Amed ji bo kurdî gaveke giring davêje

Amed ji bo parastina kurdî gaveke giring davêjê.

Şaredarî baca esnafên ku tabelayên xwe bikin kurdî wê kêm bike.

Amed ji bo parastina kurdî gaveke giring davêjê.

Şaredarî baca esnafên ku tabelayên xwe bikin kurdî wê kêm bike.

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Serra Bucak û Dogan Hatûn derbarê mijarê de ji çapemeniyê re axivîn.

Dogan Hatun got, ew ê xizmetên şaredarîyê ji îro pê ve bi kurmancî û zazakî bên kirin.

Hatun da zanîn, yek ji tedbîrên ji bo ziman wê derbarê tabelayên esnafên Amedê de be.

Li gorî vê, baca esnafên tabelayên xwe bikin kurdî wê bê daxistin.

Hevşaredar Serra Bucak jî diyar kir, biryara daxistina bacê cûdaxwazîyeke pozîtîf e.

Soza xizmetên bi kurdî

“Dema ku zimanê vî bajarî nebe zimanê kurdî, çand û hunera kurdî li vî bajarî nejî, em şaredariyê nakin.”

Hêjayî gotinê ye, Dogan Hatun berîya hilbijartina 31ê adarê di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re jî qala plan û projeyên xwe yên ji bo parastina kurdî kiribû.

Hatun diyar kiribû, ew ê “ji baxçeyên zarokan û dibistanên kurdî vekin û pê re jî bi festîval û xebatên çand û hunerê careke din kurdî li bajêr bikin zimanê sereke.”

Di dawiya hevpeyvînê de şaredarê kurd ji bo xizmetên kurdî bê sozê dabû:

“Hewce ye hemû bi hev re bimeşin. Me ev soz daye xwe, “Dema ku zimanê vî bajarî nebe zimanê kurdî, çand û hunera kurdî li vî bajarî nejî, em şaredariyê nakin.”

Foto: Nupel TV

Infowelat

 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

A plurality of Chinese languages

In the PRC, where Mandarin Chinese is aggressively promoted as the official language, a similar …