredariyê hemû xebatên xwe di asta herî jor de bi kurdî jî bimeşînin.
-Divê li hemû bajar û navçeya akademiyên jinan ên zimanê kurdî, çand, wêje û hunera kurdewar bên avakirin. Di her mijara kurdî de mamosteyên jin bên gihandin.
-Divê malên dengbêjan ên jinan bên avakirin û jinên dengbêj bên gihandin.
-Divê xwedî li mîrateya hevşaredarên berê yên partiyên siyaseta demokratik ên derbarê ziman, çand, wêje û hunera kurdî de ku kedeke mezin dane bê derketin, plan û projeyên wan ên kurdî û kurdewar ên ku nîvco mane û ji aliyê qeyûman ve hatine binpêkirin bên pêkanîn.
-Divê li navenda bajar, navçe, tax û gundan ji bo jinan navendên çand û zimanê kurdî bên avakirin û derbarê pêşketina hişmendiya zimanê kurdî de li tax û kolanan û di nava gel de xebatên zimanê kurdî bên bi pêşxistin; kreşên zarokan ên bi kurdî bên vekirin.
-Divê ji bo pêdiviyên jinan, pirtûkxane, malên jinan, koperatîf û bazarên jinan bên vekirin û hemû kar, xebat, perwerdehî û sohbetên di van jîngehan de bi kurdî bên meşandin.
-Divê li gund, navçe, tax û kolanan atolyeyên jineolojiyê bên vekirin û perwerdehî bi zimanê kurdî bê dayin.
-Ji bo jinan divê di qada tenduristiyê de jî hemû cihên xizmetê bi kurdî bikin bên kirin û derbarê nexweşiyên jinan de ji bo pêşxistina hişmendiya li ser laşên xwe bi zimanê kurdî civînên taxan, panel û sempozyum bên lidarxistin.
-Gund, navçe, tax û kolanên bajar û navçeyên ku navên wan hatine guhertin bên tespîtkirin û navên wan ên xweser careke din lê bên danîn.
-Li bajar, navçe û gundan xebatên berhevkariya zargotina kurdî pêk bê.
-Divê ji bo hemû xebatkarên jin ên şaredariyan kursên zimanê kurdî bên vekirin.
-Divê ji bo zarokan pirtûk û çavkaniyên kurdî bê weşandin. Danasîna çanda kurdan û mezinên pêşî yên kurdan bi zarokan bên nasandin.
Foto: Jîn Aryen li Cizîrê daxuyanîya destekê ya rewşenbîrê kurd a ji bo DEM Partîyê dixwîne
Ev nivîs ji hejmara 6. Kurdistanê hatîye wergertin.
—————————-
Jîn Aryen
Di sala 1983an de li Amedê ji dayik bûye. Di sala 2005an de dest bi xwendina beşa Dîrokê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê dike. Ji ber kar û xebatên polîtîk 2007an de tê girtin û di 5 salan di girtîgehê de dimîne. Wek edîtoriya beşa kurmancî rojnamegerî kiriye û di sazîya rojnamegeran de cih girtiye. Niha hevgerînendeya kovara Destar e û nivîskara rojnameya Xwebûnê ye. Ligel mamostetiya kurmancî, wek aktîvîsteke pêşeng xebatên xwe yên kurdî û wêjeyê jî dimeşîne.