Her dem û li her derê kurdî

Heval DILBIHAR *

Ji 500î zêdetir nivîskar, helbestkar, akademisyen, hunermend, rojnameger û rewşenbîrên kurd ên ku li çar milên Kurdistanê û cîhanê dijîn bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi awayekî zelal, bi taybetî ji ber wê danezanê piştgirî dan DEM Partiyê.

Niha, li gel hemû derdorên civaka kurd ên neteweperwer, bi taybetî jî li gel sazî, dezgeh, têkoşer û rewşenbîrên xwebûnparêz ên qada kurdî, dem dema destpêkirina pêvajoya pêkanîna wê sozê ye, ji bo kurdî û hemû nirxên neteweya kurd dem dema xurtkirina dozê ye.

Gelê kurd, li bakurê Kurdistanê, li dijî hemû dorpêçkirin, êriş, kiryar, rê, rêbaz û hêmanên hovane yên şerê taybet ên mêtingeriyê yên li ser zimanê kurdî, çand, nasname û nirxên kurdîtiyê bi têkoşîneke biheybet a piralî di hilbijartinên xwecihî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de li bin banê DEM Partiyê de gelek şaredarî bi dest xistin, bi vê serketina xwe ya di şert û mercên herî zor û dijwar de xwedî li DEM Partiyê derket.

Bêguman sedema bingehîn a xwedîlêderketina gelê kurd a li DEM Partiyê daxwaza bilindkirin, xurtkirin û berfirehkirina têkoşîna neteweya kurd a rizgarî û azadiyê, meşandina her cureyê xebatên zimanê kurdî, çand, wêje, huner û nirxên din ên kurdîtiyê bûn. Min bi xwe jî wek kesekî ku di asta pêş de di xebatên hilbijartinê de cih girtî ev yek li hemû qadên civaka kurd baş dît. Ji ber ku di pêvajoya hilbijartinê de bi gelemperî li bajarê Wanê bûm min ev yek bi taybetî li Wanê dît. Çavkaniya vejen, moral, motîvasyon, konsantrasyon û konsolîdasyona serketina gelê Wanê ya di hilbijartinê de û piştre jî serhildan, raperîn û serfiraziya dîrokî ya li dijî hewldanên desteserkirina dagirkeran a şaredariyê nirx û hêmanên neteweyî yên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn. Xala bingehîn a rastiya vê serketinê ev e.

Me bi riya serketina dîrokî ya Wanê careke din dît ku tu desthilatdarî û hêz nikare li dijî têkoşîna rizgariya neteweyî ya ku nirxên kurdîtiyeke azad ji bo xwe dike bingeh raweste. Serketin û serfiraziya têkoşîna rizgarî û azadiya neteweya kurd di vê bîr, bawerî, hişmendî, vîndarî, biryardarî, micîdî û rêzkariya xurt, domdar, afirîner û encamgir de veşartiye. Ji ber vê yekê, gelê Wanê û hemû gelê kurd ê xwebûnparêz, neteweparêz û rizgarîxwaz ji her demê zêdetir daxwaz dike ku ew serketina ku bi riya hilbijartinê hatiye bidestxistin her dem û li her derê bi meşandina kar û xebatên şênber ên ji bo zimanê kurdî, çand, nasname û hemû nirxên kurdîtiyê bi serfirazî bê tacîdarkirin. Helbet ji bo pêkhatina vê yekê dixwazin DEM Partî û rêveberiyên wê yên xwecihî û şaredariyên li bin banê wê li gor danezana xwe ya bi sernavê ‘Stratejî û Polîtîkayên Zimanê Kurdî û Çanda Kurdîtiyê’ -ku 12ê adara 2024an, li ber goristana Ehmedê Xanî, di pêşengiya Lijneya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê li ser navê hemû hevşaredar û rêveberiyên xwecihî bi raya giştî hatibû parvekirin û ji bo pêkanîna hemû xalên wê soz hatibû dayîn- tev bigerin û pêwistiyên wê teqez bi cih bînin.

Makezagona xebatên kurdî yên şaredariyan

Divê bê destnîşankirin ku her şaredariyek li gel hemû hêmanên din ên wê jîngehê yên wek ocax, komun, meclis, konsey û kongreyên gel û hemû derdor û hêzên civakî bi strateji, polîtîka û kiryarên xwe mekanizmaya pêşeng a koordînekirin, birêvebirin û xizmetdayîna jîngeha xwe ye û ji gelek milan ve bi awayekî ‘hikumet’a wê derê ye, li ser jiyana hemû civakê bandorê dike û teşe didê. Bêguman di şert û mercên heyî yên li bakurê Kurdistanê ev rastiya rojane hê zêdetir xwe dide der. Ji ber vê em dikarin bibêjin ku ew danezana dîrokî ji bo rêveberiyên xwecihî û şaredariyên kurd ‘makezagon’a kar û xebatên zimanê kurdî û çanda kurdîtiyê ye; ku wek bingeh û çarçove gelek xalên girîng ên pêwîst bi awayekî şênber di nava xwe de dihewîne.

Ji bo ku em nebin çal divê bibin al

Xalên ku bi riya danezanê hatibûn parvekirin bandoreke gelek mezin di nava hemû derdorên kurd de çêkir. Hêjayî gotinê ye ku piştî vê danezanê komeke rewşenbîran li warê Melayê Cizîrî, li ber Medreseya Sor li ser navê ji 500î zêdetir nivîskar, helbestkar, akademisyen, hunermend, rojnameger û rewşenbîrên kurd ên ku li çar milên Kurdistanê û cîhanê dijîn bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi awayekî zelal, bi taybetî ji ber wê danezanê piştgirî dan DEM Partiyê, daxwaz kirin ku rêveberiyên xwecihî û şaredariyên DEM Partiyê divê teqez soza xwe bînin cih û wan xalan pêk bînin. Herwiha bi taybetî dan zanîn ku ew bi xwe jî ji bo pêkanîna wan xalên di danezanê de her dem amade ne ku çi ji destê wan bê ew ê bikin. Vê yekê jî bandoreke erênî li ser civaka kurd û xebatên DEM Partiyê kirin.

Niha, li gel hemû derdorên civaka kurd ên neteweperwer, bi taybetî jî li gel sazî, dezgeh, têkoşer û rewşenbîrên xwebûnparêz ên qada kurdî, dem dema destpêkirina pêvajoya pêkanîna wê sozê ye, ji bo kurdî û hemû nirxên neteweya kurd dem dema xurtkirina dozê ye.

Bêguman em jî, wek gel û hemû derdorên civakî ji rêveberiyên xwecihî, hevşaredar û hemû kesên têkildar re dibêjin:

“Dem hat, kerem bikin EM li gelêk wê soza hatiye dayîn bînin cih; ku ew soz bê cih EM ê bibin taca serê Kurdistanê, EM ê bibin al, ku neyê cih EM ê bi şermezarî û neletkirî biçin goristanê û bibin çal.”

————————————

* Heval Dilbihar Hevberdevkê Lijneya Ziman û Çandê ya DEM Partiyê ye.

Foto: Heval Dilbihar

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Ji bo kurdî çi divê?

Bi taybetî dixwazim vê bêjim; wisa xuya dike ku sazî û dezgeh, bi awayên berê, …